Ber bi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin... (9)
- 09:08 8 Adar 2021
- Dosya
Sembola têkoşîna mirovahiyê ya li dijî pergalê: Eren Keskîn
Nişmiye Guler - Sena Dolar
STENBOL - Eren Keskîn bi têkoşîna xwe her kesî heyran dihêle. Ligel ku evqas tişt jiyaye lê dîsa dest ji têkoşînê berneda. Ya wê şerê mirovahiyê ya li dijî pergalê bû...
Jinên ku rolên civakê li wan ferz kiriye, ji ser xwe avêtine hene. Jinên ku tevî hemû tiştî, serhildan ji xwe re esas girtine hene. Yên di sînorê hatine ferzkirin de nemane, li ber xwe dane û têkoşîn dane… Eren Keskî jî yek ji van e. Wê edelet, maf parast, berxweda û berxwedanê didomîne.
Em hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û parêzer Eren Keskîn ji devê binasin. Eren Keskîn kî ye? Ka em ji wê guhdar bikin…
“Bavê min kurdê Sêwasê û dayika min Çerkez e. Ez li Bursayê hatim dinê. Bavê min karmend bû. Malbata min di alî perwerdekirinê de xwe gîhandibûn. Di malbateke çepgir de ez mezin bûm. Tevî vê dayik û bavê min ne di hişmendiya nasnameya xwe de bûn. Ez ne wek kurdekê ne wek çerkezekî mezin bûm. Yekem car kurmetê bavê min di 13 saliya min de got hûn kurd in. Gelo kurbûn çawa bû? Ez di 16 salî de bûm şoreşger û tevlî çalakiyan dibûm. Dirûşmeyên ‘Ji kurdan re azadî’ dihatin berzkirin. Ez jî kêfxweş dibûm. Piştî lîseyê min dest bi nîqaşkirinê kir. Malbata min perwerdekiribû. Dapîra min wê demê xwendibû. Endezyara kîmyayê bû. Kalê min mîmar bû. Li gorî xwe çepgir bûn. Min tu car ji malbata xwe zext nedît. Ez azad mezin bûm.”
Daxwaza edeletê ya Erenê ji biçûktî de tê. Di temenê biçûk de biryar dide ku bibe parêze. Tişta ku Erenê dibe vê biryarê jî darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî bû...
“Temenê biçûk de min xwest ez bibim parêzer. Piştî Denîzan min biryar da. Ez pir biçûk bûm. Wê demê digotin Denîz Gezmîş hatiye Bursayê. Dema dayika min diçû cihekî digot ‘derî bigirin, kî li derî bixe bipirse, ger birayên we hatibin ji wan re derî vekin. Ji bili wê ji kesî re derî venekin.’ Min û xwişk û birayên xwe dua dikir ku ‘birayên me bên em veşêrin.’Em malbatî ji ber rewşê xemgîn û bifikar bûn. Piştî darvekirina wan min biryar da bibim parêzer. Ez tu car jî poşman nebûm.”
Xeyalên şikestî lê hêviyên bêdawî…
Di zarokatiyê de xeyalên her kesî hene. Mînak mirov cîhanek çawa dixwazin. Yê me kîjanî xeyala me tune ku? Eren jî niha di nokteya ku ji bo xeyalên xwe yên zarokatiyê de têdikoşe ye.
“Min cîhaneke azad ji bo ku mirov wekhev bijîn, azad bijîn xeyal dikir. Dibe ku ji ber malbata min min wisa difikirî. Bêguman pir caran xeyalên min şikestîn. Ez dibînim ku li Tirkiyeyê hîna jî qirkirina Ermeniyan neketiye rojava çepa Tirk. Ev tiştekî bi êş e. Ez dibînim ku qirkirina Dêrsîmê hîna neketiye rojevê. Mijara kurd hîna jî bi awayekî baş neketiye rojevê. Ji ber vê jî em di gelek mijaran de kêm dimînin. Em li erdnîgariyek wisa dijîn. Dewletek pir totalîter heye. Ev dewleta totalîter bi îdeolojiya fermî gel bi teşe dike. Ji ber vê gelek caran xeyalên me dişkên. Ev ne tenê ji bo min ji bo her kesî wisa ye. Lê tevî şikandina xeyalan em têkoşînê didomînin.”
Eren ku şîdeta malbatê nedîtiye, di salên 90’î de şîdeta dewletê nas dike. Piştî wan salan şûnde jî şîdeta dewletê kêm nabe.
"Min di salên 90’î de şîdet nas kir. Ev jî ji ber polîsan pêk hat. Ez çûbûm dîtina muvekîlekî xwe yê binçavan de. Leyla Zana ew hatibûn binçavkirin. Polîsan ez girtim odeyê. Li dîwar wêneyên polîsên ji aliyê Dev Sol ve hatibûn kuştin hebûn. Serê min li hemû wêneyan xistin û gotin muvekîlên te vana ne. Lê ez piranî ketibûm dozên tevgera kurd. Piştre di derketinê de hewl dan min bi erebeyê bipelçiqînin. Wê rojê min şîdet jiya. Di 1994’an de li girtîgeha Amedê 11 girtî bi hesinan hatibûn qetilkirin. Ez û parêzer Osman Ergîn bi hev re ji Stenbolê çûn Amedê. Me li wir hinek lêkolîn kirin. Di vegerê de wesayîta me hat gulebaran kirin. Ji bo tirsandinê ev kirin. Di 2001’ê de jî kesek hat ÎHD’ê û gule barand. Hevalekî pê girt. Ez wê demê ji mirinê xilas bûm. Kesê bi navê ‘Kurê tenê’ piştre hat girtin û di rûniştinê de got bi şaşî bûye, niyetek min ya nebaş tunebû û min xwestiye ez ala tirk diyariyê Erenê bikim. Piştre hat berdan.
Tiştên min jiyan ne tişteke. Hevalên min hatin qetilkirin. Wê demê gelek hevalên me hatin qetilkirin. Em ketin otopsiya hevalên xwe. Ev jî şîdete. Mînak dema Medet Serhat hat kuştin em neçar man bikin otopsiya wî. Bi girî em ketin hundir. Yanî me wisa şîdet jiya. Salên 90’î bi xof bûn. Lê îro jî şîdet didome. Dîsa binpêkirinên mezin tên jiyîn. Binçavkirin hene. Ji ber ez Gerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê xuya dikim 26 sal cezayê min heye. Em tu car nikarin jiyana xwe plan bikin. Ji ber sibê çi dibe em nizanin. Em her tim li ser medyaya civakî tehdîdan digirin. Em her tim tên şopandin. Tehdîdên mirinê tên kirin. Ev hemû şîdete.”
Eren, îtîrazê tiştên ku hatiye sere wê, dike. Serhildana ewil, lêpirsîna ewil wê demê dest pê dike...
“Li taxa me zarok diçûn kursa Kuranê. Min ji got ez ê jî diçim. Dayika min nehişt. Got ‘tu zarokî çi eleqa te bi ol heye.’ Min got ez diçim. Min jî serê xwe girt û çûm kursê. Li kursê ez bi tacizê re rûbirû mam. Meleyê li wir ez tacîz kirim. Min kulma xwe lê da û ji wir derketim. Ez vê demê di diçûm pola 4’an. Çûm malê min ji dayika xwe re got. Min got ez êdî naçim. Îtîraza min ya ewil ji wir dest pê kir. Di esasê de min dest bi lêpirsîna ol jî kir. Li hember baweriya mirovan rêzdariya min heye. Lê min di zarokatiya xwe de dît ku olên yek xweda, çiqas serdestiya mêr in."
Eren di atmosfera malbatê de wateya ked û têkoşînê fêr dike, hewl dide trajediyên bûye şahid bide bihistin...
“Min têkoşîna mafê mirovan esas girt û min biryar da bikevim ÎHD’ê. Ez zêde nakevim siyasetê, ji bo parlamenteriyê pir hatim pêşniyar kirin lê min tu car dest ji mafên mirovan berneda. Ez ji vê jî kêfxweşim. Başe ku min ev qad tercîh kirine. Ji ber wê demê her tim mafê mirovan yê îtîrazê heye. Lê di siyasetê de li gorî pêşketinên siyasî mirov neçarin helwestê biguherin. Lê qada mafê parastinê wisa nîne. Her tiştî dikarî her tim bêjî. Ji ber vê kêfxweşim.”
Eren ku her tim rastî tehdîdan hat, bi înat dimeşe. Gelo çi ew ewqas berbi înatê ve bir?
“Bi taybet wek jinekê di têkoşînê de cih girtin zehmete. Dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê min ev pir zêde jiya. Ez yek ji 12 parêzerên ewilî me. Dema em derketin holê ewil ji ser nasnameya jinê êrîşê me kirin. Gelek nûçeyê nebaş yên wekê ‘çûka Apo’ hatin çêkirin. Em li kolanan rastî êrîşê hatin. Serlêdanên sûc jî bê encam man. Darazê hemû êrîşên ji ser nasnameya jinê hatin kirin, nedît. Her tim dibêjin ‘hûn nafikirin ku dest jê berdin’. Piranî parêzer jiyanên rehet dijîn. Lê ez têkoşîna maf wek deyn dibînim. Evqas hevalên me mezinên me hatin qetilkirin ku, di serî de Apê Mûsa. Apê Musa 75 salî bû. Ew qetil kirin. Ji ber vê ez dibêjim ew her tim li cihekî me dişopîne. Ji ber vê min tu car dest jê berneda. 26 sal û 2 meh ceza min heye. Cezayên pere hene. Lê tu car nafikirim ku biçim cihekî. Ez naçim jî. Ji ber ku hevalên me girtîne. Dixwazin me bitirsînin. Ez bawerim ku em ê rojekê bi ser bikevin.”
Eren ku bi salan e têdikoşe terzeke wê ya xweser heye. Hem cil û berg û hem jî porê wê, her tim xweser bû. Gel jî ew wisa qebûl kir û jê hez kir. Eren hinek bîranên xwe wiha vedibêje.
“Ez çîrokek komîk bêjim. Demekê stajyerek min hebû. Birayê wê ji ber ku di nava tevgera kurd de hatibû girtin. Rojekê bi etekê kin diçe serdan birayê xwe girtîgeha Bayrampaşa. Birayê wê dibêje tu çawa bi vî etekê tê girtîgehê. Ew jî dibêje ‘Eren Xanim jî li xwe dike’. Birayê wê dibêje ‘ew Eren xanim e’. Ez dixwazim mirov azad bin. Ez ji makyaj, cil û berdan hez dikim. Yanî têkoşîneke wisa radîkal jî tê dayîn. Em tiştên ku ew ferz dikin red dikin. Dibêjin ya jinên kurd, çepgirt makyajê nakin. Ez van qebûl nakim. Bêguman ev tercîha kes e. Yên bixwazin dikin yên naxwazin nakin. Ji xwe sînorên wisajî wek berê tune ne.
Li Tirkiyeyê hemû kesê têkoşîna maf didin teqez tên girtin. Eren jî hatibû girtin...
“Ez di 95’an de hatim girtin. Hîna hevalên min yên jin hene li wir. Mirov li girtîgehê her tiştî difkire, mirov dibêjin çima ez li virim. Ji ber nêrînan girtî bûm. Ez ji girtîgehê hîn bêtir xurt derketim. Ji bo piranî kesî wisa ye. Mirov zêdetir zana dibin. Tecrubeyek cuda bû ji bo min.”
Bîranîn… Bîranînek Erenê jî heye ya ku qet ji bîr nake..
“Apê min ji hevjînê xwe veqetiyabû. Du kurê wî hebûn. Cara duyem dizewicî. Ew jin jî ermenî bû. Navê wê Jisefîn bû. Min pir jê hez dikir. Ji kalê min re gotin dê jinek ermen re bizewice. Ez wê demê 12-13 salî bûm. Kalê min got 'ger muslimantiyê qebûl bike wê dibe'. Got 'wê navê wê jî Hulya be'. Ez tu car ji bîr nakim. Min ji dayika xwe re got ‘ez niha dibêjim Amûjna Josefîn an jî Hulya? Dayika min got 'hûnê bêjin Josefîn'. Vê gelek bandor li min kiribû. Gelo çima li mirovan zor tê kirin ku nav û ol bê guhertin. Min qirkirina ermeniyan di 16 salî de hîn bûm. Amûjina min ji min re got. Vê gelek bandor li min kiribû.”
Pirsa, di jiyana rojane de Ereng çi dike atmosferek hesyatiyar diafirîne. Ji ber ku Erenê salek berê dayika xwe winda kir.
“Sibehan radibim pirtûkan dixwînim. Roja nexwînim xwe sûcdar hîs dikim. Yanî bi xwendina pirtûkan dest bi rojê dikim. 3 pîsîkên min hene. Piştre diçim ser kar. Di dema pandemiyê de tiştek nabe ji xwe. Aramî û kêfxweşî tiştekî girîng e. Filman temaşe dikim.
Ez ji karê xwe hez dikim. Ez nabêjim ‘ayy tiştekî bi xof e.’ ger li vê erdnîgariyê mirov li dijî îdeolojiya fermî têkoşînê bidin, yanî mijara kurd, qirkirina ermenî û mijara Kibris... Ger mirov li dijî vê bin ji xwe rastî zextan tê. Ne tenê ez em hemûya dibînin. Ger mirov tirsê nedin ber xwe her tişt hêsantire.”
Gelek kes Erenê nas dike. Ji bo çapemeniya jinan a kurd girîng e. Gerînendeya giştî a jin ya ewil Gurbetellî Ersoz e. Ji ber Eren li mîrateya wê xwedî derket ceza girt.
“Gurbetellî jinek azad bû. Têkoşîna jinê heta wê demê pir pêş neketibû. Tevî vê jinek xurt bû. Min gerînendetiya giştî bi aktîf nekir lê ji ber Gerînendeya Giştî têm dîtin serbilindim. Ji ber Gurbetellî jinek bi rumet bû.”
Eren derbarê têkoşîna xwe de jî dibêje xeyalên wan şikestî şikestî, têkoşîna xwe berdewam kirine.
“Mirov bi pêşketina temen fêr dibin ku xwedîhandina xeyalan zehmete. Mixabin ji 1915’an heta niha dewleteke ku neguheriye heye. Ev nêrîna sentezî ya Turk îslam û îtîhatî hemû rengan diçilmisîne. Ji ber vê me xeyalên xwe şikestî şikestî jiya. Lê ev xeyalên me tên sînorkirin jî me têkoşîna xwe berdewam kir.”
dawî bû