
Sazî û dezgehên zimanê kurdî: Malên xwe bikin dibistan
- 10:18 15 Gulan 2021
- Rojane
AMED - Sazî û dezgehên ku li ser ziman û çanda kurdî dixebitin û daxuyaniyeke hevpar dan û bal kişandin ser Cejna Zimanê Kurdî û gotin: "Li gorî sed sal berê îro derfetên ku em karibin pêşiya qirkirin û çanda kurdî bigirin gelek in. Em îro ji berê bêhtir rêxistinkirîne û xwedî hêz in. Werin ewilî em ji xwe dest pê bikin. Her kes malên xwe bike dibistaneke kurdî."
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê ya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta, Komeleya Dem Dema Hînbûna Kurdî ye (DEM-DER), Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniyeke hevqar dan.
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:
"Yek ji pêşeng û zimanzanê kurd Celadet Alî Bedirxan û hevrêyên wî di 15’ê Gulana 1932’an de bi tîpên latînî kovara Hawarê derxistin. Hejmara yekemîn bi nivîsa; 'Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn wê ji me re rêya felatê veke. Yên ku felatê pêk bînin dikarin xwe bidin nasîn jî. Wê Hawara me pêşketina kurdî jî bi xwe re bîne' hate weşandin. 89 sal beriya niha deng û hawara Gelê Kurd Kovara Hawarê hate bihîstin. Ji 2006’an û şûnve 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî li her derê bi coş tê pîrozkirin.
Destkeftiyên civakê ji holê radikin
Ji bo mirov rastiya Gelê Kurd û qirkirina li ser kurdan tê meşandin baş fêm bike divê li dîrokê binêre. Wekî tê zanîn Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê Kevana Zerîn e. Ne tenê gelê qedîm e, di heman demê de yek ji pêşengê afirînerê berhemên civakê bi xwe ye. Di hemû geşedan û pêşketinên civakî de keda Gelê Kurd heye û hîn jî bi ked û berxwedana xwe pêşengiya gelên Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê yekê pergala dagirker û êrîşker bi hezaran sal in li ser gelê kurd qirkirineke dermirovahî dimeşîne. Hewl dide ku di şexsê Gelê Kurd de hemû destkeftiyên civakî ji holê rake. Ji ber vê yekê li ber çavên dinyayê bi awayekî aşkere vê hovitiyê li ser Gelê Kurd dimeşîne û dinya dengê xwe ji van hovan re dernaxe. Ev qirkirin û bêdengî ne tiştekî ji rêzê ne. Divê em ji rêze nêzîkî vê pişaftin û qirkirinê nebin. Heke em wisa nêzik bibin em ê xwe bixapînin.
Divê em ji xwe dest pê bikin...
Beriya her tiştî divê em ji XWE dest pê bikin. Em çiqasî bi zanebûn an jî ji nezanî xizmetê ji ve pişaftinê re dikin. Yan jî ji bo vala derxistina vê pişaftinê em çiqasî li ber xwe didin. Wexta ku em li XWE binêrin, wê demê em ê baş bibînin ku bê em li ku dera vê pişaftinê ne, yan jî çiqasî li hemberî wê têdikoşin. Heta ku em rol û rista xwe ya di vê girkirin û pişaftinê de nebînin, em nikarin bi rê û rêbazên di cih de li ber xwe bidin. Ji bo vê jî divê her kes pirsa 'Ez ji bo ziman û çanda xwe çi dikim?' li xwe bike. Yên ku îro xwedî li ziman û çanda xwe dernekeve nikare xwedî li XWE jî derkeve. Ji bo wê jî divê li her derê bi hişmendiya 'Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, xwedî li bedena xwe derkeve' li hemberî girkirin û pişaftina kurdi dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin. Divê em vê yekê jî baş zanibin ku hebe em xwedî li ziman û çanda xwe dernekevin tu kes nayê xwedî li ziman û çanda me dernakeve.
Malên xwe bikin dibistan
Li gorî sed sal berê îro derfetên ku em karibin pêşiya qirkirin û çanda kurdî bigirin gelek in. Em îro ji berê bêhtir rêxistinkirîne û xwedî hêz in. Werin ewilî em ji xwe dest pê bikin. Ne tenê rojekê her kêliyê jiyanê kurdî, heta jiyana me bibe kurdî. Em bi kurdî bifikirin, xewnên xwe bi kurdî bibînin. Bajarên em lê dijîn bikin bajarên kurdewar, yên ji derve werin bila zanibin ku ew hatine bajarên kurdan. Her kes malên xwe bikin dibistaneke kurdî. Bi kurtasi em bi kurdi bijîn. Berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîst e ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, bijîn, pêş bixin.
Em ê teqes bi ser kevin
Li ser vê bingehê em careke din ev roja watedar a Cejna Zimanê Kurdî de serî de hemû berxwedêrên di vê rêyê de bedel dane û li ber xwe didin, li hemû Gelê Kurd û her kesê dilê wan bi kurdî lê didin pîroz dikin. Her wiha bang dikin ku ne tenê di vê rojê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda kurdî pêş bixin û em ê teqez bi ser bikevin."
Bila sedsala 21 emîn bibe sedsala zimanê kurdî
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê ya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta, Komeleya Dem Dema Hînbûna Kurdî ye (DEM-DER), Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER)