'Gelo li bende mirina zarokên me ne?'

  • 09:04 1 Sibat 2021
  • Rojane
AMED - Mehmet Çoreşoglu ji doza Sûrê 48 sal ceza lê hatibû birîn. Dayika wî Kiymet Çoreşoglu diyar kir grevên birçîbûnê xesarên mezin li ser girtiyan dihêle û got: “Gelo li bende mirina zarokên me ne?”
 
Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bê anîn di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê. Grev di roja 62’emîn de berdewam dikin û ji her derê piştgirî ji bo grevan tê.
 
Mehmet Çoreşoglu 5 sale girtiye. Du meh di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ma û piştre sewqî girtîgeha Ewlehiya Bilind a Boluyê hat kirin. Mehmet ku ji doza Sûrê dihat darizandin 48 sal ceza lê hat birîn. Dayika wî Kiymet Çoreşoglu da zanîn ku divê deng bidin dengê girtiyan û got daxwazên girtiyan daxwazên mafdar in.
 
‘Em her tim nikarin biçin hevdîtinê’
 
Kiymetê bi lêv kir ku kurê wê bi birîndarî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Kurê min nehat dermankirin û bi birîndarî şandin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê dermankirina wî nekirin. Kurê min ji lingê xwe birîndar bûbû. Hîna jî êşa wê dikşîne. Ew jî têr nekir ji Amedê sirgunî Boluyê kirin. Ji destpêka pandemiyê ve ye ez kurê xwe nabînim. Rewşa me ya aborî dest nade. Ji ber vê em her tim nikarin biçin.”
 
‘Gelo li bende mirina wan e?’
 
Kiymetê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di 2018’an de bi pêşengiya Leyla Guven jî grev hat destpêkirin û 6 mehan berdewam kir.Kurê min jî di wê grevê de bû. Daxwazên girtiyan daxwazên mafdar in. Divê demildest bên cih. Girtî diyar dikin ku wê dest ji daxwazên xwe bernedin. Kurê min ji ber grevê ji roviyên xwe xesar girtiye. Sewq kirine nexweşxanê lê nabin nexweşxanê. Ev grev xesarên giran li ser zarokên me dihêlin. Ger daxwaz pêk neyên wê girtî bikevin rojiya mirinê. Gelo li bende mirina zarokên me ne?”
 
‘Bila zarokên me azad bin’
 
Kiymetê di dawiyê de got yekane daxwaza wan aştî ye û wiha dawî lê anî: “Em dayikê aştiyê her tim aştî û azadiyê diparêzin. Divê hikûmet demildest ngavê bavêje. Em jiyanek bi rûmet dixwazin. Divê daxwaza zarokên me pêk bê. Bila zarokên me azad bijîn. Ji bilî vê daxwaza min tune ye.”