Berbi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin.... (7)

  • 09:04 6 Adar 2021
  • Dosya
Sena Dolar
 
Jiyana koçber a ji seyranê ber bi fabrîqeyan ve
 
STENBOL - Berxwedana Dîlbent Turker her çiqas bi berxwedana Sînbo rû bide jî berxwedana wê ji zarokatiyê dest pê dike. Dîlbent wiha dibêje: “Ji bo bijîm, rastî tacîzê neyem min têkoşîneke mezin da.”
 
Çîrokeke ku ji gund heta fabrîkayê dirêj dibe, ya Dîlbentê heye. Çîroka wê wek ya xwişkên wê yên di rêya Kalîforniyayê de koçî fabrîkayê, kirine ye. Em wê bi berxwedana Sînbo nas dikin. Dîlbent Turker û hevalên xwe ku mafên wan hat xespkirin, mehekê li ber fabrîkê ‘berxwedana kon’ pêk anîn û di encamê de mafên xwe bidest xistibûn. Dîlbent bi KOD-29 ji kar hatibû avêtin. Dîlbentê berxwedan ji xwe re kir rê û ji nûve li ber fabrîkê kon veda û vê carê li dijî ji kar avêtinan bê maf derdikeve. Berxwedana Dîlbentê didome.
 
Dîlbent di 1994’an de li Erdexanê tê dinê. têkoşîna wê li wir dest pê dike. Her jinek serhildane li dijî bêdadî û bêheqîqetê. Dîlbent jî yek ji wan jinan e. 
 
“Di malbata me de şîdet hebû. Em nikaribûn li dijî dê û bavê xwe derkevin, em li quncikekî rûdiniştin û digiriyan. Rojekê bavê min şîdetek dijwar li dayika min kir. Tevî ku min zanibû wê li min jî bixe, ez bi ser bavê xwe de çûm û min li bavê xwe xist. Ji ber tişta fêrî min kiribû ev bû. Ji wê rojê de ez bêdeng namînim û bi parastina cewherî bersiv didim.”
 
Wekî cihên din li Erdexanê jî dengê jinên ku bi şîdetê re rîbirû diman nedihat bihistin. Li vî bajarî jî rola jinê diyar bû û ev rol bi her rêbazê ji jinan re dihat ferzkirin.
 
“Li Erdexanê jî jin rastî şîdetê tên. Wek her derê. Em bi hinek rolên ku civakê ferz kirine mezin bûn. Li herêmê newekheviya zayendî heye. Li Erdexanê mêr diçin derveyê welat dixebitin. Hemû bar dikeve ser milê jinan. Jin pir zêde tên pelçiqandin.”
 
Dîlbent bi malbata xwe re berê xwe dide Stenbolê û li vir dest bi jiyanek nû dikin. Dîlbent di nava kelecaneke mezin de bû...
 
“Dema em bi malbatî hatin Stenbolê ez 14 salî bûm. Dema ji Pira Boxazê ya Stenbolê re derbas bûm kelecanekê ez girtim. Li Stenbolê min hema dest bi kar kir. Min garsonî kir. Carna 12 saet carna jî 16 saetan dixebitîm. Ez zarok bûm. Carna min digot ez zarokim çima wisa min dipelçiqînin. Ji min re giran dihat. Ez didam zorê.”
 
‘Rastî tacîzê hatim'
 
Li Stenbolê bi jiyanek din re rûbirû ma, aliyek kedxwarî, taciz û binpêkirina mafên zarokan... 
 
“Cihê karê min li herêma peravê bû. Ji ber mirov heta derengî ji derve bûn kargerî jî dereng dihat girtin. Bi şev dema diçûm malê li pey min mirovan gotin digotin, gelek kesî ez şopandim. Ev ji bo min tiştekî giran bû. Ez û xwişka xwe ligel hev dijiyan lê agahiya wê ji pirsgirêka tunebû. Min bi tena serê xwe têkoşîna li dijî pirsgirêkan da. Ji bo li ser piyên xwe bisekinim û rastî tacîzê neyê min berxwe da. Di zarokatiyê de min jiyaneke ku her kes ji hev hez dike, aram, xeyal dikir. Lê piştre mirov bi rastiyan re tê rû hev. Navbera civaka li Stenbol û Erdexanê gelek mezin bû. Li Erdexanê kêm be jî jiyanek komînal hebû. Lê li Stenbolê her kes hev binpê dike.”
 
‘Li Stenbolê têkoşîna min ya jinê jî dest pê kir’
 
“Min ji xwendinê hez dikir. Lê ne jîr bûm. Di pola 5’an de mamoste notên dersên min kêm kir û ji ber vê jî belgenameya takdîrê neda min. Baweriya min şikest. Piştre jî jiyana kar ji bo min dest pê kir. Li cihê kar nêzîkatiya li hember jinan ez pir ez eciz kirim. Li gorî mêran jinan kêmtir heqdest digirtin. Dema pirsgirêkek çêbibûna jin biçûkdixistin. Ji 14 salîya xwe de li dijî vê nêrîna li hember jinê min dest bi têkoşînêkir." 
 
Piştî ku li Stenbolê gelek tiştan re rûbirû ma, berê xwe da têkoşîna li dijî wê yekê û di jiyana wê de her tim lêpirsinek hebû...
 
"Her kesî serî ditewand. Her kes fêrî van tiştan bibû. Gelek caran serhildanên min bala hevalên min dikişand. Em rûniştin û me nîqaş dikir. Li kargeriya ku ez dixebitim li dijî jinan tacîz hebû. Li cihekî 6 salan xebitîm. Li wir hem zarok dihatin xebitandin hem jî jinên ciwan bi tacîza hoste û şefan re rûbirû diman. Çend caran em li derve bi jinan re hatin gel hev. Jin rastî mobîngê û tacîzê dihatin. Lê wan jî dizanibû ku divê tiştek wisa neyê qebûlkirin. Me biryar da ku em van derxînin holê. Em bûn yek û me gilî kir. Me rewş ji rojnameyekê re ragîhand û piştre midûr û du kesên hoste hatin derxistin. Xebata wir kêm be jî hinek rehet bû.Min tu car dest ji têkoşînê berneda. Ji ber min dixwest ez bijîm. Min lêpirsîn kir. Ez bi serde çûm.”
 
Dîlbent diyar dike ku dem bi dem bi pirsgirêkan re bê rû hev jî dest ji têkoşînê bernedeya.
 
“Li hin cihan mirov ditengijin lê min dest ji têkoşînê berneda. Ji ber min dixwest bijîm. Ji bo jiyanê neçar bûm têbikoşim. Dema mirov lêpirsîn bikin û bizanibin, dest ji têkoşînê berdan mirovan dirizîne. Ji bo ez nerizim min dest ji têkoşînê berneda. Min got ku divê ez vê hişmendiyê ji hinekên din re jî ragihînim. Dema karkerên jin xwe tengezar hîs bikira min ev qebûl nedikir. Mirov paçeyekê ji wan re vedikin û cîhanek hîn cudatir nîşan didin. Di encamê de mirov dernakevin derveyê bernameyên çapemeniyê. Jiyan ji wê sînor dimîne. Dema rastî neheqiyan tên nizanin ka çi pêngavê bavêjin. Di çapemeniya hewzê de nûçeyên întîxarê pir zêde tên dayîn. Lê cih nadin kesên li dijî vê têdikoşin, kesên li çareseriyê digerin. Jİ ber vê ji rê û bazen nizanin. Nîşandana vê peywira me ye. Ez ê heta dawî hewl bidim ku vê peywirê bînim cih.”
 
Dîlbent bi lêv dike ku xeyalên wê yên zarokatiyê kesk bûne û betonbûna pergalê xwe lê pêçandiye û piştî vê bêzariyê li pey xeyalên xwe diçe. Dîlbent gotinên xwe bi bîranîneke xwe didomîne.
 
“Li dibistana gund dema mirov ji dersê bimana, ev dihat wateya şîdetê. Ji ber vê ez li kolanan digeriyam. Dema digeriyam min jinek kîfş kir. Jİnek pîr bû. Vê jinê li kolanê sergîn kom dikir. Ez bi pey ketim û bûm mîvana wê. Rewşa wê ya aborî ne baş bû. Ez her tim diçûm gel wê. Piştre min bi hevalên xwe re rewşa wê parve kir. Me kampanyayek piştevaniyê da destpêkirin. Me li gund ji kesên ku rewşa wan başe pere xwest lê kesî neda. Me jî tiştên ku erzan didît bi bihayek hinek zêdetir firot û torek ava kir. Me ev piştevaniya xwe meşand û gîhand wê. Em zarok bûn lê me xwe berpirsyar dît. Min cara ewil piştevanî û hêza piştevaniyê li wir hîs kir. Piştre me kampanya berfireh kir û me alîkariyek baş bidest xist. Dema me ew alîkarî bir ji wê pirikê re, jiyana xwe ji dest dabû. Wê rojê qet negiriyam. Çima negiriyam? Wê kesê bi tena serê xwe têkoşîn dabû. Kesî ew nedît, lê me hinek tişt kirin. Hinek be jî me di rojên dawî de me ew kêfxwşe kiribû. Ev her tim di hişê min de ma. Ez bi vê her tim bawerim, alîkarî mirovan xweşik dike, baş dike.”
 
Dîlbent diyar dike ku dem bi dem bi pirsgirêkan re bê rû hev jî dest ji têkoşînê bernedeya.
 
“Li hin cihan mirov ditengijin lê min dest ji têkoşînê berneda. Ji ber min dixwest bijîm. Ji bo jiyanê neçar bûm têbikoşim. Dema mirov lêpirsîn bikin û bizanibin, dest ji têkoşînê berdan mirovan dirizîne. Ji bo ez nerizim min dest ji têkoşînê berneda. Min got ku divê ez vê hişmendiyê ji hinekên din re jî ragihînim. Dema karkerên jin xwe tengezar hîs bikira min ev qebûl nedikir. Mirov paçeyekê ji wan re vedikin û cîhanek hîn cudatir nîşan didin. Di encamê de mirov dernakevin derveyê bernameyên çapemeniyê. Jiyan ji wê sînor dimîne. Dema rastî neheqiyan tên nizanin ka çi pêngavê bavêjin. Di çapemeniya hewzê de nûçeyên întîxarê pir zêde tên dayîn. Lê cih nadin kesên li dijî vê têdikoşin, kesên li çareseriyê digerin. Jİ ber vê ji rê û bazen nizanin. Nîşandana vê peywira me ye. Ez ê heta dawî hewl bidim ku vê peywirê bînim cih.”
 
Dîlbent bi lêv dike ku xeyalên wê yên zarokatiyê kesk bûne û betonbûna pergalê xwe lê pêçandiye û piştî vê bêzariyê li pey xeyalên xwe diçe. Dîlbent gotinên xwe bi bîranîneke xwe didomîne.
 
“Li dibistana gund dema mirov ji dersê bimana, ev dihat wateya şîdetê. Ji ber vê ez li kolanan digeriyam. Dema digeriyam min jinek kîfş kir. Jinek pîr bû. Vê jinê li kolanê sergîn kom dikir. Ez bi pey ketim û bûm mîvana wê. Rewşa wê ya aborî ne baş bû. Ez her tim diçûm gel wê. Piştre min bi hevalên xwe re rewşa wê parve kir. Me kampanyayek piştevaniyê da destpêkirin. Me li gund ji kesên ku rewşa wan başe pere xwest lê kesî neda. Me jî tiştên ku erzan didît bi bihayek hinek zêdetir firot û torek ava kir. Me ev piştevaniya xwe meşand û gîhand wê. Em zarok bûn lê me xwe berpirsyar dît. Min cara ewil piştevanî û hêza piştevaniyê li wir hîs kir. Piştre me kampanya berfireh kir û me alîkariyek baş bidest xist. Dema me ew alîkarî bir ji wê pirikê re, jiyana xwe ji dest dabû. Wê rojê qet negiriyam. Çima negiriyam? Wê kesê bi tena serê xwe têkoşîn dabû. Kesî ew nedît, lê me hinek tişt kirin. Hinek be jî me di rojên dawî de me ew kêfxwşe kiribû. Ev her tim di hişê min de ma. Ez bi vê her tim bawerim, alîkarî mirovan xweşik dike, baş dike.”