
Polîsan pankarta bal dikişand ser greva birçîbûnê daxistin
- 16:35 15 Gulan 2021
- Rojane
STENBOL - Polisan, pankartê ku Rêveberiya HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê ji bo balkişandina ser tecrîdê daleqanibûn rakirin û rêveberekî navçeyê binçav kirin.
Rêveberiya HDP’ê ya Navçeya Esenyûrta Stenbolê, duh bi armanca ku bale bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpekirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, pankarta “Em li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin, bibe dengê zindanan” bi avahiya xwe daleqand. Polisan bi biryara dozgeriye pankart rakirin û Rêveberê Navçeyê Fatîh Ergun binçav kirin.
Li aliyê din polisan Hevseroka HDP’a Esenyûrtê Dîlan Kiliç, rêveberên navçeyê Çayan Yilmaz û Kiyas Kûrt jî ji bo îfadegirtinê vexwendin Miduriyeta Polisan a Esenyûrtê. Hat diyarkirin ku îfadegirtina rêveberên HDP’ê ya li miduriyeta polisan didome.