Li Mexmûrê koma 77'emîn greva birçîbûnê dewir girt

  • 10:30 17 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro koma 77’emîn çalakî dewr girt. Grev 151 roj in  didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro çalakî bi merasîmekî dewr hat girtin. Çalakî bi koma 77'an 151 roj in didome.  
 
Li ser navê çalakvanan Hacî Ozalp axivi û got: "Em destpêkê xêrhatina gelê xwe dikin. Em dibêjin ev tecrîta girankiri ya li ser Rêber Apo em napejirînin. Ji ber wê yekê me li vir ev greve daye destpêkirin. Ji bo ku tecrîta li ser Rêber Apo heyî bê şikandin û her wiha azadiya bi fîzikî pêk bê em di nava çalakiyan de nin. Dijmin dixwaze ew gelê bi Rêber Apo ve girêdayî jê dûr bixe, ji ber wê yekê jî tecrîtê giran dike. Lê gel tucaran ji Rêber Apo dûr nakeve û dê hertim di nava çalakiyan de bin. Çiqas di qada leşkerî û siyasi de êriş li ser me hebe jî em ê hîn bêhtir berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin. Em ê xwedî berxwedanê derkevin. Em çalakvanên greva birçîbûnê silav û heskirinên xwe ji bo Rêber Apo dişînin.”
 
Çalakiya dewrgirtinê bi dirûşma "Bîjî berxwedana zîndanan", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok APO" bi dawî bû.