Save the Children: 40 zarok hatin kuştin û birîndarkirin

  • 12:55 26 Tebax 2022
  • Rojane
ENQERE - Li gor rapora Save the Childrenê di meha tebaxê de di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 40 zarok hatin kuştin an jî birîndarkirin. 
 
Rêxistina Civaka Sivîl a Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin) a Îngilîstanê derbarê zarokên di êrişên balafirên biçek û bêmirov ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine qetilkirin de duh raporek aşkera kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di navbera 1-24’ê tebaxê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişên balefirên biçek û bêmirov de 40 zarok hatin kuştin an jî birîndarkirin.  
 
Di raporê de hat diyarkirin ku li taxa El-Sînaa ya Qamişloyê di 6’ê tabaxê de wesayîtek hat bombekirin û zarokê bi navê Ahmed Şîbî û zaroka bi navê Aheng Şibî jî di nav de 4 kes hatin qetilkirin, di 18’ê tebaxê de li navendeke Netewên Yekbûyî (NT) ya ser rêya Hesekê û Til Temirê gelek zarokên keçik hatine qetilkirin, di 24’ê tebaxê de di êrişêk SÎHA’yan a yekî din de jî du zarokên 12 û 13 salî hatine qetilkirin. 
 
Di raporê de ev bang hate kirin: “Em bang li hemû hêzan dikin ku gengeşiyê kêm bikin û ji bo parastina zarokan çi hewce be bê kirin.” Dîroktorê Mudaxileya Derbasdar ê Save the Childrenê yê Sûriyeyê Beat Bohr jî ev bang kir: “Divê tu zarok di bin xeta şer de nemînin.”