
Ji zarokên Nisêbînê pîrozbahiya cejna ziman
- 11:53 14 Gulan 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Zarokên Nisêbînê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi reng û dirûşmên xwe pîroz kirin.
Cejna Zimanê Kurdî ya ku ji bo gelê kurd yek ji rojên herî girîng e bi coş tê pêşwazîkirin. Zarokên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi cilên kurdî pêşwazî kirin. Zarokan pankartên ku li ser " Ez Kurd im, Bijî Roja Ziman, Bi Kurdî Biaxive, Binvîse û Bifikire, Kurdî Dil û Mejiyê Min e, Kurdî Rûmet û Hebûna Min e" li ser hatine nivîsîn rakirin û strana Aram Tîgram a bi navê "Zimanê Kurdî" gotin.