
Hevseroka HDP'ê Gonul Ozturk hat berdan
- 08:15 5 Tebax 2022
- Rojane
AGIRÎ - Hevseroka HDP’a Bazîdê Gonul Ozturk a ji 21’ê gulanê ve li Girtîgeha Panosê dihat girtin, hat berdan.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê Gonul Ozturk, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku lê dihate girtin, hat berdan.
Gonul a di 21’ê gulanê de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin, şandibûn Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Gonul a dema girtina wê li ber çavan hate girtin û ji ber tu delîlên şênber tune bûn îro hate berdan.