
Endamên ESP'ê hatin girtin
- 13:00 22 Tebax 2022
- Rojane
STENBOL - 4 endamên ESP'ê yên doh êvarê derketin pêşberî dadgehê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM) û Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) Denîz Aktaş, Ebrû Yîgît, Mert Ûnay û Nûrcan Gullubûdak ên 18'ê Tebaxê li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, doh êvarê derketin pêşberî dadgehê.
4 kes ji aliyê 5'emîn Dadgeriya Cezê Sûlhê ya Stenbolê bi îdîya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.