NADA: Kuştina Eftihan el-Meşherî êrîşa li dijî jinên Yemenê ye

  • 15:04 20 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koalîsyona NADA’yê rayedarên siyasî û ewlehî yên li Yemenê ji kuştina Eftihan el-Meşherî berpirsyar dîtin û bang kirin ku kujer demildest werin girtin û derkevên pêşberî dadgehê.
 
Koalîsyona Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur (NADA) derbarê kuştina mudura Fona Xweşikbûn û Paqijiyê ya li bajarê Taizê Eftihan el-Meşherî daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me bi êşeke kûr û xemgîniyek mezin bihîst ku Mudrura Fona Xweşikbûn û Paqijiyê ya li bajarê Taizê Eftihan Muhammed Ahmed el-Meşherî ji aliyê kesên xayîn ve nava rojê hatiye kuştin. Bi kuştina wê hemû nirxên ku di jiyana xwe ya civakî de ava kiribûn, hemû fedakarî, sedaqet û nirxên mirovahiyê hatin kuştin.”
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku vê cînayeta hovane, derhiqûqî ye, binpêkirina mafên mirovan e û hat diyarkirin ku mafê jiyanê hem bi zagonên neteweyî, hem peymanên navneteweyî, ji aliyê–Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Medenî- de ketiye bin temînatê. Her wiha hat gotin ku sûîqesd û binpêkirinên li dijî sivîlan li Yemenê zêde dibin, zirarê didin pergala hiqûqê û aştiya civakî dixin xeterê û wiha hat gotin: “Em otorîteyên siyasî û ewlehî ji vê yekê berpirsyar digrin, dixwazin kujer demildest werin girtin û darizandin.”
 
“Ji bo ku pêşî li bêcezkirinê were girtin û ji nû ve bawerî bi saziyên dewletê çêbibe divê lêpirsîneke zelal û serbixwe were destpêkirin. Em bang dikin ku ji bo parastina sivîlan, destnedana hiqûqê mezintir bibe, bi taybetî ji bo aktivîstên jin ên di qada giştî de dixebitin werin parastin. 
 
Kuştina Eftihan el-Meşherî nîşan dide ku çanda şîdet û terorê çiqas bi bandor e. Xwîna wê ya paqij dê ji bo edalet, wekhevî û jiyana bi rûmet û ewle ya hemû kesan û berdewamiya têkoşînê bibe çavkaniya motîvasyonê.”