Careke din gundewarê Kobanê hat bombebarankirin

  • 17:12 16 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Careke din bi balafireke şer girê gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê hat bombebaran kir.
 
Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê balafireke şer a Arteşa Tirk careke din girê gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê yê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê bombebaran kir.
 
Di saetên nîvro de artêşa Tirk heman cih 3 caran bi balafirên şer bombebaran kir. Hate îdiakirin ku di encamê de 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
 
Di saetên sibehê de Artêşa Tirk a gundên Siftik, Zormixar, Beyadiyê, Kor Elî, Şiyûx a Jêrîn, Şiyûx a Jorîn, Çariqlî yên rojava, her wiha gundên Qeremox û Koran ên rojava topbaran kirin. Di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dabû û 4 jî birîndar bûn.