Emîne Şenyaşar li ber edliyeyê ye: Nobeta 'edaletê' di roja 70'emîn de ye

  • 12:13 17 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji ber qedexeya derketina derve 17 rojî çalakiya xwe li malê dewam kirin bi bidawîbûna sînordarkirinê ji bo nobeta edaletê dîsa hatin gel edliyeyê. 
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê Ferît Şenyaşar ku di bûyerê de birîndar xelas bû, dest bi nobeta “edaletê” kiribû. Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji ber qedexeya derketina derve 17 rojî çalakiya xwe li malê dewam kirin bi bidawîbûna sînordarkirinê ji bo nobeta edaletê dîsa hatin gel edliyeyê. Nobeta 'edaletê' di roja 70'emîn de dewam dike. 
 
'Em edaletê dixwazin'
 
Malbata serê sibehê hat baxçeyê avahiya edliyeyê dîsa çalakiya xwe ya nobetê dest pê kir. Ferît Şenyaşar ê di êrişan de birîndar xelas bû da zanîn ji ber qedexeyan wan 17 rojî li mala xwe çalakiya xwe dewam kirine û got bi qedandina qedexeyê wan dîsa dest bi çalakiya xwe ya li ber edliyeyê kirine û got 'Em edaletê dixwazin'. Her wiha Ferît da zanîn dema hiqûq peywira xwe bi cih bîne wê demê ew ê dawiyê li çalakiya xwe bînin û got kesên dixwazin piştigiriyê bide dikare werin gel wan. 
 
'Bila qeydên nexweşxaneyê derxin'
 
Emîne Şenyaşar jî wiha got:"Dîsa em li ber avahiya edliyeyê ne. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin. Heta qeydan dernexin em ji vir naqetin. Zilmê li me dikin. Çima dozger qeydan dernaxe? Ev 3 sal in kurê min li odeya yek kesî tê girtin. Kesên zarokên min qetil kirine serbest digerin. Em tenê edaletê dixwazin."
 
'Em mexdûrên komkujiyê ne'
 
Malbatê di hesabê xwe yê Twitterê de jî wiha got: "Li ber qesra edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê berdewam dike. Heta ku dozger derbarê 23 kesên tevlî komkujiya li nexweşxaneyê bûne karûbarên yasayî dest pê neke, wê çalakiya me li ber edliyeyê bidome. Em mexdûrê komkujiyê ne. Em tenê edaletê dixwazin."