
Li Rihayê mirina jinekê ya bi gûman
- 15:47 16 Gulan 2021
- Rojane
RIHA - Li Siwêregê jina bi navê Y.K. bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê jina bi navê Y.K. a 42 salî bi awayê bi gûman mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên ku hatin bi destxistin hat îdakirin ku Y.K. dema ku bi tena serê xwe li mal bûye întîahr kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Piştî bihîstina bûyerê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Y.K. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolînê ji bo otopsiye cenaze sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê kirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.