Ji HDP'ê peyama Cejna Zimanê Kurdî

  • 10:35 15 Gulan 2021
  • Rojane
ENQERE - HDP bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got: "Xwedîderketina zimanê kurdî erka me ya sereke û bingeha têkoşîna me ya polîtîk e. Heta ku zimanê me ne azad be ne kesayetiya me, ne ramanên me û ne jî hebûna me azad e." 
 
Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, hevberdevkên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag û Salîm Kaplan daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de cejna ziman hat pîroz kirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Di 15’ê Gulana 1932’yan de, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li Şama paytexta Sûriyeyê, di warê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat avêtin. Ev tovê ku ji hêla Celadet û hevalên wî ve hatiye reşandin, ji bo geşedana zimanê kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Kovara Hawarê di dîroka kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên Latînî hatiye derxistin. 
 
Kovara Hawarê wek dibistanek bû... 
 
Kovara Hawarê ne tenê kovarek bû. Di heman demê de ew dibistaneke zimanê kurdî bû û ji bo rewşenbîrên kurd jî weke qadeke têkoşînê bû. Gelek rewşenbîrên kurd bi awayekî rêxistînî li ser pêşeroja ziman, çand, wêje û nasnameya kurdî nîqaşên kûr û dirêj di kovarê de anîn ziman. Kovar û xebata Celadet û hevalên wî ji wê rojê heta îro ji bo xebatên ziman bûye îlhameke mezin û jêderkeke bêbinî. Ji ber girîngiya xwe ya dîrokî, ji sala 2006’an vir ve her 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
 
Ziman bingeha têkoşîna me ya polîtîk e
 
Zimanê Kurdî zimanê Baba Tahirê Ûryan û Elî Herîrî, Xanî û Feqî, Şêrko Bêkes, Hêmin Mehabadî ye, awaza dengbêj û çîrokbêjan e. Lewre jî xwedîderketina vî zimanê hêja erka me ya sereke û bingeha têkoşîna me ya polîtîk e. Heta ku zimanê me ne azad be ne kesayetiya me, ne ramana me ne jî hebûna me azad nabe.
 
Zimanê kurdî mîna darekî mezin e ku rehên wê di kûrahiya dîroka mirovahiyê de ye. Lê mixabin bi salan e desthilatdarên yekperest dixwazin vê dara li nava çanda mirovahiyê de şîn bûyî hilweşînin. Ji ber vê yekê, em zindîbûn û pêşketina zimanê kurdî wekî xeteke sereke û erkeke bingehîn ya polîtîk û stratejîk dibînin.
 
Cejna Zimanê Kurdî pîroz be...
 
Di dîroka kurdan de piranî ev sed sal in zext û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî, kêm nebûye. Ji ber ku serdest baş dizanin riya têkbirina civakekê tunekirina zimanê wan e. Em daxwaz dikin ku li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê, zimanê kurdî bi misogeriya destûrî bê parastin, qebûlkirin, naskirin û kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li ser xebatên ziman bên rakirin.
 
Di 89’emîn salvegera Kovara Hawarê de, em Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber xebatên wan ên pîroz û dîrokî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Gelê Kurd, li Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî û li hemû xemxur, xebatkar û dildarên Kurdî pîroz dikin."