Têkoşîna ekolojiyê mezin dibe

  • 09:01 20 Kanûn 2022
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Em di bin siya şer û talanê de dikevin sala 2023’yan û parêzvanên mafê mirovan sînyala ku wê bi têkoşînê bikevin 2023’yan didin û bal dikeşînin ser têkoşîna hevpar.
 
Em di hawireke ku krîza av û xurekê alarmê didin, bandora şer hîn bêtir giran dibe de dikevin sala 2023’yan. Parêzvanên mafê jiyanê jî sînyala ku wê berxwedan hîn bêtir mezin bibe didin. Jin di ligel têkoşîna azadiyê, di qada parastina mafên jiyanê de jî pêşengiyê dikin.
 
Di 2022’yan de li bajarên rojava yên Tirkiyeyê li dijî şewatan, maden û înşatan têkoşîn hat dayîn û li Kurdistanê jî wek stratejiyeke şerê taybet bi hevkariya leşker û cerdevanan qirkirina daran berdewam kir. Li Şirnex û Colemêrgê bi tonan darê mazî hatin birîn û firotin. Hincet jî ewlehî hat nîşandan. 
 
Berdevka Melîsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusun Kayra di têkoşîna ekolojiyê ya salekê de jin nirxand.
 
Fusunê da zanîn ku AKP’ê di 20 salan de bi welatên biyanî û şîrketan re li dijî gel û xwezayê hevkarî kirine û li her derê welat li dijî xwezayê talanek tê meşandin. Fusunê got ev şerê li dijî xwezayê aşkera tê meşandin û got: “Nîvê şevê de biryarname tên derxistin. Em têkoşîna mafê xwezayê didin lê ev çiqas bi bandore? Qada têkoşînê teng dibe. Li seranserê welat şer heye. Bi şîrketên aligir re bi şîrketên navneteweyî re hevkarî tên kirin. Saziyên dewletê jî rantê digirin. Ji ber ew hevkarên wane.”
 
‘Ji xwezayê wêdetir tiştekî ku jin winda bikin nemaye’
 
Fusunê da zanîn ku mêr xwezayê wek made bikar tîne û jin ji berê de empatiyê ava dikin, xwedî zanîna xwezayînê ne û got: “Jin ji xwezayê digire û dixwaze xwezayê biparêze. Tişta ku xwe pê îdame bike ji bajar nabîne. Di esasê de cihekî ku mêr jî pêde biçin tune. Lê mêr empatiyê nadin. Ji xwezayê wêdetir tiştekî ku jin winda bikin tune.”
 
‘Divê berxwedana jinê mezin bibe’
 
Fusunê bi lêv kir ku divê têkoşîna ekolojiyê ji jinên herêmî bên fêrkirin û di têkoşîna ekolojiyê de nêzîkatiyên cuda hebin jî piştgiriya xwe didin.  Fusunê wiha dirêjî dayê: “Divê jin têkoşînê mezin bikin. Belkî jî divê em vê piştgiriyê bidin. Divê hemû berxwedêrên welat ji hev agahdar bin. Kîjan jin di kîjan têkoşînê de ye divê hev bizanin û têbikoşin. Li Îranê piştî Jîna Emînî hat qetilkirin jinan bedelên giran dan ber çavan û têkoşînê dimeşînin. Xwezî zêdetir piştevanî hebûna. Em ê ji bo wan jinan jî li kolanan bin. Em ê bi dirûşma ‘Yên ku jin û xwezayê qetil dikin heman zîhniyete’ li kolanan bin. Silavkirina jinên Îranê têr nake. Divê em têkoşînê mezin bikin.”
 
Çile
 
Em di pêvajoyek ku krîza av û xurekê alarmê didin de dikevin 2023’yan. Meha zileyê 2022’yan de li gundê Dagyenî ya Germencik a Aydinê sondaja madenê hat çêkirin û gundiyan ev protestokirin. Li Tavas a Denîzliyê  li dijî madena ku 10 gund jê re vedikirin,  gel bertek nîşanda û destur nedan civîna ku li taxa Nîkfer pêk dihat. Li Muglayê gelê ku agahî girt li Akyaka proja riya hawirdorê tê çêkirin, daxuyanî dan. Li Stenbolê  li dijî hewldana çêkirina Koroya Valîdebag têkoşîn hat dayîn.
 
Sibat
 
Li Manîsayê li dijî projeya tesîsta dewlemendkirina cewher a Madena Nîkel-Kobalt a Şîrketa Madenê ya meta Nîkel, ji wezareta Bajarvanî û Derdorê ve rapora erênî ya ÇED’ê hat dayîn û Komeleya Hawirdorê ya Salîhlî doz vekir. Di dozê de derket holê ku ruhsata tesîsê tune. Li gundê Karacahîsar a Uşakê hat plankirin ku Ocaxa Madenê a Nîkel û Prosa Tesîsa Parzunkirinê bê çêkirin. Lê gel ki dijî vê derket û pêşî lê girt. Li Mîlas a Muglayê li taxa Tuzabat şîrketek taybet xwest projeya avakirina tesîsê bike jiyane û walîtiyê jî  got ÇED pêwist nake. Li dijî vê doza hat vekirin, hat qezenckirin.
 
Adar
 
Li Mîlas a Muglayê li nêzî Îkîzkoy li Daristana Akbelen ya 740 donimî bi hevkariya Enerjiya IC ÎŞTAŞ û LÎMAK’ê  santrala Yenîkoy-Kemerkoy hat avakirin û Wezareta Daristan û Çandiyê biryar da ku dikare komir bê dexistin. Li dijî vê gel doz vekir û ji bo dozê kifş hat kirin.  Komeleya Hawirdorê ya Orduyê(ORÇEV) dijî projeya perava behrê cara duyem serlêdana sûc kirin. 
 
Nîsan
 
Li navçeya Islahiye ya Dîlokê şêniyên taxa Altin Uzum ya li kontarên çiyayên Amanos, bi armanca balê bikşînin ser zirara Tesîsa Seradkirna Şikandinê û Ocaxa Boksît çalakî pêk anîn û piştî şîrketê daxwaza wan anî cih dest jê berdan. Li Stenbolê Piştevanaiya Bajar a Kadikoyê li dijî projeya otoparka li Kuşdilî Çayiri çalakiya protestoyî pêk anîn. 
 
Her wiha li Sûr a Amedê bi hezaran masî  ji ber sedemek nayê zanîn di Çemê Dîcle de mirin.
 
Li gundê Ferxinis, Xumar, Şamanîs, Govhedlan a Çatax a Wanê bi sedan dar hatin birîn. Tevî îtîrazên gundiyan qirkirina daran berdewam kirin.
 
Gulan
 
Li Karaburun a Îzmîrê li taxa Parlak welatiyan pêşî li civîna ÇED’ê ya ku ji bo çêkirin Santrala Enerjiya Rojê dihat kirin, girtin.
 
Ocaxên Komirê yên Çiyayên Cudî ya Şirnexê tevî hemû îtîrazên gundiyan av qirêj kirin û Çemê Nerduş yê diherikî Çemê Dîcle qirêj kir. Li Şirnexê li herêma Besta, Gabar, Cudî û Namaz bê navber dar hatin birîn. Li Qilabanê li ji Sêgirkê û Hîlalê cerdevan çûn Besta û li herêma Tîkera di bin kontrola leşkeran de dar hatin birîn. Li Guçlukonan a Gabarê  qirkirina daran pêk hat. Li Cudî jî li Benavya û Nêvava, li Bestayê jî li Rîsor, Şerevan, Qurteka Pêşya, Têkera û Keniya Mîr dar hatin birîn. Her wiha dîsa li Wanê bi sedan hat di bin kontrola leşkeran de hatin birîn.
 
Hezîran
 
Ji destpêka şerê Rusya û Ukraynayê bi sedan masî li peravên Tirkiyeyê xistin.
 
Li navçeyên Fethiye û Bodrumê ya Muglayê li daristanan şewat derket. Li Marmarîsê jî  li nêzî daristana Bordubet şewat derket û çar roj şûnde agir kirin bin kontrolê.
 
Li navçeya Îlîç a Erzînganê li gundê Çopler ji ber erezeyeke madena zêran a Anagold 20 ton siyanur rijya Çemê Firatê.
 
Li herêmên Girê Sor, Xêrga Girê Gozgê, Tenûra , Girê Gêsin, Çalpîjîna, Baskê Qulinga, Mêrgumar, Kaniyamîr, Bîratetûm, Bîrapêşû, Cinîwer, Berûzer, Rîsor, Navîyan, Çiyayê Cudî, Benavya, Girê Sîvê, Pişta Reşa, Çemê Mezin û Kurta Xanî ku girêdayê Şirnexê bûn û gundên wê leşkeran dar birîn. Li Qilabanê li herêma Sêgirkê qirkirina daran veguherî talana xwezayê. 
 
Tîrmeh
 
Li Navçeya Kemalpaşa ya Artvînê hezaz pêk hat. Li Çiyayê Kaz, biryara ‘erênî ya ÇED’ê ya ji bo madena zêr-sivir hatibû dayîn hat sekinandin. Li daristana nêzî Kocadag a taxa Mesudiye ya navçeya Datça a Muglayê li 700 hektar qadê zirar derket holê. Li Manîsa û Hatayê jî bi sedan hektar daristan şewitî.
 
Li herêmên Besta û Çiyayê Cudî ya Şirnexê  dar hatin birîn û li qadên girêdayê Besta yên wekê Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û  Navyan qirkirinê berdewam kir.
 
Tebax
 
Li herêma Besta a Şirnexê bi destê cerdevanan talana xwezayê û birînda daran berdewam kir. Li gundê Marînus a Colemêrgê di encama operasyona leşkerî de di 12’yê tebaxê de şewat derket û 15 roj şûnde şewat bixwe sekinî. 
 
Îlon 
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê li dijî talana li Çiyayê Cudî di 17’ê îlonê de li Cudî meşek pêk hat. Ligel Kurdistanê ji bajarên Tirkiyeyê tevlibûnek xurt pêk hat. 
 
Li navçeya Gulnar a Mersînê, li navçeya Soma a Manîsayê li ereziyan şewat derket.
 
Cotmeh
 
Li herêma Besta, Cudî û Gabar a Şirnexê di bin kontrola leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve birîndara daran berdewam kir. Lİ navçeyên Pulur û Xozat a Dêrsîmê bi hevkariya leşkeran dar hatin birîn.
 
Li herêma Zîlan a Erdîş a Wanê li gundê Încesu di Çemê Zîlan de masî mirin.
 
Mijdar
 
Şêniyên gundê Orhanli ya navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê li dijî JES ku dihat xwestin bê çêkirin, doz vekirin û qezenc kirin.
 
Kanûn
 
Der barê HES’a ku hat xwestin li Zîlanê bê çêkirin, Dadgeha Îdarî ya Wanê, proje betal kir.