Di roja 90'î de hat xwestin girtiyên nexweş bên berdan

  • 15:27 26 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di roja 90'î ya Nobeda Edaletê de hat xwestin polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin li ber Baroya Îzmîrê didome. Rêxistina HDP'ê ya Konakê serdana nobedê kir. 
 
Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin 
 
Hevserokê HDP'ê yê Konakê Abdulvahap Bal, diyar kir, divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û got sepandinên kêfî didome, ger li welêt edalet tunebe wê tiştekî din tune be.