Li Geverê biharê xwe bi pirpizêk û gangulokan nîşan da
- 13:09 12 Nîsan 2022
- Ekolojî
COLEMÊRG - Li Geverê pirpizêk û gangilokên ku mizgîniya biharê ne dîmenên rengîn derxistin holê.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî çileyê dijwar, bihara ku bi pirpizêk û gangilokan xwe da der, rengîniya xwezaya Geverê li ber çavna raxist. Pirpizêk û gangilokên ku li gundê Înanli Xalane vekirin, bi Çiyayê Cîlo re ku hîna berfa ser neheliyaye dîmenên rengîn derxistin holê.