Ber bi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin… (8)

  • 09:03 7 Adar 2021
  • Dosya
 
Ev çîroka bê nav a me hemûyan e…
 
Safiye Alagaş- Şehrîban Aslan 
 
AMED - Çîroka wê di 17 salî de dest pê dike. S. ku em ji ber ewlehiyê nikarin navê wê bidin di 17 salî de bi tecawizê rê rûbidû dimîne û piştre dibêje "Ez dikarim çawa têbikoşim" û dikeve nava lêgerînan.
 
Çîroka wê ya min ya te ya me hemûyane…Ew jiyana ku em lê hatin dinê û me tercîh nekiriye, bixwe re gelek zehmetiyan bîne jî, ji wê pêve guherînê ferz dike. Carna nav carna cih diguhere lê mirov bê nav bang dikin. Wê demê wateya tîpan namîne.
 
Di 17 salî de çîroka wê dest pê dike. Ji ber ewlehiyê navê xwe nade. S. di 17 salî de rastî tecawiza Mehmet Dogan tê. Bi tecawizkarê wê re tê zewicandin. S. bi salan şîdetê dibîne û 16 salan zewicandî dimîne. Êdî li dijî wê yekê dest bi têkoşînê dide, derî li ruyê wê tên girtin lê ew dest ji têkoşîna xwe bernade.
 
“Merhaba. Ji ber rewşê navê xwe nabêjim. Ez hêj 17 salî bûm bi tecawizê re rûbirû mam. Her wiha ez bi tecawizkarê xwe re hatim zewicandin. Zewaca min bi mehra olî bû. Min ew nas nedikir. Min du meh şûnde fêr kir ku ji xwe zewicandiye. Du jin hebûn ez ya sêyem bûm. Çawa pê hesiyam zewicandiye ji malê reviyam. Dest bi tehdîdan kir. Malbat tevlî vê bûn. Lê malbata min ez carek din şandim mala ku cehnem lê dijîm.”
 
Malbatê S. şandibû taritiyê. S. êdî ne berxwe diket, ber zarokên xwe diket û ji bo pariyek nan her roj bi tecawizê re rûbirû dima. Bi îşkenceyeke mezin rê rûbirû maye. 
 
“Rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk, ligel vê ya zayendî hatim. Mehmet bi bahîs, kumar dilîst, hişbir bikar dianî. Roj bi roj rewş dijwartir dibû. Ez dîsa ji malê reviyam. Mehmet her du zarokên min ji min girt. Li ser zarokên min zexta psîkolojîk dikir. Min bêriya zarokên xwe dikir. Ez dîsa ji bo zarokên xwe çûm.”
 
S. 16 salan deriyê ku lê dane namîne. S. ji ber tiştên jiyaye li mala xizmek xwe bicih dibe, lê li vir jî rastî tehdîdan te.
 
“Ez her şev diçûm qerekolê. Lê fêde nedikir. Qerekolê digot ‘tu dîsa hatî’. Mehmet bi kuştina malbata min tehdî dikirim. Ez li qerekolê digeriyam heta polîs dihat ew ji ber derî diçû. Çawa polîs diçû ew dîsa dihat. Tevî evqas min serlêdan kir jî biryara parastinê neda. Tevî delîl hebûn alîkarî nedan.”
 
S. ku ji qerekolê çareseriyek nedît, vê carê daxwaznamê dide serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dozgerî berê wê dide cendermeyan. Wisa dirêj dibe û diçe.
 
“Ji wir ez şandim wir. Dozgeriyê ez şandim cem cendermeyan. Cendermeyan jî tu tiştek nekir. Mehmet min nas nake min çarşefa reş li kolanê li xwe dikir. Ez xilas nedibûm. Min ji tu derê encamek negirt. Ez dîsa neçar mabûm vegerim mala xwe. Dîsa min heman tişt jiyan. Lê min tu car dest ji lêgerîn axwe berneda. Min biryara parastinê girt. Tevî ez dîsa tehdî dikirim. Carekê min xwest ez biçim stargehê lê ji ber 12 salî bû ez negirtim.”
 
Ji ber dema biryara parastinê diqede S. dîsa diçe dozgeriyê û dozger dibêje ‘Tu çi ji vî mêrî dixwazî, diyare pir ji te hez dike’. Li şûna 6 mehan biryara parastinê bê dayîn mehekê tê dayîn.
 
“Ez li derve rastî şîdetê hatim. Çûm qerekolê. Polîs got ‘dîsa tu hatî, du nahêlî em xwarinê bixwin’.Wan xwarina xwe xwar. Çay vexwarin. Piştre îfadeya min girtin. Polîsekî got ‘ji van deran here an jî wê tu pir bikişînî.’ Ew kes nedigirtin lê ji min re digotin ji vir here. Me encamek ji qerekolê negirt. Min got tevî biryara parastinê heye malbata min hatiye derbkirin.
 
Dozger got bavê te li ku ye. Min jî bavê min dikare rabe ser xwe. Dozger got ‘tu çima hatiye ev ne meseleya te ye’. Min got bavê min ji ber min hatiye derbkirin, tiştekî bikin an jî ez ê bidim çapemeniyê. Got ‘tu didî ku bide’. Ez hêrs bûm, qêriyam. Dozger got ‘biçe mala xwe rune. CÎMER heye her e li wir rune kahweya xwe bixwe. Li vir diqîrin. Li wir gilî bike. Tu li pey me neyê em ê li te bigerin’. Min serî li CÎMER’ê da. Piştî demekê polîs geriyan û gotin te nerehet dike an na.”
 
S. ku her tim navbera qerekol û edliyeyê de çû hat, herî dawî bi alîkariya parêzera Baroya Amedê Oyku Çakmak gilî dike û piştre jiyana wê diguhere.
 
“Min parêzer Oyku Çakmak nas kir û jiyana min guherî. Min mafên xwe hîn kirin. Êdî biryara tedbîr û parastinê girtibûn. Mehmet Dogan çend caran hat girtin û berdan. Tevî vê hîna jî em tacîz dikirin. Min bi malbata xwe re bajar terk kir. parêzera min serî li Dadgeriya Dadgeha Malbatê da. Biryara kelepça elektronîk hat derxistin. Lê ev biryar pêk nedihat. Biryara dîtina zarokan derket. Piştî min zarokên xwe didîtin jî tehdîd kirin. Ji zarokan re digot ez ê vê tiştê bi dayika we bikim.”
Min tu car serî li dijî şîdetê netewand. Tenê min digot ez xilas bibim."
 
Ji bo S. yê jiyanek nû destpêkiribû lê wekî difikirî tişt sererast neçûn. S. tu carî guh nedida tehdîtan lê xwediyê kar guh da tehdîtan S. ji kar derxistin...
 
“Hevalek min li min geriya û got navendek xweşikbûnê li karker digere. Ez pêşniyar kirim. Ez çûm. Min qebûl kir. Wan jî ez îqna kirim. Ez mehek û nîvê li wir xebitim. Wê nav berê jî vî kesî ez şopandime. Mala min nizanibû. Min pirsî, lê min fêr nekir. Rojekê li min geriya. Min telefon vekir ez tehdîd kirim. Dijûn li min kir. Ez bi mirinê tehdîd kirim. Min telefon girt. Got neçe kar. Piştre patron geriya û got êdî neyê kar. Pere daye hevalên cihê kar. Gotiye çi dike bi ke re tê gel hev.”
 
S. dibêje ku edliye û qerekolan çareseriyek peyda nekirin û got jin bi destê daraz û mêr tên kuştin.
 
“Tu dimrî dibêjin mir û cenazê radikin. Yên şîdetê dikin divê bên girtin lê em li malên xwe wek di girtîgehê de ne. Bifikirin qerekol êdî îfada min nagirin. Gelo cezaya van tehdîd û şopandinan tune. Bila dengê min bibihîsin. Bi girtina 10 rojan tiştek çareser nabe. Ez naxwazim mala xwe bajarê xwe terk bikim. Çima ez biçim stargehê. Rewşa zarokên min ji xwe nebaş e. Çima her tim bi fikar bin. Ez naxwazim êdî biçim qerekolê. Bila êdî ev kes j imin û malbata min dûr be. Ez tiştek din naxwazim.”