Xizmên Windayan li equbeta dosyaya Hatîce Atalay pirsîn

  • 14:22 15 Gulan 2021
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, derbarê kuştina Hatîce Atalay a ku li ber çavên hevjînê xwe ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin de diyar kirin ku ji ber lêpirsîneke xweser nehatiye kirin dosya ji kiryar ne diyar re hatiye hiştin.  
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 640'an de çalakiya xwe berdewam kirin. ÎHD û Xizmên Windayan li ser medya înternetê di hefteya 640’an de kom bûn û daxuyanî dan. ÎHD'ê û Xizmên Windayan vê hefteyê cih dan çîroka Hatîce Atalay û aqûbeta wê pîrsîn.
 
 Di 10'ê îlona 1996'an de li Navçeya Pîranê tîmên taybet ên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Pîranê gule reşandibûn. Di bûyerê de Hatice Atalay jiyana xwe ji dest dabû. Rêveberê ÎHD'ê ya Amedê Mustafa Altintop anî ziman ku di 10'ê Îlonê de Hatiye Atalay û cîranên wê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîranê dema baxçe av didan, tîmên taybet li ser wan gule barandin û wiha got: "Tîmên taybet ji ser Girê Ziyaretê gule li baxçe reşandin. Hatîce Atalay dema ku baxçe av dida di êrîşê de birîndar bû. Dema hevjînê Hatîceyê, kir qêrîn û berê xwe da Girê Ziyaretê. Vê carê tîmên taybet dîsa gule li ser wan reşandin. Ji ber ku polîsan destûr neda Hatice Atalay rakin nexweşxaneyê û dan sekinandin, Hatice Atalay zêde xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da." 
 
Mustafa Altintop, anî ziman ku Serdozgerê Komarê û doktor piştre çûn cihê bûyerê û wiha axivî: "Piştî otopsiya cenazeyê Hatice Atalay, teslîmî malbatê kirin. Bêyî ku serdozgerê komarê bûyerê lêpirsîn bike û kiryaran aşkera bike, ser dosyayê girt. Ji wê demê heta niha rayedarên darazê lêpirsînek çalak û serbixwe nedan meşandin û kiryar nehatin aşkerakirin û nehatin darizandin."