Li dijî destdirêjî û revandinê meş
- 19:07 9 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Li Amedê bi pêşengiya jinan li dijî revandin û destdirêjiyê meşek pêk hat. Di meşê de banga ‘Em li mala xwe taxa xwe û bajarê xwe têdikoşin wê çete nikaribin bikevin taxan’ hat kirin û wiha hate gotin: “Em bibin yek wê mêr nikaribin jinan qetil bikin û zarokan birevînin. Werin em bi hev re xwe li taxan rêxistin bikin û nebin hevkarê vî sûcî.”
Li TOKÎ Uçkuyular a Yenîşehîr a amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî revandin û destdirêjiya li hember jin û zarokan meşek pêk hat. Rêveberên DEM partî, DBP, hevberdevka meclîsa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, dayikên aştiyê û gelek jin tevli meşê bûn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.
Şêniya taxê Semîre Oner di çalakiyê de axivî û bertek nîşanê êrîşên li hember jin û zarokan da û got: “Hewldanên revandin zarokan pêk tên. Ne tenê li Uçkuyu li her derê ev hewl dan hene. Jin û zarok hedef tên girtin.lê tu hincet vî sûcî nikare rewa bike.”
Hevseroka DEM Partî ya Amedê Rûçem Elyakut jî da zanîn ku revandin û destdirêjî bûye pirsgirêkek civakî û wiha got: “Divê qanûn jin û zarokan esas bigirin û sererastkirinên nû bikin. Dema wekhevî û edalet pêk bê em ê bikaribin behsa aştiyekê bikin. Pêşeroja zarokan ya civakê ye.”
Halîde Turkoglu jî di dawiyê de axivî û got: “Em li mala xwe taxa xwe û bajarê xwe têdikoşin wê çete nikaribin bikevin taxan’ hat kirin. Em bibin yek wê mêr nikaribin jinan qetil bikin û zarokan birevînin. Werin em bi hev re xwe li taxan rêxistin bikin û nebin hevkarê vî sûcî.”