Ji Kadikoyê bang kirin:Em ê cîhanek bê tundî ava bikin

  • 21:01 24 Mijdar 2024
  • Rojane
 
STENBOL- KCDP, meclîsa jinan û federasyona femînîstên ciwan çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakî pêk anîn û peyama wê têkoşînê bidomînin dan.
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Meclîsên Jinan û Federasyona Femînîstên Ciwan li ber Operaya Sureya a Kadikoyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinan  a Navneteweyî çalakîpêk anîn. Endama MYK’a DEM Partiyê û Kordînasyona Jinan a navendî Canan Çalagan, seroka xebatên jinan a Partiya DEVA ya Stenbolê Nalan Ilgin, Berdevka partiya EHP’ê Ozgen Akman, Serokwekîla Baroya Stenbolê Rukiye Leyla Suren û gelek jin tevli bûn.
 
Dayika Ceyla Yuksel ya 20’ê tebaxa 2020’an de li Bornova ya Stenbolê hat qetiklirin, Fîlîz Demîral axivî û da zanîn ku AKP ji jinan çi dixwaze.
 
Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav jî axivî û daxuyakirin ku li dijî qetilkirina jinan li her qadê wê têkoşîna xwe bidomînin û cîhaneke bê tundî wê bi têkoşîna xwe ava bikin.
 
Li ser navê Federasyona Femînîstên Ciawn Guneş Akşahîn jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn k udi mehekê de 84 jin hatine qetiklirin û  got hikûmeta AKP’ê bi her awayî destê wan de dimîne.
 
Sekretera giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîlm jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Em ê dereng an jî zû tundiya mêr, pergala binpêker biqedînin. Em ê ji van xilas bibin. Di serî de jî em ê ji AKP’ê xilas bibin.”
 
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.