
Înşakirina pergala civakî (11)
- 09:05 15 Tebax 2025
- Dosya
Li Rojava jiyana komînal
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Komîna ku li ser bingeha wekhevî, azadî û hevpariyê hatiye avakirin rê li ber jiyaneke nû vedike. Li Rojava mînakek şênber e û jiyana komînal bûye alternatîfa dewletê.
Jiyana komunal teşeyê rêxistinbûna civakî ya herî kevne. Ev modela jiyanê beriya dewlet, mulkiyeta taybet û çînan derket holê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku komun ne tenê yekîneyên aboriyê, heman demê de vejîna civaka ahlaqî û polîtîke.
Bi awayên cûda, di her serdemê de, komîn derketine holê û bûne alternatîf. Komîna ku li ser bingeha wekhevî, azadî, milkê hevpar û hevgirtina kolektîf hatiye avakirin rê li ber jiyaneke nû vedike. Di rojên dawî de wek pergalek alternatîf ji hêla raya giştî ve tê nîqaşkirin. Me jî di tevahiya dosyaya xwe de xwest li ser pênaseya komîn, di dîrokê de mînakên jiyana komîn û di rewşa îro de înşakirina komînê û nirxandinên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Di dawiya dosyaya xwe de jî me cih da komînên li Rojava.
Li Tirkiyeyê jî lêgerînên komînê ji berê de hebûn. Di salên 1970’ê de li gundan, komun hatin avakirin. Li hinek gundên Uşakê komîn hatin avakirin, li Fatsayê komîteyên gel hatin avakirin. Di roja îro jî mînak hene. Ev ferast salên dawî de bi hevkariya meclîsên jinan yên ekolojîst şênber bû. Koperatîfên çandinî, koperatîfên hilberînê, torên aboriya herêmî ya jin pêşengiya wê dikin, ne tenê hilberînê heman demê de jiyana demokratîk û etîk jî esas digire. Yek ji alava din ya ku rola jinê ji nûve pênase dike jîneolojî yanî zanista jinê ye. Jineolojî pergalek zanînê ya şoreşger ya li dijî tunekirina zanîna jinê ye. Jineolojî xebatên xwe di esasa jinê de dimeşîne.
Alternatîfa li dijî dewletê
Nirxandinên Abdullah Ocalan yên li ser komînan, yek hîmê paradîgma modernîteya demokratîke. Li gorî Abdullah Ocalan komun li dijî kapîtalîzm, yekparêzî û delwetê, teşeyê rêxistibûna alternatîfe. Yek ji nirxandina herî radîkal a Abdullah Ocalan, komîn li dijî dewletê alternatîfe. Komunalbûn demokrasiyê esas digire. Mekanîzmayên ku raste rast demokrasiyê esas digire ye. Abdullah Ocalan ku azadiya jinê dike navenda azadiya civakê, diyar dike ku komun cihên azadiya jinê.
Li Rojava komîn
Di 2011’an de bi şerê li Sûriyeyê dest pê kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Gelê Kurd deriyekî nû hat vekirin. Salên 2013-2014’an dema ku pergala nû hatiye avakirin fade dike. Vê pêvajoyê de esasa modela rêveberiya xweser a demokratîk de, komîn, meclîs, koperatîf ketin jiyanê. Li Rojava komînên taxan hatin avakirin. Komîn bi armanca çareseriya pirsgirêkan hatin avakirin.
Komînên taxan yên Qamişlo
Li Qamişlo di 2013’yan de komîn hatin avakirin. Di komînan de civîn hatin kirin û xizmetên wekê ceyran, av, nas û yên din bi gel re hat organîzekirin. Her komîn nava xwe de komîsyonên perwerde, aborî, parastin û dîplomasiyê ava kir.
Meclîs û komînên jinan
Yek ji lingê herî girîng a şoreşa Rojava pergala nûneriya wek hev bû. Ev pergala hevserokatiyê di meclîs û komunan de pêk hat. Jin xwedî mafê rêxisbûnê ne.
Li Tirespiyê jî di 2014’an de koperatîfa çandê hat avakirin û ev koperatîf çotkirina axê bi awayekî koleketîf û wekhev li gel parve dike. Ev avabûn di bin tehdîsa DAIŞ û komên radîlal de ava bû. Tevî hemû zehmetiyan hêzên parastinê ya gel (YPG-YPJ) bi hev re qadên jiyanê avakirin. Li Rojava mdoela komînal-rêveberiya xweser a demokratîk şênber bû. Gel raste rast tevli pêvajoyê bû û hîmê civaka nû hat avêtin.
Nimûneyek berbiçav
Salên 2013-2014 nîşana derketina berbiçav a modela xwerêveberiya komunal-demokratîk li Rojava bû ku bi beşdariya rasterast a gel bingehên avahiyek civakî ya nû danî. Komun, meclîs, rêxistinên jinan û kooperatîf ne tenê modelên rêxistinî bûn; ew di heman demê de pratîkên ku îhtîmala jiyanek alternatîf li dijî modernîteya kapîtalîst, baviksalarî û avahiyên dewletparêz nîşan dan bûn. Ezmûna Rojava mînakek berbiçav pêşkêş dike ku çawa edaleta civakî, wekhevî û hevgirtin dikare ji tunebûnê were avakirin.
Modela Rojava
Sîstema xwerêveberiya komunal û demokratîk a ku di navbera salên 2013 û 2014'an de li Rojava hatiye avakirin, modelek şoreşger pêşkêş dike ku li ser beşdariya rasterast a giştî, azadiya jinan, avahiyek pirçandî û aboriyek kolektîf disekine. Li her gund, tax û bajar, mirov dest bi rêxistinkirina qadên jiyanê, pêdiviyên xwe û pêşeroja xwe bi rêya îradeya kolektîf dikin. Ev pêvajo ku li ser paradîgmaya "Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan" a Abdullah Ocalan hatiye avakirin, ne tenê guhertinek di rêveberiyê de, lê di heman demê de ji nû ve avakirina zihniyet û têkiliyên civakî jî temsîl dike.