Têkoşîna Kadriye Encu ya ku nîvco mayî: Em kujeran nas dikin

  • 09:03 24 Kanûn 2021
  • Dosya
Rojda Aydin - Habîbe Eren
 
ŞIRNEX - Dayika Hamza Encu yê hat qetilkirin Kadriye Encu ya ku em wê ji têkoşîna wê ya edaletê ya di Komkujiya Roboskî de nas dikin, heta jiyana xwe ji dest da jî li benda darizandina kiryaran bû. Niha jî keça wê Aysel Encu têkoşîna edaletê ya ku nîvco mayî dewr girtiye. 
 
10 sal ser komkujiya Roboskî re derbas bû. Gundê Roboskî ya navçeya Qileban a Şirnexê piştî êrişa balafirên şer ên Arteşa Tirk a di 28’ê kanûna 2011’an de pêk hatî û di encamê de 19 zarok û bi tevahî 34 kes hat qetilkirin hat nasîn. Di komkujiyê de malbatên ku xizmên xwe winda kirin tu carî dev ji lêgerîna xwe ya pêkanîna edaletê bernedan. 
 
Malbatên Roboskî bi cil û bergên reş heta îro jî şîna xwe digirin. Yek jî wan malbatan dayika Hamza Encu Kadriye Encu ye. Kadriye ji bo pêkanîna edaletê û darizandina faîlan her tim di nav tevgerê de bû. Êdî dilê wê vê êşê ranekir û di 22’yê cotmeha 2021'ê ango îsal di encama qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Salek piştî komkujiyê Kadriye wiha bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kiribû: "Erdogan îro heye, sibê tuneye. Lê belê em kurd bi sala ne li ser vê axê ne. Erdogan canê me ji me girt. Lê belê ev ê dê li cem wî nemîne. Ji xwe em dizanin kî zarokên me kuştiye. Em kujeran nas dikin. Bila hemû kes bizanibe ku ji ber ku em kurd in em hatin kuştin. Em hem kurd in, hem xîzanin û hem jî qeçaxçîne. Yanî me mirinê heq kiriye!” 
 
‘Her tim di nav têkoşîna jiyanê de bû' 
 
Aysel Encu têkoşîna dayika xwe Kadriyeyê wiha anî ziman: "Kadriye di nava şert û mercên gelekî dijwar de têkoşîna jiyanê da. Dayika min li Roboskî ji dayik bû û mezin bûye û li wir zewicî. Bi sewalkariyê debara xwe dikir û hemû kar bar li ser milê wê bû. Bavê min jî di nav zilm û zordariyê de bû û di salên 1990’î de weke gelek kurdan hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Vê demê gelekî îşkenceyên dijwar dihat kirin. Her wiha dayika min jî bi bavê min re hat binçavkirin û 4-5 rojan li qereqolê man. Cerdevanî li wan dihat ferzkirin. Lê belê bavê min qebûl nekirin. Ji wê demê heta îro li dijî zilmê têkoşîna dayika min berdewam kir.”
 
‘Me nedifikirî ku 34 kesî bi hev re qetil bikin’
 
Aysel, wiha behsa roja komkujiyê kir: "Wê rojê me bi hev re xwarinê dixwar. Hamza ji bo ku derbasî sînor bibe amadekariyên xwe dikir. Hamza carna digot ‘dê rojekê ew ê me bikujin.’ Carna leşkeran li sînor pêşiya wan digirt, carna jî balafir di ser wan de digeriya. Lê belê me tu carî nedifikirî ku dê wan bikujin. Em difikirîn ku wan bigirin û barên wan hildin. Ji xwe gelek caran vê tiştê dikirin jî. Me tu carî neanî hişê xwe ku dê rojekê wan bikujin. Dema gotin birîndar hene, me digot yek an jî du kes in. Me nedifikirî ku 34 kesî bi hev re qetil bikin.”
 
‘Xwezî min wî behn bikira...' 
 
Aysel, diyar kir ku roja komkujiyê her tim dengê heron û balafiran hebûye û ji Hamza re telefon vekirine lê telefona wî girtî bûye. Aysel, dibêje ku piştre li wan geriyane û gotine birîndar hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gotin birîndar hene. Rewşa wan xirab e. Dayika min berê xwe da sînor. Lê belê Hamze nedîtin. Cenazeyê Hamze gelekî texrîb bibû. Di nava wê berfê de me nikaribû cenaze teşhîs bikin. Dayika min tim digot ‘min qet kurê xwe nedît, di dilê min de ma. Herî dawî min bidîta û wekî hemû kesan bikaribûma kurê xwe bêhn bikim.’ Beriya ku krîza dil derbas bike jî televîzyon temaşe dikir û gelek digiriya. Min jê re got ‘tu çima digirî. Zarokên hemû kesî çûne, ne bi tenê yên te. Pismam û gelek xizmên te jiyana xwe ji dest dan.’ Dayika min digot ‘xeyalên wî jî hebûn, wekî we zarokên wî jî hebûna. Min ê neviyên xwe bidîta. Ger ku bijiya dê 30 salî bûya.’ Min digot qedere, lê dayika min digot ‘ev ne qedere’.”
 
‘Ji bo edalet pêk bê di nav lêgerînê de bû' 
 
Aysel, destnîşan kir ku dayika wê heta jiyana xwe ji dest da jî her tim cil û bergên reş li xwekiriye û tevî Hamza şîna 34 kesên hatin qetilkirin digirt. Aysel, ev tiştan anî ziman: “Gelek têkoşîn da. Dayika min tim digot ‘çi pêwîst be ez ê bikim û edalet li ku be ez ê biçim li wir’. Daxwaziya wê her tim ew bû ku kiryarên kurê wê bên darizandin, kujer bên dîtin û edalet pêk bê. Ji ber vê yekê jî gelek diçû cihên wek Enqere û Stenbolê. Li ku derê çalakiyek hebûya dayika min berê xwe dida wir. Dayika min gelek bi hêstiyar bû. Dema wêneyên Hamza dinêrî tim rondik dibarandin." 
 
‘Dilê wê êdî vê êşê ranekir’
 
Aysel, wiha bal kişand ser helwesta dayika xwe ya li hemberî dewletê: "Dayika min li dijî tazmînatê derdiket û digot em tazmînatê nagirin û qebûl nakin, ji ber ku dixwazin ser bûyerê bigirin. Dayika min digot ‘Ez perê xwînê çawa qebûl bikim'.  Êdî Dilê wê vê êşê ranekir. Dayika min kengî kurdek bihata qetilkirin bertek nîşan dida û şîna wê digirt. Piştî Roboskiyê gelek komkujî pêk hatin û êşa hemû yan di dilê xwe de jiya.”
 
‘Mirina xwe pêş de hêst kir’
 
Aysel, bi lêv kir ku dayika wê hêst kiriye ku dê jiyana xwe ji dest bide û wiha behs kir: “Berê mehekê pêş tim digot ‘ez ê bimirim. Xwîşk û birayên xwe baş binêrin û xwedî wan derbikevin.’ Tim digot ez ê rojekê cihekê bikevim. Min ji dayika xwe re digot behsa tiştên wisa nehe. Min wê rojê hevîr strandibû. Min destûrê nedida ku tiştekî bike. Min çû tenûr pêxist, ew çû li ser tenûrê. Piştî ku hat got ‘destê min bigire ez ê bimirin.’ Min zavayê xwe geriya ji bo ku bi erebeyê bin nexweşxaneyê. Di wê navberê de krîza dil derbas kir. Heta ku me bir nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”
 
‘Wesiyeta dayika min darizandina kiryaran bû’
 
Aysel, destnîşan kir ku Kadriye beriya ku kiryar bên darizandin jiyana xwe ji dest da û got: “Heta ku jiyana xwe ji dest da têkoşîna xwe meşand. Ala têkoşînê ya dayika xwe niha min dewr girtiye. Em ê têkoşîna dayika xwe heta dawiyê bimeşînin. Çi ji destên me bên em ê bikin. Em dixwazin kiryar bên darizandin û edalet pêk bê. Dayika min digot ‘Wesiyeta min ew e ku dema ez mirim, min li kêleka Hamza defin bikin’. Dayika min tim digot heta ez li ser nigan bim ez ê têkoşîna xwe bidomînim." 
 
‘Tu carî li hember zilmê serî netewand’
 
Aysel, dawiya axaftina xwe de got ku dayika wê kesekê têkoşer û wêrek bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim alîkariya mirovan dikir. Li ku derê zehmetiyek hebûya diçû wir. Tu carî li hember zilmê serî netewand. Ji ber zarokan min nedikarî ez biçim cihekî lê dayika min tim diçû. Dayika min ji gelek dozan dihat darizandin."