Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (9)

  • 09:01 9 Cotmeh 2020
  • Dosya
Sembola şoreş û Berxwedana Rûmetê: Yadê Eqîda
 
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Keça Sembola şoreş û Berxwedana Rûmetê, Yadê Eqîda ku di nava kerwanê sivîlan de ji aliyê dewleta tirk ve li Serêkaniyê hat hedefgirtin û hevala wê Beda Ehmed anîn ziman ku Yadê Eqîda di her kêliya jiyana xwe de xwedî helwesteke têkoşer bû û wiha gotin:"Yadê Eqîda weke jineke têkoşer û berxwedêr derbasî Serêkaniyê bû, mohra xwe li destkeftiyên şoreşa jinê xist û bû sembola Berxwedana Rûmetê. Em ê domdarê xeta wê bin."
 
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi rengekî tund êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Li Rojavayê Kurdistanê her der veguherî qadên şer û şoreşê. Di roja 5’emîn a şerê li Serêkaniyê de kerwaneke sivîlan ji hemû bajar û herêmên Rojava ji bo piştgiriya têkoşerên Berxwedana Rûmetê, alîkarî û başkirina moralê gel xwe da Serêkaniyê. Dewleta tirk kerwanê sivîlan hedef girt. Di nava kerwanê de Endama Kongreya Star, di heman demê de Endama Meclîsa Edaleta Jin yadê Aqîde Osman jî cihê xwe digirt û di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da.
 
Di yekem salvegera şehadeta jina pêşeng yadê Aqîde de, keça wê Roza Mistefa û hevala wê Beda Ehmed ser serpêhatiya jiyan wê û têkoşîna wê ya ji bo doza azadiya jinê axivîn û ji me re parve kirin.
 
'Yadê Eqîda şoreşa jinê bi nirx didît û pêşengî dikir'
 
Roza di destpêka axaftin xwe de li ser jiyana dayika xwe Eqîda wiha got:"Dayika min li gundê Girêpirê di sala 1966’an de hatiye dinyayê. Her çiqas dayika me jî bû, lê em dibînin her kes bi rihê Yadê Eqîda û bi kenê wê bi bandor bûbû. Dayika me welatparêz bû û di wateya fêmkirina şoreşê de naskirineke wê ya kûr hebû. Sekna wê tevlîbûna me ya xebatê xurt dikir û wisa bi me dida hezkirin. Ji bo me mînak bû. Caran dayik zarokên xwe dûrî rewşên şer dikir, lê ev yek li gel dayika me nebû û hertim em dikirin pêşengên parastina nirxên şoreşê. Şoreşa jinê bi nirx didît û pêşengî dikir."
 
'Mîna dildareke azadiyê tev digeriya'
 
Roza di dewamiya gotina xwe de li ser tevgera dayika xwe wiha got:"Dayika me di malê de xwedî sekin û biryar bû, dikaribû weke jineke xwedî zarok hevsengiyekê bike nava mal û xebatê xwe yê rêxistina jinê jî bimeşîne. Di malê de em weke zarokên xwe perwerde dikir û li derve jî jin bi rêxistin dikir. Di nava hemû qadên şoreşê de cihê xwe digirt û mîna dildareke azadiyê tev digeriya. Min ew mîna hevaleke kar didît. Dema em di tengasiyekê re derbas dibûn me wê li pişt xwe didît û bi moralekî xurt dihişt ku em zehmetiyên xwe derbas bikin. Di axaftina xwe de xwedî gotin bû û rihê wê yê dilgeş her kes hembêz dikir."
 
'Bi fikir û xeta azadiya Rêber Apo ve girêdayî bû'
 
Roza  bal kişand ser naskirina dayika xwe a ji Tevgera Azadiyê re û xebatê ku wê demê dida meşandin û wiha anî ser ziman:"Ji demên dirêj ve dayika min rêxistina jinê û Tevgera Azadiya jinê nas dike. Di sala 1999'an de ez ji dayik bûm, ew sal jî sala dîlgirtina Rêber Apo bû. Dayika min li ser Rêber Apo şîn kişand û êdî biryar da ku heya azadiya rêbertî ew cilên reş li xwe bike. Ji wê demê de jiyana dayika min jî hate guhertin, bi fikir û xeta azadiya Rêber Apo ve bêtir hate girêdan. Dayika min ji bo vî fikirê azad çend caran ji aliyê Rêjîma BAAS’ê ve hate girtin. Em zarok bûn vê yekê hinekî bandor li ser me dikir, em biçûk bûn me dixwest em dayika xwe di nava xwe de bibînin. Rêjîma BAAS’ê li herêmê serwer bû, bi taybet di rojên taybet mîna 8'ê Adarê, 4'ê Nîsanê û 15'ê Tebaxê de rejîm serwer bû. Jinên weke dayika min her hatin zindankirin. Girtina wê jî tu carî hêz û îradeya wê li hember dijmin neşikandiye û her carekê bi rihekî nû tevlî xebatê dibû. Dayika min di wan deman de xebatê cebhewî (veşartî) dikir û hejmarên jinan li derdora xwe kom dikir û bi hev re pirtûkên ser azadiya Kurdistanê û rêxistina jinê dixwendin. Ew kêlî heta niha ber çavê min in. Têkoşîna dayika min û rêhevalên wê rihekî zindî ji hezkirina şoreşê di hundirê me de da avakirin."
 
'Xeyalên dayika min hebûn ku wê îradeya gel şoreşekê bipejirîne'
 
Roza bal kişand ser girêdana dayika Eqîda ya bi rihê şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, dayika min hesreta bi salan ji dilê xwe derxist û bi şoreşê re şad û bextewar bû. Her xeyalên wê hebûn ku wê rojekê vîna gel bipejire û şoreşekê bi xwe re ava bike. Dayikên şoreşger ên wekî dayika min, xwe ji bo şoreşê esas didîtin. Di bin zexteke mezin de êdî azad xebatê xwe dida meşandin û weke pêşengên şoreşê derket pêşberî civakê. Ji bo dayikan ev serkeftina herî mezin bû û di nava watedariya wê de xwe didîtin. Giraniya barê şoreşê hilgirtin ser milê xwe, ji ber ew jinên xwedî tecrube bûn û hertim di wî rihê xwe de ev ji me re didan nîşandan. Rawestandin ji wan re tune bû û armancên wan her serkeftin bû.
 
'Yadê Eqîda ji bo jinan edalet bi xwe re dianî'
 
Roza qala xebatên Yadê Eqîda yên di Meclîsa Edaletê de û sekna wê li dijî tundiya ser jinê kir û ev tişt got:"Di nava şoreşê de dayika min di Mala Jinê de dixebitî û weke Endama Kongreya Star jî dihat nasîn. Berî koça wê ya dawiyê di Komîteya Edaleta Jinê de cihê xwe digirt. Dema mirov qala edaletê bike dibîne ku hemû kes nikare edaletê bîne û biparêze. Lê Yadê Eqîda ji bo jinan edalet bi xwe re dianî. Bi şoreşê re jî zexteke mezin ser jinê dihat kirin, ji ber hîn şoreş nû bû û civak tam nehatibû birêxistinkirin. Dayika min tundiya ser jinê qebûl nedikir, helwesta wê di aliyê piştgiriya jinê de diyar bû. Ji bo jinan edalet bi xwe re dianî û hertim destek dida jinan. Pirsgirêkên ku edalet tê de pêwist bû, mafê jinê diparast û her jin hînî watedariya mafê wê dikir. Dayika min digot dema jin li kêleka jinê be helbet wê edaleteke mayinde bi xwe re bide avakirin û zîhniyeta ku jin pê hatibû xapandin ji ser xwe biavêje. Di nava hemû çalakiyên azadiyê de dihat dîtin û bi rihekî xurt mohra xwe li destkeftiyên şoreşa jinê xist."
 
'Min serkeftina xwe diyarî dayika xwe dikir'
 
Roza da zanîn ku dayika wê ji bo tevlîbûna wê ya nava refên YPJ'ê pir kêfxweş bû û wiha hestên wê bi lêv kir: "Bi avakirina hêzên parastina jinê re, dayika min xwest ez jî bibim parêzvana axa welat. Bi tevlîbûna min jî pir kêfxweş bû û dixwest parçeyek ji kezeba xwe diyarî şoreşê bike. Qet li pêşiya biryara min nesekinî û wê bi destê xwe ez birim navenda YPJ'ê, ji bo ku bibim şervan. Hestên mirovan xweş dibe, dema ku tu bizanî dayika te bi armancên mezin li te mêze dike. Gotina wê jî ji min re ev bû ‘Pêwist e tu tucarî îxanetê li şoreş û nirxên şehîdên xwe neke, pêwist e tu jineke bi hêz be û li hember dijmin xwedî sekin be, da ku ew ji te bitirs be. Ger li cihekî em rastî hev hatibana nîşana serkeftinê ji min re hildida û ji rûkeniya wê xwedî hêz dibûm. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêma me, ez jî di nava şer de bûm û di her eniyekê de min serkeftina xwe diyarî dayika xwe dikir. Dayika min bi min serfiraz bû."
 
'Dayika min her xwe berpirs didît'
 
Roza bal kişand ser rojên êrîşa dewleta tirk a li ser herêmê û tevgera Yadê Eqîda ya berî jiyana xwe ji dest bide û wiha pê de çû:"Bi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me, gelek mirovan digot êdî herêm ber bi dawîbûnê ve diçe û ji malên xwe derketin. Dayika min li vê derê dîsa moralê gel baş dikir û digot pêwist e tu kes ji mala xwe dernekeve û heya dawiyê em li ber xwe bidin. Li aliyekî şer bû û li aliyê din jî her roj me şehîd oxir dikirin. Tevgera dayika min zindî bû û her me hînî rihê tolhildanê dikir. Dayika min layiqî xwe nedît ku piştî ewqas ked di mal de xwe bitirsîne yan jî bireve, berovajî wê jinên bajêr derdora xwe kom dikir û dest bi çalakiyan kir. Dîsa jî xwe berpirsiyar dît û baweriya wê bi hêzên parastinê hebû."
 
'Dayika min mohra xwe li Berxwedana Rûmetê da'
 
Roza wiha dewam kir:"Dema ku êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê dijwar bûn, dayika min biryar da ku tevlî kerwanên sivîl biçe moralê hêzên parastinê baş bike. Min nizanibû çûye, ji ber ez jî di nava şerê Serêkaniyê de bûm. Di rêya vegera min ji Serêkaniyê ez pê re axivîm û ji min re got ez diçim Serêkaniyê piştgiriya gelê wê derê û şervanên parastinê bikim. Çûna wê ya Serêkaniyê ya di nava wî şerê giran de bi serê xwe serkeftin bû, tevî ku berî wê jî bi kerwanê sivîlan re piştgiriya Berxwedana Serdemê jî kir û çûbû Efrînê. Weke jineke têkoşer û berxwedêr derbasî Serêkaniyê bû. Dirûşmên piştgiriya şervanan li wir berz kir û mohra xwe li Berxwedana Rûmetê xist. Êdî dengê dayika min dengvedana berxwedana ku li wir dihat meşandin bû. Dewleta tirk kerwanên sivîlan hedef girt û dayika min gihişt asta şehadetê. Rast e dayika me bû, lê îro bû dayika hemû şervanên parêzkar. Ez bi şehadeta wê serbilind im. Ez ê gavê xwe jî li gor xeta ku ji min re diyar kiriye bavêjim û ez ê domdara xeta azadiya dayika xwe bim."
 
'Di nava eşqa felsefeya azad de em gihaştin hev'
 
Rêhevala Yadê Eqîda Beda Ehmed ku di her kêliyên têkoşîna wê de mil bi mil pê re bû qala rihê wê yê hevaltiyê dike û wiha dibêje: "Ji salên demdirêj ve min Dayika Eqîda nas dikir. Ji bo min hevaleke herî rast bû, kar û xebatê xwe hemû kiribû xizmeta vî welatî  û her di nava têkoşînê de bû. Me bi hev re gelek êş kişandin û li kêleka wê jî me rojên berxwedan û serkeftinê jî bi hev re derbas dikirin. Rêzdarî û qîmet dida hemû dayikan û deriyê mala wê her ji mirovên welatparêz re vekirî bû. Me fikrê azad bi hev re nas kir û di nava eşqa felsefeya azad de em gihaştin hev. Hevaleke şêrîn bû li ber dilê min û bi kêliyên jiyan û şoreşê re jî em bi ser ketin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re em pir bandor bûn, bi hev re jî me cilên reş ser bejna xwe de anî. Bi hev re jî em hertim li çalakiyan, grevên birçîbûnê û li her qadên şoreşê bûn. Me bi hev re jin birêxistin dikirin û weke dayikên şoreşa jinê em dihatin pênasekirin."
 
'Eqîda sembola berxwedana rûmetê bû'
 
Beda di dewamiya gotina xwe de li ser rojên xwe yê têkoşîn û xebatên bi yadê Eqîda re ev tişt got:"Di dema serweriya Rêjîma BAAS’ê de me bi dizî kar dikir. Me gelek îşkence bi hev re ji rejîmê dîtiye û me bi hev re jî biryara domandina xebatan dida. Eqîda ji nava gurûpa me dayikan bû pakrewana şoreşê. Rast e me hevaleke xwe winda kir, lê em domdarên xebata wê ne. Ji ber me ji hevdu fêm dikir û xebatên me yek bû. Eqîda sembola dayika berxwedêr û berxwedana rûmetê bû."
 
'Ew mînaka serkeftina şoreşê ye'
 
Di dawiyê de Beda soza domandina xebata Yadê Eqîda da û wiha bi dawî kir: "Bi çûyîna wê ya Serêkaniyê me nizanîbû, ji ber em hemû dayik li merasîmê pakrewanên Berxwedana Rûmetê bûn. Me li telefona wê dixist li me venedigeriya, ez dikarim bêjim ew cara yek û dawiyê bû ji me qut bû. Dema me bihîst ku dewleta tirk kerwanê sivîlan hedef girtiye, dilê min hîs dikir ku rêhevala min êdî xatirxwestina dawiyê xwest. Şehadeta wê pir giran bû. Em ê her wê wekî mînaka serkeftina şoreşa xwe bi nav bikin û wiha jê re bibin nîşanên serkeftinê."
 
Sibehê: 'Hevrîna mîn pira gihandina azadiya jin û civakan bû'