
Pervîn Buldan: Hilbijartina pêşwext divê
- 15:18 15 Gulan 2021
- Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan serdana karkerên tekstîlê kir û cejna wan pîroz kir. Pervîn got ku ji bo dahatuya karkeran hilbijartin divê.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li navçeya Pendîkê ya Stenbolê li taxa Kaynarcayê serdana karkerên tekstîlê kir.
Pervînê bal kişande ser êrîşa li ser navenda giştî ya partiya wan û got li pişt êrîşa li ser partiya wan, di serî de Wezîrê Karê Navxweyî û hikûmeta tirk heye. Pervîn wiha berdewam kir: ''Wezîrê Karê Navxweyî bi lezgînî divê îstîfa bike. Ji ber ku HDP ne partiyeke biçûk û ji rêzê ye. Bi milyonan mirov dengê xwe daninê. Divê êrîşa li ser HDP'ê ne ew qas hêsan neyê dîtin. Em êrîşê şermezar dikin û dixwazin berpirs werin dîtin.''
Pervînê bi berdewamî diyar kir ku AKP nema dikare Tirkiyeyê rê ve bibe, careke dî banga hilbijartina pêşwext kir û got, ''Ji bo dahatuya hevpar a gelên Tirkiyê, ji bo dahatuya karker, kedkar, jin, zarok, ciwanann hilbijartina pêşwext pêwist e.''
Pervînê bal kişand ser êrîşa li Mêrsînê jî û got, li pişt her êrîşa li ser Kurdan rêveberên Tirkiyê hene.