
Evîn Cuma: Tirkiye avê wek çekê bi kar tîne
- 09:03 17 Gulan 2021
- Rojane
Sema Çaglak
AMED - Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku niha li hemberî gelê herêmê şerê avê tê meşandin û got: “Qutkirina avê sûcê mirovahiyeyê û pîvanên navneteweyî tê binpêkirin. Av wekî çek li hemberî gel tê bikaranin. Divê li dijî vê sûcê raya giştî bêdeng nemînin."
Li gorî lihevkirina sala 1987'an a di navbera Enqere û Şamê de ku divê 500 metrekabik av di xulekekê de bigihêje xaka Sûriyê lê dewleta Tirk vê yekê pêk nayne. Tirkiye ji sala 2017'an û wir ve bi pergalî ava Çemê Firatê dibire. Çemê Firatê wek polîtîkayeke şer li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Kêmbûna asta ava Çemê Firatê, bi milyonan şêniyên herêmê dixe nava fikar û xetereyan. Nîşaneyên vê xetereyê roj bi roj xwe dide der. Sazî û rêxistinên sivîl bang li raya giştî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hemberî polîtîkayên avê ya ku zextê li gel dike hişyarbin. Têkîldarî mijarê Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma ji ajansa me re axivî.
Evîn diyar kir ku pirsgirêka avê ya di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyê ne pirsgirêkeke nû ye û got: “Dema şera Sûriye dest pê kir binpêkirina tifaqê jî dest pê kir. Bi taybet ji 2014’an de heta niha bi deh caran av hat qutkirin. Tifaqa di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de li ser mijara Çemê Firatê di sala 1987’an de protokolek hat îmzekirin. Li gorî vê protokolê ava ku ji Çemê Firat ji bo Sûriyeyê bê şandin wê di saniyeyê de 500 metrekare av bê şandin. Ev ava ji bo Sûriyeyê dihate şandin wê hikûmetê ji bo çandinî û hilberandina elektirîkê bikar bianîba. Ya mayî jî wê ji bo axa Iraqê bihata şandin. Li gorî potokola sala 1988’an di navbera Sûriye û Iraqê de jî hat îmzekirin, wê Sûriye ji sedî 58’ê avê bide Iraqê. Her wiha ji bo kêmbûna avê gelek zevî û baxçe û bostan hişk bûn. Her wiha baran jî kêm bûye. Ango em dikarin bêjin ku gelek dever di bin xetereyê de ne.”
‘Tirkiye şerê avê dide meşandin’
Evîn destnîşan kir kir ku dixwazin bi vê helwestê proje û berjewendiyên xwe yên siyasî li ser gel ferz bikin û wiha bilêv kir: “Em êdî dibînin ku Tirkiyê şerekê avê dide meşandin. Şerekê tîbûn û birçîbûnê li dijî gel dimeşîne. Bi taybet li bajeroka Hesekê û nêzî wan bajaran av tên qut kirin. Ne tenê Sûriyê di heman demê de bi çema Xabûrê jî heman pirsgirêkên dijî. Ango tenê bi rêya dagirkeriyê nekarin tiştên ku dixwazin pêk bînin, ji ber vê jî zextekê bêhtir li ser gel pêk tînin. Ev rewşa qûtkirina avê jî li dijî gel tê bikaranîn.”
‘Gel di astekê qirkirinê de ye’
Evîn anî ziman ku êdî ava vexwarinê nema ye, zireat nema ye û wiha axivî: "Gel pêdîviyên xwe yên bingehîn nikare bi cîh bîne. Lewre em dikarin bêjin ku gel di astekê qirkirinê de ye. Tevî van yekan alîkariyên navneteweyî jî nayê kirin. Niha gelê Sûriyeyê têkoşînek li dijî tîbûn û birçîbûnê didin. Bi taybet jî ji vê rewşê jin bandor dibin. Ji ber ku jin bêtir bi karên paqijî re bi mijûl dibe. Metirsiyek li ser jinê û li sel malbata wan çêdibe. Jixwe hedef jî ew e. Dixwazin li ser gelê metirsiyek jî ava bikin û berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bînin.”
‘Tirkiyê avê wek çekê bikartîne'
Evîn di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand ku Tirkiye bi helwesta xwe pîvanên Peymanên Navneteweyî bin pê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel bi qirkirinê re derbas dibe. Ev jî sûcê mirovahiyê ye. Avê wek çekekê li dijî gel bikar tîne. Tişta ku Tirkiyê pêk tîne sûc e. Gerek ev sûcên ku tê kirin ji aliyê hikûmeta Sûriye û Iraqê ve biçe dadgeha navneteweyî. Her wiha divê gel û saziyên maf û mirovan, çalakvanên mafên mirovan û hemû kes dengê xwe bilind bikin. Dinya tev dibîne ku ava çemê çawa hatiye birîn, gel di rewşekê çawa de ye. Jixwe dagirkerî û qirkirina gel li ber çavên cîhanê çêbû lê hemû kes çavê xwe girt. Lê kesên ku mafê mirovan diparêzin divê tiştên ku pêk tên qebûlnekin. Gel bi xeterê re rûbirû ye."
‘Divê li dijî vê sûcê bêdeng nemînin’
Evîn di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Gotina min ji kesên ku li ser vê pirsgirêkê wek fermî disekine, bila li gorî erka xwe tevbigerin. Her wiha komeleya mafên mirovan a navneteweyî jî divê bêdeng nemîne. Ji ber ku jiyanan bi milyonan însanan di bin xetereyê de ne. Ligel kuştinê niha jî bi rengek din êrişê gel dikin. Pêwist e ku destûr neyê dayîn ku gel bi hovîtiya dewleta tirk re rûbirû bimîne."