'Di salên 90’î de gundê me vala kirin û îro jî di bin avê de hiştin'

  • 09:12 13 Sibat 2021
  • Ekolojî
Rojda Aydin
 
SÊRT-  Piştî Bendava Ilisûyê qediya û bendavê av girt, tevî hin mezrik û gundan bi hezaran donim erd jî di bin avê de man. Gundiyên ku gund û erdê wan di bin avê de mane diyar kirin ku di salên 90'î de bi hinceta ewlehiyê gund dihatin valakirin, niha jî ji ber bendavan gund tên vala kirin û gotin ku paşeroja wan di bin avê de ma. 
 
Piştî Bendava Ilisûyê av girt tevî Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salan, 199 gundên girêdayî Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Êlihê di bin avê de man. Gundên ku xwedî dîrokeke kevnarin di salên 90’î de bi hinceta “ewlehiyê” hatin valakirin, niha jî ji ber bendavê di bin avê de man û şêniyên wan hatin koçberkirin. Gundên Sêrtê di bin avê de man û ji ber bendavê têkiliya wan bi Sêrtê re hat qutkirin. Gundiyên hatine mexdûrkirin dema tên Sêrtê piştî bi saetan li benda ferîbot û şikevê dimînin piştre  derbasî gundên xwe dibin.
 
Ji bo ku em biçin gundên aliyê din ên avê, em berê xwe didin ferîbotan û bi erebeyê siwarî ferîbotê dibin. Piştî 10 deqe şûnde em digihîjin aliyê din û berê xwe didin gundan. Em berê xwe didin gundê Seyfiyê Sêrtê. Dema em diçin li wî gundî Gûlîstan Teymur ku xaniyê wê di bin avê de maye bi kesereke mezin li ser rewşa xwe dinuhrîne û zahmetiyên dikişînin vedibêje.
 
‘Bi sedan gund di bin avê de man’
 
Gûlîstanê, anî ziman ku xanî û erdên wan hemû di bin avê de mane û wiha got: “Em dema ji Sêrtê dihatin gund 20 deqeyan dihatin. Xaniyên me hemû di bin avê de man û dewletê em mexdûr kirin. Ji ber bendavê rêyên gund hemû hatine girtin. Li gund baxceyên me hebûn. Me çandinî û ajalvanî dikir. Piştî bendav hat çêkirin hemû tune bûn. Dewletê tu fêde li me nekiriye tenê zerarê dide. Me berê heqê rê pir kêm dida. Lê em  niha ji gund heta cihê ku ferîbot û şikev radibin bi erebeyên gund diçin û zêdtir pere didin. Ji wir jî bi erebeyan dema em derbas dibin em dîsa pereyekî zêde didin. Şêniyên vêderê xizanin û ew qas qezenca wan tune ye. Donima erdê me bi milyara bû. Lê dewletê dest danî ser û pir kêm da me. Min ji xwe re xanî  nûh çêkiribû lê xaniyên min dest danîn ser û soza pereyekî pir kêm dan. Em li Sêrtê pêrîşan bûne. Ji ber kar tune ye zarokên min nikarin bixebitin. Li gund erdê me hebûn me debara xwe pê dikir. Lê êdî ew jî nîne. Bi sedan gund di bin avê de mane. Ev gundên ku di bin avê de man hemû cihên geşt û seyranê û dîrokî bûn.”
 
‘Rêya me 4 saetan didome’
 
Gûlîstanê, erebe û gundiyên ku bi ferîbot û şikevê de derbasvê avê dibin wek “îşkece” bi lêv kir û wiha axivî: “Gundî heta derbasî aliyê din dibin zilmê dibînin. Wek îşkenceyê ye. Berê rêya me nîv saet an jî saetek didoma, lê niha em 4 saetan dikarin bên gund. Dema tên benda ferîbotê dibînin heta tê. Em rezaletiyê dikişînin. Me li gund genim, ceh, pemo û garisan diçinî. Lê êdî ji ber erdê me nînin em nikarin biçinin. Îro nan tuneye gel bixwe. Me debara xwe bi erdên xwe dikirin. Lê êdî jiyana me gelek zehmet bûye. Em ji dewletê dixwazin bila li vir pirekê çê bikin. Em dixwazin bi rehetî biçin gundê xwe û bên. Em ê heta kengî wisa bijîn. Di salên 90’î de ji ber cerdevaniyê û bi hinceta ewlehiyê gundê me hatin valakirin. Niha jî ji ber bendavê gundê me di bin avê de ma. Gelek gundî koçber bûn çûn. Em nikarin wek berê çandiniyê bikin. Gundên me hemû vala kirin û di bin avê de man. Jiyana me gelek zehmet bûye. Em dixwazin ji me re pirayek bê çêkirin. Ji bo em rehetir biçin û bên.”
 
‘5 Mîlyar ceza li me birîne’
 
Dayika bi navê Kumrî Acar jî ku ji gundê Teymurê ye, bi lêv kir ku xanî û erdên wan di bin avê de mane û wiha pêl da axaftina xwe: “Erdê me desteser kirin û pereyekî kêm dan me. Lê niha jî dewlet dibêje ‘me pere zêde daye we’ û ji me pere dixwazin. Niha jî cezayê pere li me birîne. Ji ber vîrûsa koronayê kesên ku bi nexweşiyê ketine, heta ku ambulans ji Dihê tê em nîv mirî wan digihînin nexweşxaneyê. Berê rêya me nîv saet bû, niha bûye 4 saet û heqê rê gelek bûha bûye. Em bê mal û bê hal mane. Li gund tu tişt nemaye. Tu kes nikare ji xwe re çandiniyê bike. Ji ber ku zeviyên çandiniyê nemane. Xanî û erdên me di bin avê de man. Fistiqên min di bin avê de man ku min difirotin û bi wan debara xwe dikir. Lê dewletê bi pereyekî kêm desteser kir. Rêyên me nene. Dema ji gund kesek nexweş dikeve em nikarin bikarin nexweşxaneyê. Heta em dibin nexweşxaneyê ya giran dibe rewşa wan an jî dimirin. Em mafên xwe dixwazin. Bila ji me re pirekê çêbikin.  Bi sedan gund wekî me mexdûr bûne. Hîn gund ji ber di bin avê de mane tu kes nemaye. Me gelek caran ev pirsgirêkên xwe anîn ziman. Lê belê heta niha tu çareserî nayê dîtin. Em di aliyê xanî û rê de gelek mexdûr bûne. Em nikarin bi rehetî biçin Sêrtê û bên. Bi hezaran donim erd dibin avê de man û dewletê heqê wan jî nedayê. Ji ber erdên me nemane em nikarin çandiniyê jî bikin. Bila demekî nêz de dengê me bibihîzin û  pirsgirêka me çareser bikin."
 
‘Dîrok û paşeroja me di bin avê de ma’
 
Maşallah Kaya ya ku ji gundê Teymurê ye wê jî da zanîn ku dîroka wan di bin avê de maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di salên 90’î de dewletê gundê me vala kirin. Niha jî ji ber bendavê gundê me, dîrok û paşeroja me di bin avê de ma. Erdogan îro gundên me û Kurdistanê tune dike. Em ji kê re behsa pirsgirêkên xwe dikin çareseriyê nabînin. Ji ber bendavê xanî û gorên me hemû di bin avê de man. Berê hemû tiştên me hebûn. Me hemû tişt bi destên xwe diçand. Lê niha erdê me nînin ku em çandiniyê jî bikin. Jiyana me êdî ne wek berê ye. Heta ku em ji Sêrtê tên gund zehmetiyê dijîn. Îro dîroka me hat tunekirin. Erdên me yên dewlemend di bin avê de man. Dixwazin Kurdistan tune bikin. Heta niha gelek bajar û gund hatin tunekirin.”