Ber bi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin… (5)

  • 09:04 4 Adar 2021
  • Dosya
 
‘Roboskê serhildanda min ya ewil e, Gezî jî bû îtîraza min
 
Nişmiye Guler- Sena Dolar
 
STENBOL - Gulsum Elvan ku ji bo kurê wê Berkîn rondikên wê ziwa nebûn, li qadan hedef hat girtin. Gulsum bi israra xwe ya edaletê û biryarbûna xwe ya têkoşînê bû mînakek. 
 
Me navê wê di cenazeya kurê wê de ku rondik barand û lorand bihist. Kurê wê Berkîn Elvan ku bi guleya polîsan birîndar bû û 263 rojî têkoşîna jiyanê da, jiyana xwe ji dest dabû. Gulsum Elvan ku kurê xwe yê herî biçûk winda kir, êşa zarokê xwe ji kûrahî hîs kir û da hîskirin. Bû dayika hinekan û bû xwişka hinekan. Tevî ku li qadan hat hedef girtin jî dest ji têkoşîna xwe berneda.
 
Li rûyê wê şopa hêrsa ku jiyaye, di dilê wê de sikestina edeleta ku pêk nehatiye. Jiyana Gulsumê rastiya edeleta ku pêk nehatiye.
 
Gulsum li gundê Çogurluk a Pilûr a Dêrsîmê di 1972’yan de hat dinê û 42 sal şûnde carek din bi rastiya komkujiyê re hat rû hev. Belkî Berkîn şiyar nebû lê ji bo zarokên din neyên qetilkirin Gulsumê dengê xwe bilind kir. Em çîroka jiyana Gulsumê ji wê guhdar dikin.
 
“Ez li Pilûrê li gundê Çogurluk hatim dinê. Min heta pola 5’an a dibistana seretayî xwend. Em 9 xwişk û bira bûm. Bavê min nikaribû hewcedariyên me hemûyan bigire. Ji ber dibistana navîn û lîseyê li gund tunebû min dest jê berda. Min zexta dewletê cara ewil li gund jiya. Bavê min hem keya û hem jî mele bû. Cenaza Behzat Firîk yê wê demê bi îşkencê hat qetilkirin bavê min şûşt. Bi çavsorî hatibû kuştin. Zindî hatibû şewitandin. Ji ber bavê min ew defin kiribû bavê min wek şahid nîşan dabûn. Ji ber bavê min sê rojan di binçavan de ma. Gelek caran birayê min hat binçavkirin. 15 rojan di bin çavan de dima. Gelek caran rastî îşkencê hatin. Hîna ew tişt di hişê min de ne.”
 
Di 1996’an de Gulsum û malbata xwe koçî Stenbole dikin. Wek hemû kesî ew jî zor û zehmetiyan dikşînin. Nikarin bi zimanê xwe biaxivin.
 
“Ez dema dixebitim min Samî nas kir û em zewicîn. Sê zarokên min çêbûn. Min jiyana xwe li ser zarokên xwe ava kir. Navberekê hevjînê min nexweş ket. Ez bi roj diçûm konfeksiyonan û bi şev jî li salonên dawetê dixebitîm. Ez pir diwestiyam lê dema min zarokên xwe didît ez rehet dibûm, westandina min diqeya. Îtîraza min ya ewil Gezî bû. Em diçûn dadgehan me îtîraz dikin û me serî hildada. Ji ber em mafdar bûn. Ez êdî êşê najîm ez bi hêrsim. Hêrsa min êşa min çewisand. Beyî sedem kurê min qetilkirin ew ji min girtin.”
 
Serhildana ewil a Gulsumê li dijî komkujiya Roboskê dibe. Ev îtîraz û serhildan bi têkoşînê re tê gel hev.
 
“Dema min ew zarok dîtin min got na ne wisa ye. Yanî min li wir serî hilda. Piştî Geziyê em hemû guherîn. Ji ber hemû kes li kolanan bûn. Ne ji bo çend daran bûn di esasê de gel li wir teqiya. Piştî wê ji xwe min xwe di têkoşînê de dît.”
 
Gulsumê têkoşîna xwe bi gotina ‘em terorîstên pir xweşikin’ da venasîn û got ew bi xwe û zarokê xwe serbilinde.
 
“Ew me didin zorê em jî wan didin zorê. Em didin zorê û dest jê bernadin. Wê teqez rojekê em ê biserkevin. Ez bawerim. Mirov li dijî neheqiyê hêrs dibin. Ez xwe mafdar dibînim û zêdetir têdikoşim. AKP’î li me digerin û ji bo em dest ji dozê berdin pere pêşniyar dikin. Li hevjînê min digerin û dibêjin wê sulaleya we xilas be. Hevjînê min di telefonê de diqîre, dibêje ez naxwazim, ez kurê xwe dixwazim. Me ev red kir. Piştî vê jî li qadan ez hatim protestokirin.”
 
Gulsumê ku her roj taştê amade dikir îro dereng li ser sifrê kom bûn ji ber ku Berkîn çû nan bistîne. Ne Berkîn hat û ne jî nan hat...
 
 “Me taştê amade kir nan tunebû. Berkîn got ez ê biçim. Çû nîv saet derbas bû nehat. Li kolanê deng hat gotin ‘serê Berkîn şikestiye’. Qet tiştek nehat bîra min ji ber meş tunebû. Cîranek min hat ez hembêz kirim û giriya. Min fêm nekir çi bûye. Em çûn nexweşxanê. Yekî em bi kamyonê birin. Gotin di emeliyetê de ye. Di dilê xwe de min digot ez divê wê bidim jiyîn. Ez bi vê hêviyê jiyam. Baweriya min bi edeletê tune nayê. Lê em ê bi têkoşînê edeletê pêk bînin. Xwedî kujer li dadgehê bianiya hember min. Me pir got bila çek rawestin. Bila kes nemire. Li derve zarokên me yên wek zêr hene. Niha Bogazîçî. Ev ciwanên m emin li ser piyan dihêlin. Ya herî xerab çiye hûn dizanin. Yên dayik bûn jî ez li qadan hedef girtim. Ez êşa dayikan ji dil hîs dikim. Yên zarokên xwe wind akirine vê baş dizanin.”
 
Ne pêşeroj û ne paşeroj... êdî albûmek li malê nemabû.. Lê hêviya wê ji berxwedanê heye...
 
Gulsumê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî Berkîn min bîranînînên xwe dan ser hev. Yek ji bîranîna min ya herî xweş; dema ez bi hemû zarokên xwe re li malê bûm e. Ez ji bo xwe tiştekî xeyal nakim. Ez dixwazim her kes wekhev û azad bijîn. Berxwedana Bozgazîçî hêviyê dide. Bila li ber xwe bidin wê bi ser kevin. Berxwe bidin zarokno em ê rojên xweş bibînin. Ez ji wan hez dikim û ligel wani m.”