Jinan ji Şirnexê bang kir: Êdî sebra me nema ye!
- 19:25 26 Tebax 2022
- Rojane
ŞIRNEX - TJA, Meclîsa Jinan a HDP û DBP li Hezexê meşek li dar xist. Jinan di meşê de destnîşan kir ku li hember qetlîamên jinan êdî sebra wan nema ye.
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî qetîlkirina jinan a li Şirnexê bi tevlîbûna ji bajarên Amed, Êlîh, Mêrdîn, Riha û Şirnex û Sêrtê meşeke girseyî hat lidarxistin. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, parlementerên HDP’e Nuran Îmîr, Pero Dundar û Hasan Ozguneş, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên navend û navçeyên bajarên herêmê beşdarî meşê bûn.
Girseyê ku li parka Aştiyê yê li navçeya Hezexê ya Şirnexê civiyan heya Rêxistina HDP’ê ya Hezexê meşiyan. Jinan posterên jinên ku li Şirnexê hatine qetîl kirin rakirin. Di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Destên ku tê dirêjkirin bila bişkê”, “Jin jiyan e jiyanê nekujin” hatin berzkirin. Her wiha pakarta “Dewleta zayendperest dê hesaba jinên qetîlkirî bide” vekirin.
‘Li dijî jinan şer hatiye îlan kirin’
Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwend. Sabuha diyar kir ku desthîlatdariya AKP û MHP’ê îro li her derê welat li dijî jinan şer îlan kiriye û wiha axivî: “Polîtîkayên tundî yên serdestiya mêr a li ser jinan û zarokan ku di van demên dawî de bi awayekî sîstematîk zêde dibin, êdî sebra me nehêştiye. Destkeftiyên ku bi têkoşîna jinan hatiye bi dest xistin yek bi yek tên tunekirin, qanûnên ku pêk nayên, daxistina cezayên ku şîdetê teşwîq dikin, bi gotinên ku şîdetê normal dibînin qirikirina jinan ji bo mêrên vî welatî weke mafekî meşru tê dîtin. Sebra me li hember vê tundiyê nemaye!
Sebra me nemaye
Li erdnîgariya me her cure tundiya li ser jinê jî weke parçeyekî şerê qirêj ê li dijî kurdan tê dîtin. Roj derbas nabe ku em ji quncikekî Kurdistanê nûçeyên derbarên tacîz, tecawiz, kuştin, fuhûş û madeyên hişbir nebihîzin. Weke polîtîkaya şerê taybet îro li tevahiya erdnîgariya me êrîşeke zayendî heye. Hemû argumanên şerê îdeolojîk û siyasî yên pergala serdest a mêr ku ev 5 hezar sal in hatiye avakirin, îro jî qat bi qat tê pêkanîn. Em êdi nahêlin ku me wek çeka şer bi kar bînin, sebra nemaye!
Di van demen dawî de nûçeyê kuştin, windakirin û çeteyên fuhûşê yên ku bi taybetî ji alî kesên bi unîforma ve pêk tên her roj hêrsa me jinan zêde dike, yên ku di vî sûcî de cih digirin, yên ku tehrîk dikin, li kolanên me destên xwe dihejînin û digerînin. Sebra me ya ji bo bêcezabûnê nemaye!
5 jin hatin qetilkirin
Em baş dizanin ku ev rewşa bêcezakirinê hemû mêran motîve dike ku şîdetê pêk bînin û wêrektiya xwe ji vê yeke digrin. Li cihê ku pêvçûn, wêranî û şer lê hebe, tê xwestin ku jin bibin qurbanî. Bizanîn; sebra me nema! Hefteya borî li Qilabana Şirnexê Fîrdevs Babat hat qetilkirin. Pişt re di 23’yê tebaxê de Leyla Karaaslan û keçên wê Derya, Melek û Şerîf Karaaslan li Şirnexê ji aliyê kiryar Hasan Karaaslan ve hatin qetilkirin! Di nava çend rojan de li bajarekî 5 jin hatin qetilkirin. Girtina Hasan Karaaslan hêrsa me kêm nake.
Îro bi taybetî eger ku sûcdarên şîdetê yên li herêmê bi zirxên bêcezakirinê li kolanên me negeriyan, polîtîkayên li ser wekheviya zayendî bihatiban pêşxistin, saziyên me yên jinan ên ku me bi kedeke mezin vekiribûn nehatana desteserkirin, wê 5 hevalên me yên jin belkî îro dijiyan.
Berpirsyarê vê yekê, yên ku mêran teşwîq dike û jinan mehkûmî mirinê dike, serdestiya mêr e û berdevkê wê yê li vê erdnîgariyê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye. Sebra me nameye ku ev hikûmet dijminatiya jinê bike.
Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Tehrîkkirina serdestiya mêran a weke çeka şer, mehkûmkirina jinan a bi mirin û koletiyê tiştekî ku em qebûl bikin nîne û wê ti carî jî pêk neyê. Ên ku hewl didin bi rêya şîdetê jinan bêdeng bihêlin Em ê bi rêxistina xwe ya ku xweparastina me ya herî mezin e, li hemberî ên ku hewl didin bi rêya şîdetê jinan bêdeng bihêlin bersivê bidin û em ê têkoşîna jinan mezin bikin. Li vir, li malên me, li kuçe û kolanên me, li taxên me, tu jin ne bêçare, tu jin ne bi tenê ye!
Dest ji jin û zarokan berdin
Em careke din li dijî van qetlîamên jinan ên ku bi awayeke sistematik pêk tên bang dikin. Di van rojên ku her cureyên bêexlaqiyê tê ferzkirin û hewl tê dayîn ku civaka me bi jin û zarokan bê qelskirin, weke jin em careke din hêzên tarî yên li pişt van sûcan hişyar dikin; Em ê destûrê nedin ku hûn jinan weke objeyên şerê biyolojîk bikar bînin. Sebra me qediya; Dest ji jin û zarokan berdin."
'Dê kujerên jinan hesabê bidin'
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî axivî û destnîşan kir ku desthîlatdariya AKP û MHP bi qirkirina jinê xwe li wer piyan dihêlîne û wiha axivî: “Em ji bajarên Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Riha yê bi hêrsekê mezin kom bûn. Di vî welatê de li dijî jinan komkujiyek tê kirin. Desthîlatdar û polîtîkayên wê jî ji vî qirkirinê re çavên xwe digirin. Ji ber ku kujerên jinan hêza xwe û fesareta xwe ji wê dewleta zayendperest û polîtîtîkayên bêcezahiştinê digirin. Hemû mêrên kujer û zayendperest dê li hemberê jinên ku xwe bi rêxistin dê hesabê bide. Heya ku kujer û alîgirên wan hesabê nedin em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Polîsên ku niha jinan dorpêç kirine ji kujerên jinan re nikarin barîkatê rakin.”