‘Karasetên xwezayê çavkaniya xwe ji hişmendiya deshilatdar digirin’

  • 09:01 12 Nîsan 2020
  • Ekolojî
Medya Uren - Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hawirnas Sîyajîn Seçkî derbarê kaosên civakî û xwezayê de bi ser hişmendiya talanker a Netew dewletan û wiha got: “Hemû kaos û qeyran di encama van hişmendiyan de xuliqî ne. Rexmê wê Tirkiye di van êrişên xwe yên talanker de bi israr e.” 
 
Vîrusa Koronoyê (COVİD-19) a ku bandoreke mezin li cîhanê kiriye, hemû welatan neçarî îzalasyona civakî dike. Di encama nexebitîna kargeh, fabrîqa, maşîne û êrişên li ser mirovan de gelek dîmenên balkêş derketin hole. Li gel ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin paqijbûna hewayê derketina lawiran û zêdebûna wan dersek mezin da mirovahiyê. Li ser van mijaran em bi Hawirnas Sîyajîn Seçkî re axivîn. Sîyajîn jî ji me re derbarê kausan û riya çareseriyê de nirxandin kir û got: “ Cîhanek nu li benda me ye.”
 
‘Bi karantînayê re xweza paqij bû’
 
Sîyajînê diyar kir ku karasetên îro  ku ten jiyîn yên weke qeyranên aborî, guhertina demsalan, qirêjbûna hewayê û di roja îro de pandemî çavkaniya xwe ji Modernîteya Kapîtalîst, Netew Dewlet ya ku ji roja civaka xwezayî heta niha li hemberî xweza yê ne digrin. Sîyajînê wiha berdewam kir: “Sedema pirsgirêkên tên jiyîn qeyranên wan pergala  bi xwe afirandiye ne. Vê pandemiyê ji Çînê hetanî vir erdnîgariyeke mezin  kiriye bin bandora xwe. Lewra di her welatî de buye sedema qeyrana tenddurustî û aborî û bi xwe re pirsgirêkên mezin ên civakî ji anîne. Ev ji tê wê wateyê ku hişmendiya talanker a Kapîtalîst bê sînor tevgeriyaye. Li gorî lêkolînên herî dawî di salekê de ji sedî 8.8 mirov ji ber qirêjiya hewayê zu dimirin. Bi derketina vîrusê re îzalasoyana civakî, karantîna, ne xebitîna fabrîqeyan û maşîneyan nişan da ku bêyî wan xweza paqij dimîne. Di nava meheke de îzalasyona civakî bandora xwe li ser xwezayê nişan da.”
 
‘Tirkiye di talankirina xwezayê de bi israr e’
 
Sîyajînê da zanîn ku ew bi karasetên mezin re rû bi rû ne û yên ev karaset afrandine jî hêzên serdest in. Sîyajînê got lewra ev hêz di aliyê rêbazên çareseriyê de kêm dimînin û wiha berdewam kir: “Li gelek deveran lawir daketin bajaran. Weke mînak li Galerê pezkovî û li Stenbolê ji ruvî hatin dîtin. Lewra îro em dikevin wê ferqê ku me çawa qada jiyana hemû zindîyan dagir kiriye.  Ango çend rojan xweza bê mirov û êrişên wê yên talanker ma ku ev jî bu sedem ku hewayek paqij bibe serdestê xwezayê. Divê ev bibe mînakek mayînde ji bo mirovahiyê, cîhan ne cihê me tenê ye. Lê li gel vê jî li Tirkiyeyê polîtîkayên talanker hîna ranewestiyane. Bi belvbûna vîrusê re li projeya xirakirina gola Salda lez kirin. Gelek cihên din ên di nava parastinê de ne ji bi heman rengî tên wêrankirin. Çemê Bartin hîna nu hate guhertin û beriya hefteyekê projeya ‘Kanal îstambul’ ket meriyetê. Di pêvajoyê de pêwîstbû ku tendurustiya gel were fikirîn. Lê em dibînin ku   ev şewb ji bo xwe veguherandina firsendê û li gorî berjewendiyên kesan kar tê meşandin. Bê berpirsyarî wê welat bikişîne nava karasetên hîn mezintir. Di aliyê xwezayê de jî bi heman awayî taluke heye. Mixabin em hîna êrişî xwezayê dikin. Li gel ku em hemû ji di ferqê de ne ku wê hertişt were guhertin.”
 
‘Ji dervî parastina  xwezayê tu rê tüne ye’
 
Sîyajînê destnîşan kir ku ji Modernîteya Kapîtalîst hetanî xweza di nava veguherînekê de ne.  Sîyajinê got di vê serdema veguherînê de divê em hertim têkoşîna bihevrebûna xwezayê biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro qeyrana aborî bi xwe re qeyrana civakî jî mezin dike. Di encama van  de bê guman emê bi qeyrana aborî û birçîbûnê re rûbirû bimînin. Ji ber vê sedemê divê em li xwezayê vegerin. Pêwîste em hişmendî û îdeolojiya endustriyalîzmê red bikin û li hemberî talankirinê divê em bi xwezayê re yekbûnê pêşbixin. Modernîteya Kapîtalîst hertim mirovê mezaxkar diafirîne. Divê li dijî van ferasetan mirovê hilberînker bên pêşxistin. Cardin li dijî karastên xwezayê ên weke lêhî û erdhejê divê em perspektîfên nu biafirînin. Ji derveyî parastina xwezayê tu rêyên çareseriyê tüne ne.”