Ji 1998'an heta roja îro komploya navneteweyî (3)

  • 09:04 9 Cotmeh 2020
  • Dosya
'Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê Komploya Navneteweyî me'
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de wiha gotibû: "Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê Komploya Navneteweyî me. Pergala Îmraliyê jî ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin." 
 
“Bizmarê destpêkê li Moskowayê hat lêdan; bi serma xiyanetê hesiyam. Bizmarê duyemîn li Romayê hat lêdan; li pêşberî dek û dolabên zirav ên kapîtalîzmê min dest ji rûmeta xwe berneda. Bizmarê sêyemîn li Atînayê hat lêdan; li pêşberî xiyaneteke dostaniyê ku berê qet nehatiye dîtin, lal bûm, tevizîm! Bizmarê çaremîn li Naîrobiyê hat lêdan; radestî Tirkiyeyê hatim kirin ku bi cezayê îdamê li min digeriya. Di encama 'komploya çar mix' de li girtîgeha girava yek kesî ya Îmraliyê ya li Derya Marmarayê - Goristana Hades - hatim bicihkirin û di çar mixê de li benda mirinê (darvekirinê) hatim hiştin. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê komploya navneteweyî me.”
 
Me xwest pêvajoya destpêka komployê ya 9’ê Cotmeha 1998’an bi nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bînin ziman. Me ji Pirtûka ku Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a cîlda 5’emîn a bi navê Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk û her wiha ji Pirtûka Komploya Navneteweyî-Parastina Atînayê sûd  girt. Me mijarên wekî pergala Îmraliyê, teşhîrkirina Komploya Navneteweyî û pêvajoya derketina li Sûriyeyê girt dest. 
 
'Pergala Îmraliyê ji bo teslîmgirtinê bû'
 
Abdullah Ocalan Girtîgeha Îmraliyê wekî Guantanamo yê nirxandibû û wiha gotibû: "Pergala Îmraliyê ji aliyê pergala/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê pergalê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin. Hem ji aliyê mercên girtîgehê ve hem jî ji ber revandina li derveyî hiqûqê, dikarim bêjim ku girtîgeha Îmraliyê weke Gûantanamo ya destpêkê (Proto Guantanamo) xistine dewrê. Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYA'yê de ye, Ingîlistan û Îsraîlê roleke girîng lîstine.”
 
'Divê Komploya Navneteweyî bihata teşhîrkirin'
 
Abdullah Ocalan li Îmraliyê hewl da ku Komploya Navneteweyî teşhîr bike û di parêznameyên xwe de gelek aliyên teorîk ên komployê wiha anîbûn ziman: "Min planên wan pûç kirin. Cezayê îdamê hat rakirin, lê belê heta mirinê ez ê di nava tecrîda giran de li 'korîdora mirinê' ku ji îdamê jî xerabtir e û gav bi gav ber bi mirinê ve dibe, bihatima hiştin. Ev statuya ku hîn jî di nav de têm hiştin, bi pêkanînên tecrîda mutlaq didome. Di nava van şert û mercan de jî bi derfetên kêmî serê derziyê, bi rêya parêznameyên xwe min ê modernîteya demokratîk weke alternatîfa sîstem/cîhana modernîteya kapîtalîst a komploger baifiranda û bi vî rengî bibûma bersiv. Bi vî rengî Komploya Navneteweyî ji aliyê teorîk ve wê bihata teşhîrkirin û pûçkirin. Di pratîkê de jî wê hewldanên min ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk dewam bikira.”
 
'Li arena Romayê bikin xwarina li ber şêran’
 
Hevkarî û hewldana îstîxbaratan jî bibû mijara nirxandina Abdullah Ocalan û wiha gotibû: "Di revandina min de Gladiyoya NATO'yê, CIA, MOSSAD, MI6, MÎT a Tirk û îstîxbarata Yewnan hevkarî kirin. Ji bo karibim detayên komploya li ser mirina min hat amadekirin eşkere bikim û pûç bikim, divê bijîm. Ev yek a herî rast bû. Her tişt li ser mirina min hatibû amadekirin. Bi komployê re amadekarî kiribûn ku min mîna paketeke ji hewayê radestî şovenîzma Tirk bikin û lîstika ‘Li arena Romayê bikin xwarina ber şêran’ amade bikin. Encama ku dixwestin li ser mirina min bi dest bixin, 'Tirkiyeyeke windakirî, Kurdên windakirî' bû. Xwestin bi rêya komployê rê li ber şerekî bi dehan salan vekin. Yek ji xiyanetên herî mezin ê sedsalê xwe hîn weke dost û alîgirê azadiyê nîşan dida; xwediyên helwesta leheng û mezlûman jî wê bi awayekî bê rehm tune bikira û bida jibîrkirin."
 
...Sibêha 16'ê Sibatê...
 
Di 16’ê sibata 1999’an de Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevît ji raya giştî re aşkera kir ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan kêliyên ku anîne Tirkiyeyê bi wan hevokan anîbû ziman: "Heta kêliya li balafirê hatim siwarkirin Tirk tune bûn. Tirk di hundirê balafirê de bûn. Dema ku ketim hundirê balafirê, Tîma Taybet a Tirk bêyî ku tiştekî bêje yekser min li erdê dirêj kir. Rahiştin her tiştên bi min re, bi bantan her derê min girê dan, banteke qalind bi çavên min ve kirin û min li paş balafirê danîn. Hişê min hema bêjin bi temamî ji serê min çûbû. Min bi xwe re nedidît bimeşim, ne di wê rewşê de bûm ku bifikirim. Piştî du saetan hatim ser hişê xwe. Balafir du caran daket; cihê dest pê kê Misir bû, yê duyemîn jî Îsraîl an jî Qibris bû. Dema ku min bi keştiyê anîn girtîgeha girava yek kesî ya ku taybet hate amadekirin, sibeha 16'ê Sibatê bû…"
 
'Ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikrim'
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an Komploya Navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan dest pê kir û Abdullah Ocalan neçar hat hiştin ku ji Rojhilata Navîn derkeve. Abdullah Ocalan siyaset û planên ku di vê demê de hatin kirin di pirtûka xwe de wiha anîbûn ziman: "Derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo’yê re têkildar e. Eger em ji hevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîoyê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Di navbera van herdu beşan de berî ku ez ji Sûrî derkevim dîsa hevrikî û reqabetê serî dabû. Reqabeta di navbera beşên alîgirê diyaloga bi me re û dijberê wan de, bi piştgiriya Îsraîl û DYE’yê baskê NATO-Gladîo ango beşên alîgirên şer û îmhayê serdest bûbûn. Beriya derketinê bi demeke kin, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser bi israr peyam dida ku divê ez ji Sûrî derkevim. Min fikar dikir ku wê statuya me ya li Sûrî derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di rêya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya. Ez ne li ser xeta çarenûsî bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijçarenûsê nebû ku ez rabûma min xeta eskerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidaya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez durist bûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama.”
 
'Rêya yekem çiya û ya duyem jî Ewropa bû!'
 
Abdullah Ocalan fikar û firsendên ku di dema derketina Sûriyê de derketin holê wiha şîrove kiribûn: “Di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiya bû, ya diduyan jî rêya Ewrûpayê bû. Eger min rêya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şerê dijwar bibûya û eger min rêya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo rêya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Derdê rayedarên Sûrî ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewrûpayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev ciddî qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tunebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladîo’yê bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirî bidim. Hewcedariya vê mijarê bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYE’yê bi rêveberiya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nexasim di çareserkirina pirsgirêkên Ege û Qibrisê de îhtîmaleke xurt e, niyetên xwe diyar kiribin. Ji sedî sed divê mirov ji bîr neke ku Tirkiye di vê mijarê de dikare bêsînor paşve gavê biavêje."
 
'Ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo’yê nebîne'
 
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe de pêvajoya ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibatê 1999’an wiha nirxandibû : "Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYE’yê tu hêzê nikarîbû ev operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan deverê tu deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsyaya mezin jî bi awayekî pir eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî dikir. Li Romayê tedbîrên ewlekariyê yên li nava mala lê dimam her tişt eşkere li pêş çavan radixistin. Li gorî girtinê tedbîrên awarte girtibûn. Rê nedan ku ez gava xwe jî biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min jî bîstûçar saetan kontrol dikirin. Hikûmeta D’Alema hikûmeteke çepgir demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, nekaribû bi serê xwe biryarê bide. Li tevahiya Ewrûpayê geriya. Ingîlistanê jê re got divê ew bi xwe biryara xwe bide. Zêde piştgiriya wî nekirin. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di encamê de em şandin ber destê dadgeriyê. Di vê helwestê de ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo’yê nebîne. Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê gelekî bi hêz bû. Berlusconî tevahiya hêza xwe xistibû nava tevgerê. Ew bi xwe peyayê Gladîo’yê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya wê nikaribe xwe bide ber barê min, ez ji Îtalyayê veqetiyam. Ew pêvajoya jê re digotin Tirkiye weke şîpeke har global dibe, ya rastî, ew çîroka pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyê ji kapîtalîzma fînansê ya globalîzmê re bû û ne tiştekî din bû."
 
'Ji bo wan heyatî bû ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin'
 
Abdullah Ocalan, rewşa xwe, şerê cîhanê û rewşa Rojhilata Navîn di pirtûka xwe de wiha şîrove kiribû: "Di navbera senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina min de têkiliyeke xurt heye. Ya rastî, bi operasyona li dijî min tevgera dagirkirinê dest pê kir. Heman xusûs ji bo dagirkirina Afganistanê jî bi vî rengî ye. Ya rastî, ji bo bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gaveke girîng û pêşî operasyona li dijî min e. Ecevît badilhewa negot “Min bi ti awayî fêhm nekir ka çima Ocalan radestî me kirin.” Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Prensê Awusturyayê ji aliyê milletperestekî Sirp ve dest pê kir, bi awayekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min dan destpêkirin. Ji bo mirov pêvajoya piştî operasyonê fêhm bike, divê mirov baş fêhm bike ka çi bûyer berî û piştî operasyonê qewimîne… Eger ez li Îranê bûma, belkî hevgirtineke stratejîk pêk bihata. Di vê mijarê de jî ez bi Îranê ewle nebûm; ji helwestên wê yên ji rêûresmê fikarên min hebûn. (Kuştinên Simko û Qasimlo û komployên bi vî rengî, dekûdolabên di dîrokê de yên weke ji textxistina Keyayê Medan Astiyag ji aliyê Harpagos ve). Clinton û lîderên Kurdan ên Iraqê yên bi wan re di nava têkiliyê de bû, mayîna min li Sûrî ji bo armancên xwe yên stratejîk di cih de nedidîtin. Ji ber ku her diçû kurd û Kurdistan ji kontrola wan derdiket. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî bêzar bû. Wan nikarîbû rêveçûna bûyerên li Kurdistanê û derketina Kurdan ji kontrola wan qebûl bikin. Nexasim ji bo planên xwe yên derbarê Iraqê de bi cih bînin, ji bo wan heyatî bû ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin. Lewma li ser min ferz dikirin ku ez ji sedî sed veqetim û dev ji xeta azadiyê û nasnameya serbixwe ya kurd berdim."