
'Di nava salekê de li Efrînê jin bi her rêbazên tundiyê rû bi rû man'
- 09:01 25 Kanûn 2021
- Rojane
Sîdra Mamo
ŞEHBA - Ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê, Ferîde Îbo derbarê kiryarên dewleta tirk ên li ser Efrînê û êrişên li ser jinê yên di nava salekê de ev tişt anî ziman: "Ji roja dagirkirina Kantona Efrînê hemû rêbazên tundiyê li ser jinê hatin bikaranîn. Di nava salekê de li Efrînê jin bi her rêbazên tundiyê rû bi rû man. Li Efrînê du jinan di vê salê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Jin her roj bi tirsa mirinê dijîn. Divê mafê jinan bê parastin."
Ji 18'ê Adara 2018'an û vir de Efrîn û gundewarên wê ketin bin serweriya dewleta tirk û komên girêdayî wê. Ji roja dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kir bin kontrola xwe û heta vê kêliyê, sûcên dermirovî li dijî welatiyên li Efrînê tên kirin. Dewleta tirk li Efrînê bi hemû rêbazan êrîşî jinan dike. Jinên ku li Efrînê mane rojane îşkence li wan tê kirin, tên revandin, kuştin û tecawiz li wan tê kirin. Bi hezaran jinên mîna Fîdan, Wîsal û Zelûx bi destên komên girêdayî dewleta tirk gihaştin rewşên herî xerab. Hin ji wan jinên ku tên revandin û îşkencekirin jiyana xwe ji dest dane. Ev hemû kiryar û hovîtiya têne ragihandin li pêşiya çavên cîhanê ye, lê mixabin her kes çav û guhê xwe ji vê yekê re digirin. Li gor belgekirina Rêxistina Mafê Mirovan di sala 2021'ê de li Efrînê 13 jin hatin kuştin. Her wiha tecawiz li jinan hat kirin û 75 jin hatine revandin. 5 zarokên keç hatine revandin. 13 zarok hatin kuştin û 15 jin hatine birîndarkirin. Ev hemû kiryarên dewleta tirk e. Ev kiryar li Efrînê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrîn Ferîde Îbo ji ajansa me re axivî û nirxandin kir.
'Bi îşkenceyan jin gihaştin asta xwekuştinê'
'Du jinan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dan'
Ferîdeyê di axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên ku li Efrînê di derheqê jinê de tên kirin û wiha pê de çû: "Ji ber ewqas îşkence û tundî jin neçar dimînin berê xwe bidin xwekuştinê. Di salekê de 13 jinên ku bi destên dagirkeran jiyana xwe ji dest dane, bi awayên cur be cur hatine qetilkirin. Her wiha 2 jinan ji ber tundî û îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Dewleta tirk a dagirker her roj jinan bi idîaya sûcên cuda ber bi cihên ne diyar ve direvînin. Heta vê kêliyê jî rewşa wan jinan ne diyar e. Di encamên cuda de 15 jin bi destên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine birîndarkirin. Hin jin di şer û pevçûnên di navbera çeteyan de jî birîndar bûne."
'Her tim jin tên hedefgirtin û binçavkirin'
Ferîdeyê diyar kir ku li hember van kiryarên dagirkeran cîhanê çavên xwe girtiye û wiha bi lêv kir: "Li deverên dagirkirî her tim jin tên hedefgirtin û binçavkirin. Jinên ku li Efrînê dijîn, di bin zehmetiyên herî mezin de ne, rojane bi desthiladariya çeteyan rû bi rû dimînin. Weke jina ji Gundê Elî Kera ya ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû revadin, ruxmî ku wê jinê nû zarokek xwe anîbû dinyayê. Piştî demekê malbata wê jinê neçar man û fîdye dan çeteyan, heta ku ew jin serbest hat berdan. Li Efrîna dagirkerî kiryarên dewleta tirk a dagirker di vê asta herî xerab de ye. Li pêşiya hemû çavên dinyayê ev kiryar li Efrînê didomin. Lê belê dîsa her kes li hember van kiryaran bê deng e."
'Mafê jinê binpê dikin'

'Divê mafê jinan bê parastin'
Ferîdeyê di dawiyê de bal kişand ser hêz û vîna jinê ya mezin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bang dinyayê dikin, bila derbasî Efrînê bibin. Hovîtî û wehşeta ku di zindanên dagirkeran de tê kirin bila bibînin. Kiryarên dewleta tirk a dagirker teqez bikin, ku bikaribin bersivek xurt bidin dagirkeran. Divê mafê jinan bê parastin. Wekî rêxistina jinê kar û xebata me, tekoşîn û berxwedana me li vê derê berdewam dike. Kiryarên ku li Efrînê derheqê jinê de tên kirin, tu carî vîna me kêm nake. Berxwedan û têkoşîna me wê berdewam be, heta rizgarkirina Efrînê mîsoger dibe. Em bi hêvî ne ku sala 2022'yan bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya hemû xaka Kurdistanê ya dagirkirî. Em tu carî ranawestin."