
'Li dijî şer tecrid û krîzê em gelê xwe vedixwînîn çalakiyên 1'ê Îlonê'
- 10:01 26 Tebax 2022
- Rojane
WAN - Caziye Duman a ku di Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Îlonê ku wê li Parka Musa Anter a li Wanê bê lidarxistin de cih digire li dijî şer, tecrîd û krîzê banga Tevlibûna Mîtîngê li her kesî kir.
Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê rojên bi hejmar man. Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîahanê ku li qadan tê pêşwazîkirin li Wanê jî di çarçoveya van çalakiyan de Amadekariya Mîtîngê tê kirin. Di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku Rêxistinên Saziyên sivîl jî dê tevli bibin û di Komîteya Amadekar a Mîtîngê de cih digirin, di daxuyaniya ku dan de starta xebatên ji bo mîtîngê hat dayîn.
Piştî starta ku hat dayîn komîteya amadekar dest bi xebatên xwe yên teknîkî kir, di vê çarçoveyê de di serî de li navçeyên navendê li hemû gund û navçeyan xebatên ji bo tevlibûna mîtîngê tên kirin. Hevşaredara navçeya Seravê ya Wasnê Caziye Duman a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin gotin, "Em ê bi lîlandina xwe tişta ku herî zêde pêdivya civaka me pê heya aştiyê biqirîn."
Caziye xebatên xwe yên ku wê bikin bi ajansa me re par ve kirin.
'Li dijî şer em ê aştiyê bixwazin'
Caziye diyar kir ku li Tirkiyeyê di hemû qadan de krîzekî mezin tê jiyîn û got, "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û divê ku em di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li gel hev bin û bi hev re bimeşin. Em ê li gel hev bi hev re bibêjin aştî û daxwaza aştiyê bikin. Ji bo cîhaneke adîlane em ê daxwazên xwe bînin ziman."
'Bila girttiyên siyasî bên berdan'
Caziye bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û berdewam kir, "Li tirkiyeyê bi deh hezaran siyastmedar girtî ne divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Kesê ku aştiyê bîne vî welatî û Rojhilata Navîn jî yek jê Birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Ji ber wê dema ku em bahsa aştiyê dikin divê di serî de em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan bikin. Em ê careke din di Mîtînga Aştiyê de bibêjin ku bila polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û daxwaza ku gritiyên siyasî yên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan bikin."
'Banga tevlibûna mîtîngê'
Caziye diyar kir ku xebatên wan ên ji bo mîtînga wê di 1'ê Îlonê de li Parka Musa Anter a li Wanê li dar bixin berdewam dikin û ev bang kir, "Em derî bi derî digerin û banga tevlibûna mîtîngê dikin. Em bang li her kesî dikin ku tevli mîtîngê bibin."
Mîtînga ku wê bi tevlibûna Hevseroka Hevseroka Gitî ya HDP'ê di 1'ê Îlonê saet di 16.00'an de bê lidarxistin dê hunermend Azad Bedran û Koma Soriya derkevin ser dik û bistrên.