Li Edeneyê tundiya mêr

  • 10:15 17 Gulan 2021
  • Rojane
 
EDENE - Li navçeya Yuregirê mêrê bi navê A. Guven xwest ku diya xwe Eşe Guven qetil bike.
 
Li navçeya Yûregirê ya bajarê Edeneyê mêrê bi navê A. Guven hewl da ku bi kêrê diya xwe Eşe Guven qetil bike. Eşe reviya mala cîranên xwe û xwe ji qetilkirinê xilas kir. A. Guven dema li cihê bûyerê direviya polîsan ew ferq kir û xistin bin çav. Bi agahiya polîsan ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
 
Ekîbên tenduristiyê Eşeyê ji bo dermankirinê, rakirin nexweşxaneyê.  
 
Her wiha hat zanîn ku di derheqê bûyerê de lêpirsin dan destpêkirin.