‘Bila daxwaz bên qebûlkirin û tecrîd bê bidawîkirin’

  • 09:04 17 Gulan 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Xizmên girtiyan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku hatiye destpêkirin axivîn û gotin: “Bila tecrît bê bidawîkirin û daxwaziya zarokên bê bivihsnîn.  Ger ku tecrît bêrakirin dê pirsgirêk bên çareserkirinbên. Em naxwazin ku zarokên me zerarê bibînin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin di roja 172'emîn de didome. Xizmên girtiyan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivîn û gotin ku bila demildest tecrîd bê rakirin.  
 
’90 sal ceza li kurê min hat birîn’
 
Dayika girtiyê bi navê Hîkmet Ataman ê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Orduyê de 6 salin girtî ye, Meryem  Ataman anî ziman ku temenê kurê wê di girtîgehan de derbas bûye û got: “Kurê min beriya niha jî 8 sal û 9 mehan di girtîgehê de ma. Piştrî tehliye bû 8 mehan li derve ma. Piştre carekedin bêsûc û bi awayekî bêhiqûqî kurê min hat girtin. 2 caran cezayê heta hetayê û bi giştî 90 sal ceza lê hatiye birîn. Ev 6 salin jî di girtîgeha Ordûyê de tê girtin. Kurê min bê sûc girtin. Hatin kurê min ji malê birin. Li Tirkiyê edalet û hiqûq nemaye. Em nizanin rewşa zarokên me di girtîgehê de çawa ye. Em vî cezayî qebûl nakin. Ev ceza bi awayekî dijhiqûqî li kurê min hat birin. Em tu carî vê bê bextiyê qebûl nakin.”
 
‘Kezeba me her roj dişewite’
 
Meryemê, bi lêv kir ku ji ber rewşa kurê wê ne roja wê roj e û ne jî şeva wê şev e û wiha domand: “Dema cejn tê ji bo me bêwate ye. Em cejnê pîroz nakin. Dema zarokên me di girtîgehan de bin em ê çawa cejnê pîroz bikin. Emrê kurê min di girtîgehan de derbas bû. 90 sal ji bo me ne rojin. Dê ev 90 sal çawa biqede. Temenê kurê min dê di girtîgehê de derbas bibe. Kezeba me her roj dişewite. Em dixwazin demildest çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin. Bila deriyê girtîgehan bêvekirin û zarokên me bên berdan. Mafê me kurdan jî heye ku em kêfxweş bibin. Êdî tu kêfa me tune ye. Malbata me temenê wan di girtîgehan de derbas bû. Êdî em nizanin demsal çawa derbas dibin. Kezeba me dayikan tim dişewite. Kurê min 25 salî bû hat girtin û niha jî nêzî 38 salî ye. Kurê min carekê jî 15 rojan di yek hûcreyê de ma.”
 
‘Ev du salin ez kurê xwe nabînim’
 
Meryemê, destnîşan kir ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê ji salekê zêdetir e nikare biçe hevdîtina kurê xwe û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê nexweşiyê em di nav fikaran de ne. Em nizanin rewşa wan çawa ye. Bila deriyê girtîgehan bê vekirin û hemû zarokên me bên berdan. Bila êdî dayik bes hêstirên çavan bibarînin. Ser zarokên me tim zext tên kirin. Piştî ku ev cezayê giran li kurê min hat birîn şûnde zext li ser wan zêde bûn. Eşyayên zarokên me bi kêfî nayê dayîn. Bila çareseriyek bê dîtin. Zarokên me di girtîgehan de riziyan. Lawê min di girtîgeha Orduyê de tê girtin û gelek dûr e. Dema em diçin hevdîtinê em bi rojan di rê de dimînin. Ji ber vî yekê jî em bi tenê bi telefonê diaxivin.”
 
‘Bila tecrît bê rakirin’
 
Meryemê, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber zext li ser zarokên me tên kirin zarokên me neçar dimînin ku bedena xwe didin ber birçîbûnê. Kurê min dema Leyla Gûven dest bi greva birçîbûnê kiribû ew jî ketibû grevê. Niha jî di girtîgehan de grevên birçîbûnê dest pê kiriye. Hîn dor nehatiye lê kurê min got ku dema dor bê wî ew ê jî dest pê bike. Li ser girtiyan zext berdewam dikin û tu carî bi dawî nabin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin. Bila tecrîda ser birêz Ocalan bê rakirin û daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Em malbat di fikara zarokên xwe de ne. Zarokên me mafên  xwe dixwazin Bila tecrît bêrakirin. Daxwaziya me malbata ew e ku deriyê girtîgeha bê vekirin. Em jiyanek azad û aştiyane dixwazin."
 
‘Zextên li ser zarokên me naqedin’
 
Dayika girtiyê bi navê Bengîn Ataman ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Orduyê de 6 salin girtî ye, Berfîn Duva jî da zanîn ku 2 caran cezayê heta hetayî û 72 sal cezayê girtîgehê li kurê wê hatiye birin. Berfînê, wiha pê de çû: “Ev du salin min kurê xwe nedîtiye. Em nizanin rewşa wî çawa ye. Ji me re tu tiştî nabêje. Heta hetayê emrê wan di girtîgehan de dê derbas bibe. Kezeba me dişewite ji ber zarokên me. Ji ber vê pandemiyê jî em di fikara wan de ne. Em bi tenê bi rêya telefonê pê re diaxivin. Zextên li ser zarokên me xilas nabin. Bila dawî li van zext û gefan bînin. Alavên ku em ji zarokên xwe re dişînin nayên dayîn. Alavên em ji wan re dijînin jî carna rêveberiya girtîgehê nade wan û şûnde dişîne. Rewşa zarokên me di girtîgehê de nebaşe.”
 
‘Bila daxwaza zarokên me bi cih bînin’
 
Berfînê, da zanîn ku kurê wê dema Leyla Gûven dest bi greva birçîbûnê kiribû ketibû çalakiyê û  ev tişt vegot: “Wê demê di koma dawiyê de cih girtibû. Kurê min niha gurcikên wî diêşên. Di gurcikên wî de kevir hene. Carekê jî emeliyet bûbû. Ji ber nexweşiyê dibin nexweşxaneyê. Dema vegerê jî ji ber vîrûsê 15 rojan di karantînayê de digirin. Em naxwazin zarokên me zerarê bibînin û cenaze ji girtîgehan derkevin. Bila daxwaziya zarokên me bi cih bînin. Bila tecrîda li ser Serok bêrakirin û em zextên ser girtîgehan bi dawî bibin. Ger tecrît bêrakirin dê ev pirsgirêk jî bên çareser kirin. Daxwaziya me û zarokên me jiyanek azad û mafên xwe dixwazin. Kesên diz û tecawizkar serbest berdidin. Lê zarokên me ji ber li ser şopa heqîqetê ne nayên berdan û ev cezayê giran li wan tê birîn. Ger ku tecrît li ser Serok nehata giran kirin û li derve bûya dê ev şer û zext tune bûna. Ger tecrît rabe pirsgirêk dê çareser bibe. Em li pişt zarokên xwe ne.”