Komkujiya Roboskî destpêk bû

  • 09:06 23 Kanûn 2021
  • Dosya
Rojda Aydin - Habibe Eren
 
ŞIRNEX - Di 10’emîn salvegera Komkujiya Roboskî de edalet hêj jî pêk nehatiye. Îktîdara AKP’ê ku digot “Di serdema me de qetlîamên kiryarên nediyar nîn in”, Roboskî bû destpêka gelek komkujiên ku “kiryarên wan diyar in.”
 
Di 28’ê kanûna 2011’an li gundê Roboskî ya Qilabana Şirnexê 34 kes ku piranî jê zarok bûn, dema derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn û ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin. Li ser bûyerê 9 sal derbas bûn. Ji kesên hatin qetilkirin 19 kes di bin 18 saliyê de bûn. Zêdeyî nîvê kesên jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê bûn. Ev komkujiya li hemberî gundiyên ku bi salan e bazirganiya li ser sînor dikin û bi vî awayî debara xwe dikin, piştî 12 saetan şûnde bi daxuyaniya TSK’ê di nûçeyan de cih girt.
 
Roboskî destpêka rêze komkujiyan bû
 
Di 10 salên derbasbûyî de li Roboskî heta îro yek ji perpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin û li Roboskî edalet pêk nehat. Dewlet her tim li pêşiya kesên ku dixwazin edaletê li ber çavên civakê pêk bînin, tên astengkirin. Îktîdara AKP’ê ku digot “di serdema me de qetlîamên kiryarên nediyar nîn in”, Roboskî bû destpêka gelek komkujiên ku “kiryarên wan diyar in.” Piştî komkujiyê serfermandar di daxuyaniya xwe gotibû “hat fêhmkirin ku komên terorîst li herêmê kom bûne û xwe amade dikin ku êrîşî qereqol û baregehên me yên li ser xeta sînor bikin û hişyarî da yekîneyên têkildar” û ser komkujinê veşart. Her çendî tê zanîn ku berê herêm ne cihê pevçûnan bû jî, di qetlîama ku hat kirin de hewş hat dayîn ku ser rastiyan tarî bikin. 
 
‘Ev komkujî bû armanca tirsandinê’
 
Di raporên saziyên mafên mirovan ên ku piştî komkujiyê çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin de, hate gotin ku “ev komkujî bû armanca tirsandinê.” Kesên ku di komkujiyê de sax xilas bûn Haci Encu, Servet Encu, Davut Encu û Muzaffer Encuyê ku birayên xwe winda kir, diyar kirin ku danê êvarê leşkeran rêya wan biriye û li ser sînor li wan dane sekinandin û piştre gule hatiye barandin. 
 
Manşetên Rojnameyan
 
Piştî komkûjiyê di 30’ê Kanûna 2011’an de di rojnameyan de ev manşet cih girtin: "Evrensel: Rewşa min wiha binivîsin (Kirvem hallarımı aynı böyle yaz), Radîkal: Balafirên hewayî bombe li 35 welatiyan barandin, Ozgur Gundem: Nîjadkujî, Taraf: Dewletê gelê xwe gulebaran kir: 35 mirî, Bîrgun: Li Qilebanê komkujî, Huriyet: 35 mirî, gelek xemgînin, Mîllîyet: Ji 35 welatiyan re gule, Akşam: Wesayîta hewayî ya bêmirov (İnsafsız hava aracı), Vatan: Xetaya qehrbûnê (Kahreden hata), Cumhuriyet: Balafiran sîvîlan gulebaran kir, Posta: Operasyon qeza bû, Haberturk: Li sînor xeteyek mezin, Star: Xelatiya wêranker, Sabah:  Sendroma Gedîktepe li qaçaxçiya xist, Zaman: Îstîxbarata kujer, Yenî Şafak: Xeletiya kujer, Aydinlik: Operasyon bi îstîxbara ABD’ê ve, Sozcu: Çekan hildikişandin, Yenîçag:  Ji rêgeha terorîstan re bombe: 35 mirî
 
Piştî komkujiyê daxuyanî
 
Di 30’ê kanûnê de Serokê wê demê Recep Tayîp Erdogan got “Ji ber hesasiyeta wan a di vê mijarê de li dijî çapemeniyê jî spasiya Serfermandar û asta fermandariyê dikim.” Alîkarî Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk jî diyar kir ku “Qileban operasyona qezayî ye” û komkujiyê bi qezayê di ser guhve avêtin. Di 1’ê adarê de Alîkarî Serokwezîr ê wê demê Bulent Arinç jî bi lêv kir ku “li Qilebanê mebest tuneye” û “dê xelet be ku meriv li benda lêborînek fermî bimîne” û got malbatên ku xizmên xwe winda kirine tazmînatê bidin.
 
‘Gelo dê kengî ji bo me mirovatiyê bixwazin' 
 
Hikûmetê ji bo kesên ku xizmên xwe winda kirine di meha sibatê de ji bo ser komkujiyê bigire “bi tazmînatê” ve ket nav hewldanan. Malbatan anî ziman ku “dema behsa tazmînatê tê kirin her roj birînên me zêdetir vedikin” û ev tiştan gotin: “Em vê weke gotina dawî ya ku tê gotin dibînin. Heta ku kujerên van mirovan neyê dîtin em ê tu carî tazmînata wan qebûl nekin. Heta ku ev bûyer neyê ronîkirin kujer hûn in.”
 
Di meha nîsanê de malbatên Roboskiyê tevlî civîna komê ya BDP’ê bû û heman gotinên xwe carekedin anîn ziman. Felek Encu ya ku kurê xwe yê 13 salî winda kir, ev tiştan got: “Kesên ku ji bo Sûriye û Fîlîstinê mirovahiyê dixwazin, gelo dê kengî ji bo me kurdan mirovahiyê bixwazin. Em ê tu carî tazmînatê qebûl nekin. Bi dirav nikarin me bikirin.”
 
BDP’ê komkujiyê bir Dadgeha Cezayê Navneteweyî
 
Di sala 2012’an de wekîlê Fermandarê Alay a Sînorê Bujeh ji peywirê hat wergirtin, 7 leşkerên wan jî ne ji ber komkujiyê ji ber bi hinceta “qeçaxçîtiya sînor piştgûh kirine” û “peywira xwe îhmal kirine” de lêpirsîn hat destpêkirin. Di 11’ê çileyê de jî di bin banê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a TBMM’ê de Komîsyona Bingeh a Qilebabê hat avakirin. Komîsyon şûna ku komkûjiyê ronî bike berpirsyaran parast û komkujî bi destên Meclîsê hat reşkirin. Îktîdara ku berpirsyaran danerazand, di derbarê Davut, Servet û Haci Encu yên ku di gulebaranê de sax xilas bûn bi îdîayên “dijberiya qanûna pasaportê”, “bi awayek dereqanûnî binpêkirina sînor” û “qeçaxçîtiya kelîpelên qaçax ên anîna welat” ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di 26’ê çileyê de jî Partiya Demokratîk a Aştî (BDP), komkujiya Roboskiyê bir Dadgeha Cezayê Navneteweyî.
 
Pêvajoya Hiqûqî
 
Di pêvajoya hiqûqî de ku wek “Doza Komkujiya Roboskî” tê zanîn, Serdozgeriya Komara Amedê di 11’ê hezîrana 2013’yan de bi hinceta “Bi xemsarî bûye sedema mirinê” di derbarê dosyeyê de biryara “bêpeywirî” hat dayîn û dosyeyê ji Serdozgeriya Leşkerî ya Serfermandar re hat şandin. Serdozgeriya Leşkerî ya Serfermandar jî di 7’ê çileya 2013’yan de biryara bêşopandinê da.
 
AÎHM di 2018’an de serlêdanê ret kir
 
Li dijî biryara bêşopandinê îtîrazên serlêdanên malbatan jî di 20’ê hezîrana 2014’an de hat redkirin. Hezar û 108 parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Ji ber rêyên hiqûqa navxweyî xilas bûn, di tebaxa 2016’an de li ser navên 281 kesên ku xizmên 34 kesan in serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME’ê jî serlêdana ji bo Roboskiyê ya di sala 2018’an de hatibû kirin bi hinceta “2 roj dereng maye” red kir.
 
Derbarê malbatan de doz hat vekirin
 
Di dema komkujiyê de doza derbarê 34 kesên ku di nav de Ferhat Encu jî heye bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirine, heqaret wezîfedarên leşkeran kirine, bi qestî teşebûsa kîştinê kirine” ji ber bertek nîşanê Qeymeqam Naîf Yavûz kiriye hatiye vekirin û doz hêj jî berdewam dike. Niha hîn 16 malbatên Roboskiyê ji ber tevlî bîranînê bûne li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê tên darizandin. Di bîranîna 500 rojî de biryara bêşopandinê hat dayîn jî derbarê malbatan de di navbera hezar û 3 hezaran de cezayê pere hat dayîn.
 
Kesên ku di komkujiyên de jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan zarok in navên wan wiha ye: “Karker Encu (16),  Seyîthan Encu (21), Nadîr Alma (26), Mehmet Alî Tosûn (24), Şervan Encu (19), Nevzat Encu (19), Osman Kaplan (31), Ozcan Ûysal (18), Selîm Encu (39), Vedat Encu (18), Mûhammet Encu (13),  Mahsûm Encu (17),  Bîlal Encu (16),  Erkan Encu (13), Husnu Encu (20), Savaş Encu (14),  Cihan Encu (19), Cemal Encu (17), Serhat Encu (15), Hamza Encu (21),  Celal Encu (15), Şerafettîn Encu (18),  Selam Encu (22), Bedran Encu (13), Fadil Encu (20), Huseyîn Encu (20), Aslan Encu (17), Şivan Encu (13) Orhan Encu (21), Zeydan Encu (25),  Salih Encu (16), Yuksel Urek (21), Adem Ant (19) ve Salih Urek (18).”