Girtiyên Nexweş -1| Keça Muhlîse Karaguzel: Neberdana wan polîtîk e

  • 09:20 17 Çile 2022
  • Dosya
Dîlan Babat
 
ENQERE - Keça girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya di lîsteya nexweşên giran ya divê demildest bê berdan de cih digire, Zîlan da zanîn ku dayika wê tevî hemû zilmê dest ji têkoşînê bernedaye, berovajî vê zêdetir têkoşîn mezin kiriye. 
 
Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn.  Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek ceneze ji girtîgehan derketin. Girtî li girtîgehan hewl didin dengên xwe bidin bihistin. Di sala 2021’ê de 64 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
 
Lijneyên Şopandina îdarî bi qanûna di 2021’an de ket meriyetê jî bi awayekî kêfî înfazan dişewitîne. Bi hevkariya liljneyên şopandinê li girtiyan poşmanî tê ferzkirin, pirtûkên dixwînin, nameyên tên şandin, daxwaznameyên tên nivisîn dibin hinceta netahliyekirina girtiyan.
 
Li dijî vê xizmên girtiyan ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn,Gever, Sêrt, Çukurova û Stenbolê çûn Enqereyê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyan gelek hevdîtin pêk anîn. Ji bo girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û girtiyên nexweş xizmên girtiyan ‘nobetên edeletê ‘dan destpêkirin.  Girtiyan di serdana Enqereyê di 4’ê çile de dosyayek ji 11 rupel û 6 sernavan pêk tê dan saziyan. Di dosyayê de barê 38 girtiyên nexweşên giran de agahî hat dayîn û hat xwestin ku bên berdan. Ji girtiyên rewşa wan lezgîn û giran jinên girtî yên bi navê Rojbîn Çetîn, Semîre Dîrekçî, Muhlîse Karaguzel, Şîvekar Ataş û Fatma Ozbay heye.
 
Di vê çarçoveyê vê de di vê dosyayê de me beşek ji girtiya bi navê Muhlîse Karaguzel ya li girtîgeha jinan ba Bunyan a Kayseriyê girtiye re veqetand.
Muhlîse li Muşê tevî hemû zext û zordariyan dest ji têkoşîna azadiya jinê bernade û di 1963’an de li Muşê tê dinê. Muslîse bi daxwaza xwe naçe dibistanê û di 21 salî de tê zewicandin. Muhlîse bi saya hevjînê xwe têkoşîna azadiya jinê ji nêz ve nas dike û tevlî xebatên partiyê dibe.  Muhlîse li Muşê yekem hevseroka jine û ji ber têkoşîna jinê tê girtin.
 
Muhlîse li Girtîgeha Jinan a Bunyanê tê girtin û nexweşe. Di 2013’yan de bi hinceta tevli cenaza HPG’î bûye 10 meh ceza lê tê birîn. Muhlîseyê bi îdiaya endamtiya rêxistinê jî 8 sal û mehekê ceza girtibû. Ligel nexweşiya wê ya şekir, gelek nexweşiyên wê yên din hene. Muhlîse 63 saliye û du caran li girtîgehê qeyrana dil derbas kir. Keça wê Zîlan Karaguzel der barê dayika xwe de axivî.
 
‘Ji hevjînê xwe rastî dîtin’
 
Zîlanê da zanîn ku dayika wê ne tenê li dijî pergalê li dijî serdestiya mêr ya feodal ya li Mûşê serî hildaye û wiha pê de çû: “Dayika min digot ‘yên min diwestînin û qebûl nakin cîran û xizmên minin’. Rêxistinbûna bavê min ne wek ya dayika min bû. Piştî dayika min rêxistin kir şûnde ev gihişt astek din. Ji hevjîna xwe ya rêxistin kir gelek rastî dît. Neheqiyên berê li hevjîna xwe kiribû piştre ferq kir.”
 
‘Xwedî bawerî û hêzek mezin e’
 
Zîlanê wiha dirêjî dayê: “Dayika min di gelek qadan de cih girt. Bi taybet di têkoşîna jinê û ligel malbatên girtiyan bû. Xwe di xebatên jinan de pir baş îfade dikir. Li bajarê xwe li dijî rastiyê xwedî hestiyariyek mezin bû. Ji bo min ya herî pîroz hêza wê bû. Tevî evqas zilm û zextan têkoşîn meşand. Ligel zextan zêdetir têkoşîna xwe meşand. Dayika min xwedî hêzeke bi heybet bû. Bi hêza min ji wê girt, ez bûm xwedî hêzeke k udi 11 salî de her tiştî bikim.
 
Ew hevjînê xwe bi hev re tên girtin
 
Zîlanê got her tim dayika wê dihat girtin û berdan û di 2000’î de jî tê girtin, tê berdan salek şûnde vê carê bi bavê re tê girtin û got: “Dê û bavê min herdu jî hatin girtin. Ji bo me pir zehmet bû. Du heb xwişkên min zarok bûn. Min li wan mêze kir. Piştî demekê hatin berdan. Lê çend sal şûnde dîsa hatin girtin. Dîsa hatin berdan. Ji nûve hatin girtin. Surgunê Erziromê kirin. Li cihekî wek Mûşê girtina dayika min rastî bertekan dihat.  Zarokên cîranên me êdî bi me re nedilîstin. Dayikên wan destûr nedidan bi me re bilîzin.  Sedema wê girtina dayika min bû. Lê me ev nizanibû. Apê min bertek nîşanê rewşê dida. Bavê min ew ji malê der kir û pê re neaxivî. Bavê min piştgiriyek mezin dida dayika min.”
 
‘Li girtîgehê xwendin û nivîsandin fêr bû’
 
Zîlanê destnîşan kir ku hefteyê 9 deqeyan telefonê de diaxivin û ji ber vê em nikarin zêde biaxivin û wiha dirêjî dayê: “Dayika min got heval pirtûkan dixwînin. Bi jinan re li ser mijaran nîqaş dikin. Dayika min li girtîghê xwendin û nivîsandin fêr kiriye. Dayika min jî wek gelek girtiyan bi binpêkirina mafan re tê rû hev. Dayika min nexweşe. Lê raporê dewletê kêrî tiştekî nakin. Şekir, tansiyon, astim û gelek nexweşiyên wê yên din hene. Raporê nexweşxanê tune tên hesibandin. Di alî dermankirinê de astengî hene. Şekirê wê pir zêde ye. Divê saetekê dermanê xwe jibîr neke. Şekir bandorek mezin li çav û lingên wê kirine. Lingên wê hemû birînin. Ji çavên xwe 8 caran anjio bû. Divê emelyet bê kirin lê gelek bi rîste. Ji sedî 50 rîska ku çavên xwe winda bike heye. Li girtîgehê di rojekê de du caran qeyrana dil derbas dike. Lê 8 roj şûnde ji me re gotin. Li nexweşxaneya bajar a Kayseriyê min bi çavên xwe dît ku bi kelepçê bi nivînê ve girêdayê bû.”
 
‘Li dijî rumeta mirovahiyê ye’ 
 
Zilanê der barê rewşa dayika xwe de her wiha destnîşan kir ku piştî ketiye girtîgehê zêdetir rewşa wê giran bûye û got: “Derfeta ku girtî li girtîgehê baş bibin tune. Beriya her tiştî xwarinên wan pirsgirêka mezine.  Dermankirinek baş nayê kirin. Xwarinek baş nayê dayîn. Ev li hember hemû girtiyan pêk tê. Girtiyan gotin vê qebûl nakin, ger wisa bidome wê dermankirinê red bikin. Bi rastî ev li dijî rumeta mirovahiyê ye. Yekane sedema neberdana girtiyên nexweş polîtîke. Bi raporên ATK’ê girtiyan terkî mirinê dikin.  Em naxwazin dê, bav, bira û xwişkên xwe winda bikin. Yakene daxwaza me berdana wane. Ev şerma vî welatiye. Malbat çûn meclîsê lê rastî êrîşê hatin.”