Koçberên Kurd ên li deryaya Egeyê asê man banga alîkariyê dikin
- 16:35 26 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiyek koçberan ku 85 koçberên kurd tê de ne, bi saeta ye di deryaya Ege yê de asê maye. Li gorî dîmenê ku di keştiyê de hatî girtin koçberên di keştiyê de daxwaza alîkariya lezgîn dikin.
Li gorî hatî ragihandin keştiyek koçberan ku 85 koçberên kurd tê de ne û piranî xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne di nava deryaya Ege’yê de asê mane. Destûr nayê dayîn ku bikevin nava sînorê Yewnanistanê.
Di dîmenê ku di keştiyê de hatiye kişandin de koçber daxwaza alîkariya lezgîn dikin. Ji ber ku wek ew bi xwe tînin ziman motora keştiya wan têkçûye û dibin metirsiya binavbûnê de ne.
Her wiha hat diyarkirin ku koçberên di keştiyê de duh bi şev xwestine bi qaçaxî derbasî sînorê Yewnanîstanê bibin.