Jinan ji quntarên Cûdî bang kir: Li dijî talan û qirkirina xwezayê bibin yek
- 09:06 15 Îlon 2022
- Ekolojî
Sema Çaglak
ŞIRNEX - Jinên li bajarokê Gundikêmelê yê di nav sînorê Çiyayê Cûdî de cih digire û lê birîna daran berdewam dike, destnîşan kirin ku bi birîna daran hem xwezayê wan hem jî şêwaza jiyana wan tê talankirin û wiha gotin: “Bi darên me gelek qerekol û kalehkol çêkirin û her derê herêma bi wan qareqol û kalehqolan dorpêç kirine. Ne tenê kesek an jî deh kes divê her kes li dijî vê qirkirina xwezayê û talanê bibe yek û dengekî topyekûn were derxistin.”
Li Herêma Besta, Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê yên bi ser Şirnexê ve sê sal in cerdevanan di çavdêriya leşkeran de darên fêkî dibirin û daristanan talan dikin. Di van sê salan de bi dehhezaran dar hatin birîn. Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê ên li herêma Bestayê ku dikevin navbera bajarokê Gundikêmelê yê navenda Şirnexê dar tên birîn û xweza tê talankirin.
Li Şirnexê herêmên ku bi hincêta ewlehiyê hatine binavkirin qirkirina xwezayî di salên borîn de bi şewata daristanan pêk dihat. Lê niha 3 sal in bi birîna daran careke din qirkirin tê kirin. Ji bo rêyên ku diçin qereqol û kalehqolan bi hezaran dar hatin birîn. Darên ku tên birîn piraniya wan dişinin derveyî bajêr û difiroşin. Her wiha dar ji bo çêkirina kelehqolên nû jî tên birin. Ewilî qirkirina daran li Çiyayê Cûdî dest pê kir û li gelek gundên ku dikevin nava sînorên Çiyayê Cûdî dar hatin birîn. Piştre qadên ji bo birîna daran her çû berfirehtir kirin. Niha li piraniya Herêma Bestayê qirkirina daran bênavber berdewam dike. Hin gund bi birîna daran veguherîne çolê û li hin gundan jî birîna ku divê li wan bê kirin nehatiye destpêkirin.
Li dijî zêdebûna bertekan hewildanên veşartina qirkirinê
Darên ku tên birîn bi kamyon û TIR’an dişinin derveyî bajêr û difiroşin. Di destpêkê de di rojê de di navbera 20-25 kamyonên de dar dihatin şandin. Piştre ev hêjmar zêdetir bû. Ewilî ew darên ku dihatin birîn li qada Sanayiyê ku li gundê Avgamasyayê ya girêdayî Şirnexê ye dihatin kom kirin û dişandin bajarên din. Lê belê piştî ku dîtin bertekên li hemberî talanê zêde dibin hewildanên veşartina qirkirinê hatin destpêkirin. Ji bo ku balê nekşîne kamyon û TIR yek bi yek hatin derbaskirin û an jî ser kamyon û TIR’ên daran bi brandayan hatin girtin.. Lê tevî van yekan jî bertekên li dijî talanê kêm nebûn. Êdî darên ku dihatin birîn nema dianîn qada sanayiyê. Darên ku hatin birîn li herêmê hatin komkirin û ji wir bi kamyon û TIR’An şandin derveyî bajêr.
Di 17'ê mehê de li dijî şer û talana xwezayê meş
Di pêşengiya Tevgerên Ekolojiyê û partiyên siyasî de, li dijî talana xwezayê ya li herêmê dikevin tevgerê. Di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de, li dij qirkirin û talankirina xwezayê ya li herêmê ya bi destê cendirme û cerdevanan, bi dirûşma "Li dijî şer û talankirina xwezayê em dimeşin" ew ê ber bi Çiyayê Cûdî ve di 17'ê mehê de meşeke girseyî bê lidarxistin.
Jinên li bajarokê Gundikêmelê yê ku li ser sînorê Çiyayê Cûdî cih digire û birîna daran lê berdewam dike li dijî talankirina xwezaya xwe axivîn.
‘Hem xwezaya me tune kirin hem jî çanda me’
Gurbet Sanri(28), daxuyand ku ew piraniuya debara xwe bi berhemên ji daran dikin û got: “Gelek darên me yên ku me pê debara xwe dikir hatin birîn. Darên kizwan, karçûn, giwêj û gelek darên sedsalî hatin birîn. Me kizwan kom dikiririn û JI wan sabûn û qahwe çêdikir. Ew hem çandekê me bû hem jî me pê debara xwe dikir. Lê belê ew dar hatin birîn û êdî ev çand jî winda dibe. Ji birîna daran jiyana me gelek bi bandor bû. Hem sewalên me hem jî aliyê çandinî û debarê ve bandorek neyînî li ser jiyana me kir. Em naxwazin darên me bibirin û erndigariya me talan bikin. Debara me li ser wan tiştan e. Niha ew tên tunekirin û cudahiya jiyana gund ji ya bajêr namîne. Bi vê re me bi jiyana li nava çardîwaran a malê bi sînor dikin. Divê rê nedin vê qirkirinê. Em tu kes naxwazin xwezaya me tune bikin. Her der rût kirin û kirin çol. Li hemberî vê qirkirinê divê tu kes bêdeng nemîne.”
‘Li dijî talanê divê hemû aliyên welat bibin yek’
Gurbet anî ziman ku divê ji bo qirkirina xwezayê cudahiya herêman neyê kirin û wiha axivî: “Heke di 17’ê Îlonê de meşa ku tê kirin çêbibe wê ji bo xwezayê me tiştek gelek baş be. Divê hemû aliyên welêt bibin dengê xwezayê. Gava li aliyê Tirkiyeyê qirkirina xwezayê pêk tê û an jî rûxandinek xwezayî çêdibe tu kes bêdeng namîne. Lê belê lê vê derê bi salan e xweza tê qirkirin. Dîsa jî li dijî vê qirkirinê hasassiyeta ku ji aliyên Tirkiyeyê re tê nişandan ji vêderê re nayê nişandan. Em dixwazin li hemberî xwezayê cudakarî neyê kirin û bi xemsarî nêzî xwezaya me nebin. Ne tenê kesek an jî deh kes divê deng derxîne divê ku her kes bibe yek li dijî vê qirkriinê û dengekî topyekûn derxîne. Darên me hemû dibirin û dişinin bajarên derve.”
‘Debara gund bi berhemên ji daran dihat kirin’
Xezal Atak (53) jî da zanîn ku demek dirêj e li gundê wan birîna daran berdewam dike û ji vê rewşê gelek aciz in. Xezal, got: “ Em debara xwe bi berhemên ji daran dikin û em naxwazin herêma me bibe çol. Bi van pêkanînan jiyana li gund jî dikin xeterê. Li gund em debara xwe bi kizwanan dikin. Lê hemû darên kizwanan hatin birîn. Beriya ku darên me bên birîn Çiyayê Cûdî şînahî bû û herêma me wekî bihûştê bû. Lê niha herêma me kirine çol. Ewilî darên me dibirin piştre darîstanên me dişewitînin ku ew darên hatine birîn ji nûve kok nedin û negihên. Di salên borî de JÎ Çiyayê Cûdî şewitandin û niha rewşa Cûdî li ber çav e. Birîna daran û şewitandina daristanan bandora xwe li ser sewalkariya li gund tê kirin jî dike. Gelek kes li gund debara xwe bi sewalkariyê dikin. lê ji ber ku herêm ber bi çolbûnê ve diçe cihê pez lê biçêre nemaye. Jiyana me tar û mar kirin. Em gelek pê aciz in û dixwazin tu kes li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemîne.”
‘Bêdengiya li hemberî Cûdiyê Bestayê kir hedef’
Meryem Sanri jî destnîşan kir ku pêwiste li dijî talanê dengekê hin berztir bê derxisitn û wiha pêde çû: “Herêma me bi darên lê hê xweşike. Darên sedsalî hatin birîn. Em naxwazin li çiya û daristanên me vê zilmê bikin. Hem şewitandin hem jî birîn. Niha tiştek nema ye. Çiyayê Cûdî wek zozanan bû. Berê gelek cûreyên daran û bi darên fêkiyan tijî bû. Herwiha li wir çandekê dewlemend jî hebû. Niha ew çand jî qediya. Gelê Şirnexê nerazîbûna xwe ya li dijî birîna daran nîşan da. Lê divê bertek zêdetir bin. Heke berê ji bo Çiyayê Cûdî denegekî berz derxistina û destûr nedana ku Cûdî were vî rewşê, wê niha li Bestayê jî heman qirkirin hehata kirin. Hemûyan xwe kerr û lal kirin.”
‘Herêm bi qerekol û kalehkolan hatiye dorpêçkirin’
Meryem, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê xwedî li xwezaya xwe derkevin û li hemberî qirkirina daristanên xwe wê bêdeng nemînin. Meryem, got: “Bi darên me gelek qerekol û kalehkol çêkirin û her dera herêmê bi wan qarekol û kalehkolan dorpêç kirine. Meriv êdî nikare bi rehetî gavekê biavêje. Gava em wan tiştan dibînin em diqeherin. Ji her alyî ve armanc dikin ku kurdan biqedînin. Lê divê baş bizanin ku kurd naqedin. Em ê xwedî li xwezayA xwe derKEVIN û rê nedin vê qirkirinê.”