Baroya Amedê rapora xwe ya tekildarî êrîşa nîjadperestiyê aşkere kir

  • 13:37 17 Gulan 2021
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê rapora xwe ya têkildarî êrîşa nîjadperestiya ku li dijî malbateke kurd hatibû kirin aşkere kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku tenê di aliyê kuştinê de doz hatiye vekirin û gotinên nîjadperest ber çavan nehatiye girtin. 
 
Baroya Amedê rapora xwe ya têkildarî êrîşa nîjadperestiya ku di 14’ê Gulanê de li dijî malbateke kurd a ku ji bo betlaneyê ji Hewlêrê hatin Mêrsînê û yek jê giran 2 kes birîndar kiribûn, li avahiya xwe aşkere kirin.  
 
Serokê Baroyê Nahît Eren derbarê bûyerê de diyar kir ku mexdûr rastî gotinên nijadperest û êrîşa fîzîkî hatine û got: “Kesên mexdûr ji ber ku ji herêma Federal a Kurdan in û ji bo ku kurd in rastî êrîşê hatine. Her wiha lêpirsin tenê di aliyê kuştinê de hatiye vekirin.  Ango biryara girtinê tenê li ser kuştinê hatiye dayîn. Gotinên nîjadperestî li ber çav nehatiye girtin. Tirkiye ji bûyerên bi vî awayî re tenê wekî cezayê trafîkê lê dinihêrê. Lê her çiqas bûyerên wisa zêde bibin îmaja Tirkiyeyê ewqas xirab dibe. Lê daxwazên me ji Tirkiyeyê ew e ku li gorî zagon û hiqûqê tev bigere. Ew gotinên nijadperestî di zagonan de cih nagire. Divê li gorî van pîvanan zagonên xwe çêke.”