Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike
- 12:12 28 Tebax 2022
- Rojane
RIHA - Ji malbata Şenyaşar Emîne û Fertî ku têkoşîna xwe ya edaletê didomînIN, li ser hesabÊ xwe yÊ medyaya dîjîtal, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û ev pirs jê pirsî: “Malbata vê dayikê (Emîne Şenyaşar) kê lê nexweşxaneyê qetil kir?”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 538’emîn de berdewam dike. Malbatê îro ji ber edliye girtî ye, nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.
Malbata Şenyaşar li ser hesaêa xwe yê medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir têkildarî gotinên wî yên “Li vî welatî kes nikare derkeve û bêje ‘AKP mudaxileyî tarzê me yê jiyanê dike’ bike” ku di merasîmeke vekirinê ya li navçeya Aydincik a Yozgatê de gotibûn ev peyam parve kir: “Malbata vê dayikê (Emîne Şenyaşar) kê lê nexweşxaneyê qetil kir? Nebin şirîkê vê zilmê. Cih: #riha #şerimkirin (utanmak).”