Ji bo 7 kesên hatin binçavkirin çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin

  • 14:10 31 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Binçavkirin û zextên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê hatin şermezarkirin. 
 
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê binçavkirina endam û rêveberiya xwe ya di 29'ê Tîrmehê de bi meşê şermezar kir. 
 
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê li naçveya Kuçukçemeceyê meş li dar xistin û pankartên bi nivîsên "Binçavkirin nikarin me biçewisînin. Bijî berxwedana ciwanan." hilgirtin. Ciwanan di meşê de dirûşmên "Em li berxwe bidin û bi ser bikevin","Binçavkirin nikarin me biçewisînin" berz kirin.