
'Kenê Fîrdevsê ji bîr nekin!'
- 09:03 27 Tebax 2022
- Rojane
Sema Çaglak
ŞIRNEX - Xwişka Fîrdevsê Bişeng Bîlen, diyar kir ku divê Fîrdevs neyê jibîrkirin: "Em dixwazin xwedî li Fîrdevsê derkevin û bila kenê wê tu carî neyê jibîrkirin."
Fîrdevs Babat, li Sêgirika Qilaban Şirnexê bi awayê honane ji aliyê Ahmet Babat ve hat qetilkirin. Kujer Ahmet Babat hat girtin. Qetilkirina jinan a li herêmê bi Fîrdevsê re carek din bû rojev. Malbata Fîrdevsê ji serê ewîl heta îro bi hewldana xwe dixwazin Fîrdevs neyê jibîrkirin. Xwişka wê Bişeng Bîlen (21) ji ajansa me re axivî û daxwaz kir ku bila ser bûyerê neyê girtin.
‘Piştî qetilkirinê xwest bê malê...'
Bişeng, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê Firdevs neyê jibîrkirin û wiha behsa qetilkirina xwişka xwe kir: "2 sal bû têkiliya xwişka min bi Ahmet Babat re hebû û haya min jî jê hebû. Fîrdevs ji me re got 'Rojbûna hevala min heye ez ê biçim rojbûna wê' û dora saet 14.00’an de ji mal derket. Jixwe mala hevala wê jî nêzî mala me bû. Lê bû êvar û Firdevs nehat û bû wextê şîvê nehat. Xizmekê me qeza kiribû lewra hevjînê min jî çûbû serdana wan. Êvarê dayika min geriya û rewşa Firdevsê ji min pirsî. Me telefonî wê kir lê telefona wê girtî bû. Ez li hevala ku gotibû rojbûna wê ye geriyam û ji min re got 'Rojbûna min nîne û kesek nehatiye'. Piştre ez ketim nav gumanan. Ez li Ahmet geriyam min got tu li ku yî û got 'Ez li malê me'. Ahmet pirsa hevjînê min pirsî û piştre got 'Ka çayek daynîn ser ez ê bêm malê'. Piştî ku Fîrdevsê qetil kir xwest bê malê. Wê demê jî xwişka min kuştî û di nav avê de bû. Di navbera wan de nîqaş derketiye lê sedem çi ye nayê zanîn."
‘Ahmet gelek xemsar û sakîn bû’
Bişend, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa Ahmet: "Ahmet ji bo balê nekişîne ser xwe tevdigeriya. Gelekî xemsar û sakîn bû. Ez li birayê xwe geriyam wî jî tiştekî derbarê Fîrdevsê de nedizanî. Bi vî şiklî em ketin nav fikaran û em çûn qarekolê. Me got qey çûye aliyê Rojavayê Tirkiyê. Ji ber ku hertim digot ez ê biçim Antalyayê. Me fikarên xwe yên di wî aliyê de jî qarekolê re got. Wan jî lêpirsin kirin lê li ser navê Fîrdevs tu bîlet peyda nekirin. Birayê min li Ahmet digere û dipirse lê Ahmet dibêje 'haya min jê nîne, lê Fîrdevs çûye ligel esnafeke telefon difroşe'. Polîs kamerayên heyî temaşe dike lê Fîrdevs neçûye vê taxê. Piştre Ahmetê ji bo îfade dayînê tê girtin û têkiliya wÎ ya bi Fîrdevsê re tê pirsîn.Ahmet di îfadeya xwe de gotiye 'Ez Fîrdevsê nas nakim tenê wek gundiyeke me nas dikim'. Têkiliya xwe ya pê re înkar dike. Ji ber ku dawiya hefteyê bû Ahmet piştî îfadeyan heman rojê serbest hat berdan. Lê lêgerîna me berdewam kir. Ahmet serê sibê di saet 5-6'an de bi motorê li taxa me digeriya. Çavderiya me dikir."
‘Ji êvarê heta serê sibê di nava avê de maye'
Bişeng, destnîşan kir ku qetilkirina Fîrdevsê ne qetilkirineke normal bû û wiha bi lêv kir: "Me cenazeyê wê di 20’ê mehê de dît. Lê belê li ser medyaya dijîtal gelek îdiayên nerast û yên qirêj hebûn. Dema me ev agahiyan dît em gelekî pê êşiyan. Ji êvarê heta serê sibê xwişka min di nav avê de maye. Aqilê me nagire ew çawa wisa xemsar bûye û wisa kiriye. Ev ne tiştekî normal e. Bi awayekî hovane xwişka min qetîl kiriye. Me tiştek wisa nû dît. Ez çend roj nehatim ser hemdê xwe.
‘Min bawer nedikir ku Fîrdevs hatiye kuştin’
Bişeng, da zanîn ku ew tu carî wan rojan ji bîr nakim û wiha behsa cenazeyê Fîrdevsê kir: "Min ewilî bawer nedikir ku Fîrdevs hatiye kuştin. Min wekî dijî dihesiband. Ew roja ku min cenaze di nava avê de dît her tişt ji ber çavên min çû. Ez saetek zêde li cihê ku cenaze hatî dîtin mam. Heta ku dozger hat û cenaze ji nav avê de derxistin. Ji me re digotin ketiye nav avê xeniqî ye. Betanî avêtin ser û nehiştin ez wê bibînim. Min xwest ez bibînim lê nehiştin. Dema ku xwistin nav torbeyê min dît ku xwîn jê diçe. Gelo heke xeniqî be çawa xwîn jê diçe? Min ferq kir ku zikê wê dabûn ber guleyan. Lê ji min veşartin. Ez ji ser hişê xwe çûm û demek dirêj nehatim ser hemdê xwe. Diyar bû ku Fîrdevs gelek lêdan xwaribû, devê wê fireh bibû û her derê wê werimî bû. Pêşî gotin tenê kêr lêdane, piştre gotin gule reşandine."
‘Fîrdevsek çû, Fîrdevsek nû hat...’
Bişeng, diyar kir ku wextê Fîrdevs hatiye qetîlkirin diya wê jî ducanî bûye û got: “Malbata me gelek pêrîşan bû. Ji ber ku tiştek gelek giran bû. Dayika min ducanî bû û qewlê wê hatibû. Piştî ku Firdevs hate qetîlkirin diya min gelek qehirî. Me ne dizanî em li dayika xwe an Fîrdevsê bifikirin. Me digot bila dayika me nemire. Ji ber ku gelek êşa wê hebû û gelek ditirsiya. Piştî ku me bihist Fîrdevs hatiye qetilkirinkirin sanciyê wê dest pê kir û me ew bir nexweşxaneyê. Di 22’yê tebaxê de xwîşkek me hat dinê. Me navê wê kir Fîrdevs. Firdevsek çû Firdevsek din hat. Dayika min ligel 9 mehê xwe tijê kiribû jî zarok nehat dinê, lê piştî Fîrdevs hat qetilkirin welîdî. Ev hemû bi serê xwe travmayek e. Em çi hîs bikin, em çi bikin me nedizanî? Pitikek nû çavên xwe li dinê vekiribû lê me şîna Firdevsê dikir. Hemû li ser hev hatin.”
‘Bavê min bi destê kelemçekirî anîn ser gora Firdevs’
Bişeng, di axaftina xwe de wiha behsa hatina bavê xwe kir: "Piştî hewildanên me bavê min di 22’yê tebaxê de anîn ser gora Fîrdevsê. Em ji rewşa bavê xwe gelek bifikar bûn. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê xeter bû. Ew jî ji ber Fîrdevsê gelek qehirî. Roja ku dayika min li nexweşxaneyê bû, bavê min bi destê kelepçekirî anîn ser gora Fîrdevsê. Gava ku bavê min anîn derdora gund ji hêla leşkaran ve hat dorpêçkirin. Bavê min li ser gora Fîrdevsê axivî û banga xwedîderketina li Fîrdevsê kir. Piştî 2 saet şûnde wî carek din birîn girtîgehê."
‘Fîrdevs ne girêdayî sîstem û civakê bû’
Bişeng, wiha bal kişand ser kesayetiya Fîrdevsê: "Fîrdevs xwedî fikrek azad bû. Bi çûyîna xwe kenê xwe jî bi xwe re bir. Fîrdevs li gorî civakê tevnedigeriya. Gava kesek li ser wê tiştek bigota, fikrên xwe demildest dianî ziman. Tişta ku bixwesta dikir. Kesekê bêtirs bû û wêrek bû. Ne girêdayî fikrên pergal û civakê bû. Girêdayî xwe bû. Firdevs gelek bi kêfxweş û bi rûken bû. Her wiha dengê wê jî gelek xweş bû ji gotina kilaman gelek hes dikir. Li gorî temenê xwe gelek gihaştî bû. Fîrdevs tim digot ez ê biçim Antalyayê û diya min her digot 'Neçe wan deran, dinya gelek pîs bûye, her tişt tê serê xelkê, jinan dixin rêyên nexweş'. Fîrdevs jî digot 'Kes bi min nikare. Ez ê wan bibim ber avê û dê av nedim wan'. Herî dawî jî di avê de çû..."
Bişeng wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek kesî got em naxwazin Fîrdevs bê jibîrkirin. Bila ser bûyerê neyê girtin. Ew tişt ji bo me kêyfxweşiyek e. Xwedî lê derbikevin û Fîrdevsa me bila neyê jibîrkirin.”