‘Ji bo aştiyek mayînde divê gel bi hev re têbikoşin’

  • 09:01 29 Tebax 2022
  • Rojane
 
WAN - Bi pêşengiya HDP’ê bi dirûşma "Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin" ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê mîtîngê pêk bîne û xebatên ji bo mîtîngê bi lez didomin. Jinên Wanê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kirin.
 
Li Wanê bi pêşengiya HDP’ê bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma ‘Şer dide windakirin aştî dide qezenckirin’ wê mîtîng pêk bê. Jinan beriya mîtîngê  ji mîkrofonên me re der barê wateya 1’ê îlonê de nirxandin kirin.
 
Ji jinan Gursel Işik da zanîn ku sûcên li hember jin û zarokan her diçin zêde dibin û got: “Krîza aborî her diçe mezin dibe. Li her derê mirin û kuştin zêde dibin. Kes ne di ewlehiyê de ye. Em her roj dibêjin aştî lê em tên qetilkirin, kuştin û îşkenceyê dibînin. Krîza aboarî di her alî de giran bûye. Li Tirkiyê azadiya fikr û ramanê tune ye. Di hawireke ku serdestiya mêr hebe de bêdadî tê jiyîn. Em dibêjin edelet em dinêrin ku em li cîhanek ku edelet tune ye dijîn. Li cihê edelet tunebe jî aştî tune ye.”
 
‘Şer bi her awayî hilweşîn e’
 
Sunay Ozemre jî fikr û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Bi hêza hezkirinê aştî dikare pêk bê. Ji ber newekheviya li welat hewce bi aştiyê heye. Şer bi her awayî hilweşîn e. Ji bo aştiyê divê her kes tiştekî bike. Aştî bi hiqûqê dikare pêkan bê. Hêviya min ev e ku hemû kesên li welat bi awayekî wekhev bijîn.”
 
‘Heta ku derê yek al yek netew’
 
Macîde Varhan bi lêv kir ku aştî di heman demê de wekheviyê îfade dike û wiha daxuyand: “Em şer û mirinê naxwazin.Yekitî hebe wê aştî jî hebe. Aştî ji bo jin û zarokan gelek girîng e. Serê her tiştî aştî ye. Em ji şer û rondikan re dibêjin bes e. Şer xwîne, rondike. Bila êdî xwîna tê rijandin bê rawestan. Aştî were wê her tişt xweş be. Kes ne ji bo xwe divê ji bo gelê xwe bixebite. Dema gel bibe yek wê aştî jî pêk bê. Gelo heta ku derê yek al yek netew.  Dixwazin gel bitirsînin biçewisînin. Em dakevin qadan. Hemû kes divê biherikin mîtînga 1’ê îlonê.”
 
‘Edeletê û zimanê xwe dixwazim’
 
Xoxê Karataş jî ev tiş anî ziman: “Ez edeletê dixwazim, divê her kes bê mîtîngê. Bila êdî xwîn nerêje. Ez dixwazim ku pevçûn tunebin, aştî pêk bê. Ez dixwazim  gelê Kurd, dayikan li qadê bibînim. Ez edeletê ez zimanê xwe dixwazim.”
 
‘Dema aştî tê gotin ewil jin tên bîra min’
 
Berîtan Taşkiran jî diyar kir ku 1’ê îlonê yekitî û wekheviyê bi bîr tîne û bi taybet jî di 1’ê îlonê de jin tên bîra wê, dema aştî tê gotin jî azadî û kevokên spî tên bîra wê.
 
Em ê di mîtîngê de bên gel hev
 
Jina bi navê Ceylan Ertel jî ev nirxandin kir: “Şer ji hilweşînê pêk tê. Li tu welatî aştî tune ye. Şer didome. Bi sedan kes dimirn. Dema Roja Aştiyê tê gotin ez gelek kêfxweş dibim. Wateya wê pir xweş e. Lê em tiştekî hîs nakin. Aştî gelek girîng e. Divê zilm tune be. Divê kes neyên qetilkirin. Divê êdî dengê me bibîhizin. .Em ê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  de ligel hev bin. Li qadan bin. Divê em piştgiriyê bidin hev. Em  êdî aştiyê dixwazin.”