Li Gimgimê nobeda li dijî projeya JES'ê bi DBP'iyan dewam dike

  • 12:53 14 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Li navçeya Gimgim a Mûşê, nobeda li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) di roja 164'an de bi DBP'iyan dewam dike.
 
Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê, nobeda li dijî projeya JES'ê dewam dike ku proje ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Enerjî Hilberîn A.Ş. a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve tê plankirin. Nobeda ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hate destpêkirin di roja 164'an de ye. Li qada nobedê pankarta bi nivîsa "Gelê Gimgimê santrala enerjiyê ya jeotermal naxwaze. Dest nede ava min û xaka min" hate daliqandin.
 
Rêxistina Navçeya Gimgimê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) çalakiya nobedê dewr girt. Hevserokê Gimgimê yê DBP'ê Azîz Oral bal kişand ser girîngiya biryara Dadgeha Îdareyê ya Bîngolê ku biryar da di 2'ê Mijarê de li qada projeyê keşif bê kirin.
 
Azîz Oral anî ziman ku proje dewama polîtîkayên berê yên ji bo talankirina xwezayê ye û weke DBP wê bi gelê Gimgimê re bin, bi çalak tevlî nava têkoşîna ekolojiyê bibin.
 
Azîz Oral ragihand ku têkoşîna ekolojiyê ne meseleyeke welê ku bê taloqkirin û got, "Dema ku zerar gihîşt xwezayê wê bandorê li tevahiya jiyana me bike. Ji ber vê yekê jî em têkoşîna ekolojiyê ji têkoşîna jiyanê cuda nabînin."
 
Çalakiya nobedê bi serdanên piştevaniyê dewam kir.