‘Navenda Şîfageriya Jinê wê bibe bersîv ji hemû nexweşiyan re'

  • 09:03 27 Mijdar 2020
  • Ekolojî
Roj Hozan - Rojda Seyidxan
 
HESEKÊ - Jinên ku di navenda Şîfageriya Jinê ya dermanên xwezayî de li Jinwarê dixebitin, derbarê xebatên xwe de û feydeya van dermanan ji bo jin û zarokan wiha gotin: “Şîfageriya Jin ji dîrokê heta roja me ya îro heye. Em dixwazin rêbaza tedawiya bi dermanên xwezayî bibe sîstemek di nava civakê de û em di wê baweriyê de ne ku em ê bibin bersîv ji hemû nexweşiyên ku derbasî canê mirovan dibin. Em dixwazin ku bedana hemû jinan bi dermanên me rehet bibe.”
 
Di her serdemekê de rêbazên cuda ji bo şîfageriya xwezayî dihatin pêşxistin. Mirovên ku ev xebat jî didan meşandin girêdana wan bi xwezayê re pir qayim bû û di çêkirina dermanan de pispor bûn. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi avakirina Gundê Jinwar re dîsa jinan ev çand vegerandin rastiya wê. Niha li Gundê Jinwarê navendeke taybet ji bo Şîfageriya Jin hatiye vekirin û têde hemû cureyên gîhayên dermanên nexweşiyan bi rêbazên tedawiya xwezayî , tên amadekirin. Têkildarî mijarê Jinên ku li navenda Şîfageriya Jinê ya dermanên xwezayî dixebitin, derbarê xebata xwe de, feydeyên wê yên ji bo jin û zarokan nêrîna xwe bi me re parve kirin. 
 
‘Mirovan berê giya weke rêbazê tedawiya xwezayê bi kar dianîn’
 
Rêveberiya Navenda Şîfageriya Jin Hêvîdar Herekol destpêkê Şîfageriya Jinê ji me re danasîn û wiha got: “Şîfageriya Jinê ji dîrokê heta roja me ya îro heye.  Lê em dikarin bêjin ku di demên dawîn de dihat paşguhkirin. Beriya ku em dest bi xebatê bikin, me lêkolînên xwe kirin; bê Şîfagerî çiye û ji kîjan deverê tê?. Li ser esasê wê em kar û xebatên xwe didin meşandin. Şîfagerî berê , mirovan weke rêbazê tedawiyaxwezayî bi kar dianîn û hemû tiştên wê jî ji xwezayê ne. Ji gîhayên xwezayî derman tên çêkirin û li gor nexweşiyê derman tên çêkirin. Dayik û dapîrên me berê gîhayên xwezayî ji çiyayan kom dikirin û ji bo nexweşiyên sereke bi kar dianîn.  Niha em jî parastina vê mîrasê dikin. Lê piştî kapîtalîzm pêş ket dermanên kimyevî zêdetir hatin bikaranîn. Lê bi armanca ku em pêşî li vê bigirin di van salên dawiyê de êdî hêdî hêdî me çêkirina dermanan vegerand ser koka wê. Ev jî ji bo me karekî herî pîroz e ku civaka me bi rêbazên xwezayî tedawiya xwe bibîne.”
 
‘Armanca altirnatîfa me ya xwezayî ku laş zerarê nebîne’
 
Hêvîdar di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nexweşiyên ku bi mirovan re dertên û gîhayên ku tên çêkirin û wiha domand: “Di civaka me de gelek nexweşiyên sereke hene ku bi mirovan re derdikevin. Mîna nexweşiya piştê, tansyon, şekir, nexweşiya dil pir li pêş e û nexweşiya êşa çogan bi taybet bi mirovên temen mezin re zêde ye.  Em van nexweşiyan bi rêbazên xwezayî tedawî dikin.  Giya li çiyayan heşîn dibin, ji bo wê komkirina gîhayan jî ked û westandinek jê re pêwist e û her cureyek demsalên wan cuda ne. Ji meha Adarê û şûnde em dest bi komkirina gîhayan dikin, di kelegerma havînê de hin gîha hene ku divê em kom bikin ku vîtamînên wan di hundirê wan de bimînin. Ger ku gîha siharê zû bê komkirin tu feydeyê nade, divê di germahiyê de bê komkirin û hemû feydeyên germahiya rojê tê de bin. Ev yek jî zanebûneke kûr jê re divê. Dema ku em gîha kom dikin em li ber rokê dîsa hişk dikin, paşê dixin qotiyan û ku kîjan be em navan lê dinivîsin.  Ji bo ku bê zanîn ji çi nexweşiyê re dibe. Hin gîha hene em heşîn radikin, weke kirêm bi kar tînin di tedawiyê de. Pêwist e gîha her sal bên nûkirin, ji bo ku feydeya xwe li canê mirovan bike. Armanca altirnaîfa me ya xwezayî , ne ku em dermanên din red dikin, lê em altirnatîfa wê çêdikin ku zirar li mirovan nebe.”  
 
‘Em dixwazin rêbazê tedawiya xwezayî bibe di civakê de bi cih bikin’
 
Hêvîdar di nava gotinên xwe de destnîşanî pêşxistina projeya vekirina navenda Şîfaya Jinê li Gundê Jinwarê kir û pê de çû: “Jinwar gundê avakirina jiyanê ye û jiyan jî ji jinê dest pê dike. Me pêşxistina vê projeya xwe ji Jinwarê dest pê kir ku em bikaribin li cihê din jî pêş bixin. Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê dikanên biçûk hene ku dermanên xwezayî difroşin, lê wekî projeyek ewqas mezin tune bû.  Em dixwazin rêbazê tedawiya xwezayî di civakê de bi cih bikin. Ji bo ku mirovên civaka me jî bi vê yekê bawer bin.  Pêwist e em perwerdeyê li ser vê rêbaza alternatîf a dermanê xwezayî bidin. Niha li Jinwarê em perwerdeya Şîfageriyê didin û hemû jin jî beşdar dibin ku her jinek bikaribe di mala xwe bibe bijîşik.”
 
‘Piranî jin û zarok tedawiya xwe li gel me dibinin’
 
Hêvîdar qala pisporiya jinê di çêkirina dermanên xwezayî de kir û wiha got: ”Endamên me yên Şîfageriya jin hemûyan li vir perwerde dîtine û li aliyê din jî bijîşkên me yên pispor jî hene. Dayikên temen mezin heta asteke bilind bi me re bûne alîkar, ji ber ew mirovên xwedî tecrübe ne. Perwerdeyên me jî di derbarê danasîna nexweşiyan, laşe mirov, rêbazê tedawiyê û  bi taybet jî ji bo bedena jinê ne. Nexweşiyên taybet yên jinan û nexweşiyên giştî jî em tedawî dikin. Bi piranî li gel me zarok û jin tên tedawîkirin. Ev demek dirêje em xizmeta vê xebtê dikin.  Mirovên ku têne vir jî baweriya wan bi tedawiya xwezayî tê û rehet jî dibin. Em ne tenê mirovan bi dermanan tedawî dikin, em li mirovan guhdarî jî dikin û di warê psîkolojîk de jî em tedawî dikin. Ji bo wê jî hemû jin berê xwe didin Navenda Şîfaya Jinê ya Jinwarê.”
 
‘Em ji axa xwe sûdê digirin’
 
Hêvîdar di dawiyê de behsa rêbazên komkirina gîhayan kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: ”Di komkirina gîhayan de jî rêbazên me yên cuda hene, mînak pêwist e cihê ku gîha jê bê rakirin pir paqij be. Pêwist e madeyên kîmiyasal lê neyên reşandin. cihê ku em lê gîha biçînin jî pêwist e lawir û tu tiştek nêz nebe.  Li gund jî em gelek gîhayan û gulan jî diçînin. Hemû tiştên ku di jiyana me de tên bikar anînin ji destê me ne, em feydeyê ji axa xwe jî digirin. Em di wê baweriyê de ku em ê bibin bersîv ji hemû nexweşiyên ku derbasî canê mirovan dibin re.”
 
‘Em dixwazin ku bedana hemû jinan bi dermanên me rehet bibe’
 
Endama Navenda Şîfageriya Jinê Xûnaf Elî ku ew jî dermanên xwezayî çêdike derbarê xebata xwe de wiha got: “Çêkirina dermanên xwezayî pir baldarî jê re pêwist e. Em gîhayên xwe yên ku li erda nê şîn nabin ji çiyayên Ebd-El Ezîzê û kizwanan didin hev. Hin giyayan  jî em bi xwe diçînin û hin cureyên wan jî em ji gundên derdorê didin hev. Dema ku jin tên gel me xwe tedawî dikin, hestekî pir xweş em dijîn. Hin giyayan em dikin zeyt, hin jê jî em hişk dikin û hinekan jî em bi tezetî bi kar tînin. Rêbazên amadekirina wan de jî em zeytê bi kar tînin û yên din jî em bi xwe hûr dikin yan jî em baş diperçiqînin heta ku dibin kirêm. Em dixwazin ku bedana hemû jinan bi dermanên me rehet bibe.”
 
‘Dermanên xwezayi bê zirarin û feydeya wan zêde ye’
 
Xûnaf li ser cureyên dermanan axivî ku ji çi nexweşiyê re tên bi kar anîn û wiha bi dawî kir: “Zeyta beybûnê ji bo kulbûna sînga zarokan tê bikaranîn, sibehan bi avê re tê vegxwarin. Zeyta cateriyê ji bo mesaca laşe mirov e, dema ku êşa laş hebe, canê mirov pê rehet dibe. Zeyta gîhayê ninayê ji bo êşa serî tê çêkirin, dema serê mirov pir diêşê em serî pê mesac dikin. Gîhayê kelbeş ji bo zêdekirina şîrê dayikê ye, hin dayik dema zarokên wan çêdibin şîrê wan kêm e kelebş şîr zêde dike. Gîhayê xişxaşê jî dema mirov zikêşî dibe, qedehekê dikelîne û vedixwe. Gula mihemed û bi navê xwe yê din gulîsor jî ji bo dermankirina sînga mezinan tê bikaranîn. Gîhayê pincarê jî ji bo îltîhaba canê jinê ye bi taybet. Çîçeka eyn sefa ji bo birînan tê bi kar anîn. Gîhayê merwend ji bo mîda mirov pir başe. Pelê kîna jî ji bo hevsengiya lêdana dil başa, lê ev pel tên kelandin û pêhinkirin yanî nayê xwarin û vexwarin. Gîhayê pîjan jî ji bo birîna ye.  Dermanên xwezayi bê zirarin û feydeyên  wan gelek in.”