Ber bi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin… (6)

  • 09:01 5 Adar 2021
  • Dosya
 
Çîroka Dayika Aştiyê Havva: Min tu carî zilma mêran qebûl nekir
 
Berîtan Canozer- Sema Çaglak
 
AMED - Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran a ku tevî zext û zordariyan têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne, wiha dibêje: “Min tu carî zilma mêran qebûl nekir. Li ku dere xebat hebû min tê de cihê xwe digirt. Ji ber ku min di wê têkoşînê de azadiya xwe didît.”
 
Bêguman peyva aştî herî zêde li dayikan tê. Dayik, bi salane ji bo aştî pêk were û ev xwîn bê rawestandin têdikoşin, dimeşin, diqîrin û bedelan didin. Dayikên kurd çîrokên xwe bi aştî û têkoşînê ve dihûnin. Yên ku nobeta aştiyê dikin dayik in. Ji ber ku herî zêde dayik hesreta aştiyê dikişinin. Yek ji wan dayikan Havva Kiran a 62 salî ye. Havva ji eslê xwe ji navçeya Dêrik a Mêrdînê ye. Havva ev 12 sal in di nav Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê de cih digire û têkoşînê dide. Havva gelek caran hatiye binçavkirin û derbarê wê de sedî jortir doz û lêpirsin hatine vekirin. 
 
Havva gava qala serpêhatiya jiyana xwe dike di nav kûrahiya çavên wê de gelek bîranîn, hesret, berxwedêrî, hêrs û poşmanî jî dihewîne. Weke wan bîranîn dîsa jiyan dike, diteyise awîrên çavên wê. Havva dibêje di zarokatiya xwe de jî tu carî zilma mêran qebûl nekiriye û hertim li dijî derketiye.
 
“Zarokatiya min li Dêrîkê derbas bû. Em 3 xwişk 3 bira bûn. Ew çax bax û baxçeyên me hebûn. Wextên me bi wan karan re derbas dibû. Ez û bavê xwe hertim bi karên baxçeyê re mijûl dibûn. Bavê min însanek pir hişk bû. Pir tehde û zilmê li diya min dikir. Min jî ew zilmê qebûl nedikir û hertim li hemberê wî derdiketim. Gava ku tiştek pêwîst dibû kesek newêriya jê re bigota, ji min re digotin ku ez jê re bêjim. Wê çaxê ku ez hêj zarok bûm wî û dayika min şer kiribûn. Dibe ku mehekê şerê wan dewam kiribû. Rojek hat bi nigê xwe li peniya min xist û got 'Here gazî meleyê bike, ez ê diya we berdim'. Ez jî bi hêrs bûm û ji cihê xwe rabûm û çifta wî rahişt, fişengan xist û danî ber. Piştre bavê min got ev çi ye. Min jî got heke tu qala berdana dayika min biki divê tu me hemûyan bikujî. Diya min hingê ditirse ji min re digot 'wê hiş be ew ê te bikuje'. Lê ez netirsiyam. Çawa ku min wan gotinan jê re got siwarê hespê xwe bû û ji malê derket çû. Qey gelek bi hêrs bûye ku wisa bi lez bi hespê çûye. Ew çaxê ji hespê ketiye xwarê lewma parsiyê wî şikestibû. Êvarê hate malê ji min re got 'Ez ji hespê ketime, parsiyê min şikestiye. Ji min re hinek nivînên nerm bîne ez bikevim nav ciyan.' Min jî cihê wî çêkir û ket nav ciyan. Ew şevê di nav nivînên xwe de diyar bû ku gotinên min difikirî." 
 
Havva wêneya bav û diya xwe ya li ser sêpayê ku di nav çarçoveyên biçûk de dinêre û kûr diçe. Havva tîne ziman ku zilma mêr li her derê ye, wextê ku dibêjin mêr şîdet jî pê re tê.
 
“Bavê min ji derve de însanek wekî wî tune bû. Ji însanan re wisa baş bû. Lê belê gotinek heye ku dibêjin 'zilamên kurd li derve demokrat, welatparêz û zana ne, lê gava tên li malê hemû tiştan li ber derî dihêlin.' Bavê min jî kesek wisa bû. Bi vî awayî sal derbas bûn û em êdî mezin bibûn. Em sê xwiş hatin zewicandin. Em hersê xwîşk bi zilmên cuda cuda re rûbirû man. Em her yek çûn aliyekî. Piştî ku ez hatim zewicandin zilma hevjîn û malbata wî dest pê kir. 5 zarokên min çêbûn. Me bi feqirî û hesiriyê min zarokên xwe mezin kir. Dawiyê de rewşa me ya aborî baş bû. Piştre hevjînê min dest bi qûmarê kir. Bi vî awayî me giş warên xwe winda kir.  Piştî ku hevjînê min top avêt ji holê winda bû. Zarokên min giş biçûk bûn û diçûn dibistanê. Ez bi tenê serê xwe mabûm ku wan mezin bikim. Em jî çûn Denîzliyê li wir bi cîh bûn. Bi vî awayî zarok mezin bûn û ya mezin zewicî. Piştî salan hevjînê min bi kurê min a mezin re axivîye ku ez wî efû bikim. Em li hev hatin û ew jî êdî hate malê lê piştî 6 mehan dîsa dest bi qûmarê kir.”
 
Havva piştî ku dizewice û zarokên wê çêdibin danasîna wê ya bi têkoşînê jî dest pê dike. Ji bo Havva jiyanek nû dest pê dike...
 
“Hêj zarokên min hûrbûn ez diçûm girtîgehan, gava xebatek çêdibû ez tevlî xebatan dibûm. Lê ez bi dizî tevlî xebat û çalakiyan dibûm. Haya hevjînê min jê tune bû. Wê çaxê li Derê Çiyê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek hebû em jî tevlî bibûn û wêneyê me di rojnameyan de hatibû weşandin. Çend hevalên hevjînê min jî ew rojnameyê birin e qehweyê nîşanê wî dane û gotin e 'Hevjîna te di rojnameyê de derketiye' Hevjînê min gava wêneyê dît şaş mabû hate ji min re got 'Ez vê tiştê qebûl nakim, an ez an jî partiya te' min jî got ez dev ji vê têkoşînê bernadim. Bi vê awayî ez li Denîzliyê ketim nava rêveberiyê û xebatan. Bi taybetî xebatên jinê birêve dibir. Li ku dere xebat hebûya ez tê de bûm. Em li wir 11 sal man û piştre vegeriyam Amedê. Her sê kurê min niha li aliyê Rojavayê Tirkiyeyê ne."
 
Di têkoşînê de bi israr di azadî û aştiyê de bi israr e. Havva jî azadiya xwe di vê têkoşînê de dibîne...
 
“Min tu carî kesek guhdarî nekir. Çiqas ez di nav xebatan de cih digirtim meta min ji hevjîna min re digot 'Nehêle ku bikeve nav xebatan' lê min guhdarî wan nedikir. Ji ber ku min di wê têkoşînê de azadiya xwe didît. Me hebûna xwe tê de didît lewra me tu sînor nas nedikir. Ez tu carî jî nabêjim bes. Heke wek dayikek min bigota bes, min ê ji xwe fedî bikira. Min li ser vê rêyê xwe nas kir, hebûna xwe nas kir. Derbarê min de lêpirsin hatin vekirin û ez hatim binçav kirin lê min dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda. Heya ku rih di canê min de hebe ez ê li ser vê rêyê bimeşim. Ji ber ku ez ji demê re dikarim bibim bersiv. Îro heke di nav jiyane de hin tişt hatibe guhertin bi saya wê têkoşînê ye. Gava ku min ji bo aştî, wekheviyê û azadiyê ked dida ew çaxê wijdana min rehet bû. Bi qasî ku ji destê min hat ez ê ji bo aştiyê bimeşim, ji bo azadî û wehheviyê têbikoşim. Bedela wê çi bibe bila bibe lê ez di doza xwe de bi israr im."
 
Di jiyana mirov de hin rûdan pêk tên ku ji hişê mirovan dernakevin. Bêguman hem tiştên xweş hem jî tiştên nebaş di hişê mirovan de xwe zindî dihêlin.
 
“Wextê ku Abdullah Ocalan hatibû girtin, yekemîn car ez hatim binçavkirin. Bi hezeran kes hatibûn girtin û binçavkirin. Gelek dayik hatibûn binçav kirin. Wê demê keçikek jî bi me re hatibû lê haya malbata wê jê tune bû. Ew keçik pir digiriya, ew girîna wê keçikê qet ji bîra min neçû. Dayikek jî ligel me bû. Copek li tiliya wê xistin û tiliya wê şikandin. Lê belê herî zêde li ciwanan îşkence kiribûn. Jinek ciwan hebû, îşkenceyeke pir giran dît. Şert û mercên ku em tê de bûn pir xirab bû. Çend parî xwarinan diavêtin hundir lê kesek nedikariya bixwara. Gorima min jî ligel min bû. Gelek li wê xistibûn. Piştî ku em derketin min wê bir nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê bijîşkan got 'we îşkenceyê dîtiye çi bûye ji we?' Îşkence û zilma ku me li wir dît min tu carî cihek din nedît. Wisa wahşetekê mezin bû.”
 
Ev serpêhatî dibe sedem ku mirov xwe bax nas bike. Lê sal bi sal poşmanî û xêzên jiyanê di rûyê mirovan de bi cih dibin. Havva xweziya xwe ji zarokatiyê tîne ku dixwest hemû keçên kurd di zarokatiyê de perwerde bidîtina û li dijî jiyana heyî têkoşîn bidana. 
 
“Di zarokatiyê de mirov tiştên cuda difikirî û dixwest. Ango wê çaxê jiyanek wekî tenê em ê bizewicin û ji xwe re malekê ava bikin bû. Me jiyanê tenê di wê çaçoveyê de didît. Perwerdehiya keçen kurd bi vî şiklî bû. Bila bizewicin û di bin xizmeta mêr û zarokên xwe de bin. Lê piştî ku mirov xwe nas dike dibêje çima wisa bû û dibêjin xwezî hişê aniha berê de jî li ser me bûya.”