Fatma Bor hat berdan
- 21:30 24 Mijdar 2024
- Rojane
BEDLÎS- Fatma Zozan Bor ku ji ber pêşangeha xwe ya bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Tetwanê vekir, bi hinceta naven jinên tê de cih digirin û xêzên kirine hat binçavkirin, pîştî îfadeyê hat berdan.
Ji aliyê Komeleya Aryen Huner ve di çarçoveya projeya ‘Ji Çaran Çar’ bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinan a Navneteweyî li Navenda Dan û Standinê ya Jiyan (AVM) ya Tetwanê pêşangeh hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên aydê hunermendên jin cih girtin û piştî demekê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Polîsan îdia kirin ku berlgeya desturê tuneye û du hîndekar hatin binçavkirin. Xebatkara Komeleya Aryen Hunerê Fatma Zozan Bor û kesek navê wê nehat zanîn birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê. Fatma Zozan Bor piştre bi hinceta lêpirsîn li Bedlîsê ye birin şaxa TEM a Bedlîsê û hat hînbûn ku lêgerîn tazî lê hatiye ferzkirin.
Hat hînbûn ku der barê Fatma Zozan Bor de bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Fatma Zozan Bor piştî îfadeya li Emniyeta Bedlîsê hat berdan.Hat hînbûn ku kesa navê wê nehatiye hînbûn jî hatiye berdan.