Li Agiriyê Navenda Jinan a Zîn hat vekirin

  • 19:04 24 Mijdar 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ- Li Agiriyê ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan Navenda Jinan a Zîn hat vekirin.
 
Ji aliyê şaredariya Agiriyê ve Navenda Jinan a Zîn hat vekirin. Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr, hevşaredara Agiriyê Hazal Aras û gelek kes tevli bûn.
 
Li navendê wê jî bo jinan piştgiriya psikolojik û rehberiyê bê dayîn. Navend her wiha hedef dike ku hişmendiya civakî ya li dijî tundiya li ser biafirîne.